Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!

img

SEMSÛR - Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî, li Semsûrê pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê hê nehatiyê çareserkirin. Li Semsûrê xebatên rakirina xirbeyan jî hêj bi dawî nebûne û mexdûrên erdhejê ev salek e di nava xirbeyên ku xizmên xwe lê winda kirine hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Yek ji bajarê di erdhejên 6'ê Sibatê de yên navenda wan Mereş bû bandor girt Semsûr bû. Li gor hejmarên fermî li Semsûrê zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê Wezareta Hawirdor û Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ji bo 20 hezar avahiyên li bajêr biryara "hilweşandina lezgîn" da. Li Semsûrê her çend salek di ser erdhejan re derbas bûye jî xebatên rakirina kavilan bi dawî nebûne û hê jî dest bi hilweşandina gelek avahiyên ku xesereke mezin girtine nehatiyê kirin.
 
Her wiha tevî ku salek derbas bûye jî li Semsûrê pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê nehatiyê çareser kirin. Mexdûrên erdhejê ku gelek xizm û nasên xwe di erdhejê de winda kirine di nav kavilên xizm û nasên xwe winda kirine de hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ji ber nerakirina kavilan û hilneweşandina avahiyên xesera mezin girtine tevî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî bandora erdhejê li Semsûrê wekî roja ewil e. 
Tevî ku salek di ser erdhejan re derbas bûye jî, li taxa Karapinar a navenda Semsûrê xirbeyên avahiya ku di erdhejê de hilweşiyane hê nehatine rakirin. Li derdora xirbeyan makîneyên karî hene, lê xuya dike ku ew jî naxebitin. Li Semsûrê gelek xirbeyên bi vî rengî hene ku hê nehatine rakirin.
Li heman taxê xebata hilweşandina avahiyan ku di erdhejê de xesereke mezin girtiye didome. Lê tevî ku ew avahî li ser kolanê ye û ji bo wesayîtên di kolanê re derbas dibin xetereyan didin der jî tu tevdîr nehatine girtin. Her wiha ji ber ku di hilweşandina avahiyê de av nehatiye reşandin toz û dûmana kavilan li nava bajêr belav dibe. Li Semsûrê ku ev salek e xebatên hilweşandina avahiyan û rakirina kavilan neqediyayê toz û dûman jî li nava bajêr belav dibe û ew yek jî ji bo tendûristiya mirovên li bajêr dijîn xetereyan dide der. 
 
smsr-05-02-2024-erdhej-salik-derbas-bu-goristan
 
Kavilên ku ji bermahiyên avahiyên hilweşiyayî jî li çemê li rex Goristana Karapinarê hatine rijandin. Piştî çem ji kavilan tije bûye vê carê kavil li nava goristanê tên rijandin. Goristana ku bi sedan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatin definkirin jî bû "sergoyê" kavilên erdhejê. Kavilên ku li kêleka goristanan hatine rijandin, li ba mexdûrên erdhejê yên ku diçin goristanê bûn cihê bertekan.
 
MEXDÛRÊN ERDHEJÊ WÊ BIBIN DEYNDAR
 
Li Semsûrê ku wêraniyeke giran lê pêk hat, malên gundan jî di nav de bi tevahî 41 hezar xaniyên nû tên çêkirin. Li gel ku salek di ser erdhejan re derbas bûye jî, hê jî ne diyar e dê kengê mexdûrên erdhejê derbasî xaniyên nû bibin. Mexdûrên erdhejê ku serî li xaniyên tên çêkirin didin wê ji bo xaniyekî ji bo 20 salan 750 hezar TL kredî bi deyn bidin. Mexdûrên erdhejê ku li benda xaniyên nû ne, wê bi deyn derbasî xaniyên nû bibin. Bi vê yekê mexdûrên erdhejê wê deyndar bibin.
Mexdûrên erdhejê ku dê vê salê jî bê xanî derbas bikin, di konteyniran de li benda çareserkirina pirsgirêka xaniyan in. Li Semsûrê 20 noqteyên cuda 13 hezar û 726 konteyner hatine danîn û mexdûrên erdhejê ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane di van konteyniran de dimînin. Ji mexdûrên erdhejê Nazli Guler (62) ku li bajarê konteynirê yê li taxa Karapinar a navenda Semsûrê dimîne diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyane û bi bûk, nevî û zarokê xwe re di konteynerê de dimîne got ku tenê daxwaza wê ew e ku demildest derbasî xaniyên nû bibin.
 
'DEWLET DEWLEMEND BÛ GEL PERÎŞAN BÛ'
 
Mexdûra erdhejê Guler Yilmaz (43) jî diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyaye û 4 saetan di bin xirbeyan de mane. Yilmaz anî ziman ku bi mehan li derve man û wiha got: "Sê meh berê me karibû li vê konteynerê bi cih bibin. Di erdhejê de me gelek xizmên xwe winda kirin. Ji ber ku hê kavilên xaniyên me nehatine rakirin derûniya me bêtir xirab dibe. Divê ew kavil demildest bên rakirin. Konteynirek bi dest me ket, lê dema baran dibare hundir tije av dibe û konteynir teng in. Di konteyniran de jiyan zehmet e. Yan bila dewlet baş li me binêre an jî nenêrê. Me ji bo xanî serlêdan kir lê em nizanin wê kengî xaniyan bidin me. Dewlet di erdhejê de hê dewlemend bû lê gel perîşan bû."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

05/02/2024
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê