Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye

MÛŞ - Kesên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Qersê de cih girtin gihiştin Milazgir a Mûşê. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku ji bo heqîqetê nîşan bidin derketin rê û wiha got: “Serkeftin a kesên ji bo azadiyê derketin rê ye.” 

 
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û meş di roja 5’an de berdewam dike. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin îro di danê sibehê de ji Agiriyê ber bi Mûşê ve ketin rê û gihiştin navçeya Milazgirê.
 
Meşvanan ji ewil gel silav kirin û piştre jî heta pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê meşiyan. Di dema meşê de welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. 
 
‘EM AZADIYÊ DIPARÊZIN LEWMA DERKETIN RÊ’ 
 
Meşvan gihiştin pêşiya avahiya partiyê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li vir axivî. Çîçek, anî ziman ku li Tirkiyeyê di mijara wekhevî, edalet û hiqûqê de pirsgirêkên giran hene û got ku welêt bi rêya zext û mêtingeriyê tê birêvebirin. 
 
Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî her zehmetiyan jî me meşa xwe li Kurdistana têkneçûyî ji bo civakîkirina meşa xwe em ketin rê. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dê xizanî, birçitî, sirgun, zindan û mirin li ser vê xakê bi dawî nebe. Em wekhevî, edalet û azadiyê dixwazin lewma em ketin rê.” 
 
‘HER KU DIBÊJIN ALA TALANA XWE VEDIŞÊRIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Çîçek kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî wiha pê de çû: “Sibe, salvegera yekemîn a erdhejê ye. Yên dibêjin ‘welat, milet û Sakarya’ di bin kavilan de man. Yên digotin ‘Bila kurd dayika xwe nebînin’ di bin kavilan de man. Di erdhejê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê ew hêj jî dibêjin welat, milet û Sakarya. Hûn her ku dibêjin ala, wê talana xwe vedişêrin. Yên ku dijminatiyê liv ê erdnîgariyê dikin, ne em lê hûn in. Tenê hêza gel dikare van kavilan rake. Van kavilan ne kesên di qesran de dijîn lê hêza birêxistinkirî ya gel dikare paqij bike.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E’
 
Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em dibêjin çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, heqîqetek heye. Gelê kurd, birêz Ocalan tekane rêber û muxatab dibîne. Em ê her cureyên tecrîdê yên ji bo têkiliya birêz Ocalan û gel dixin meriyetê ji holê rakin. Bi salan berê bi milyonan îmze hatin dayîn birêz Ocalan weke rêber hat qebûlkirin. Vê dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev rastî qebûl kir. Em nîşan didin bê ka ev heqîqet çi ye. Ev rê, rêya heqîqetê ye û pîroz be. Dawiya vê rêyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê ye. Birêz Ocalan, îradeya gelê kurd e. Tekane pêşeng û kes e ku di vê mijarê de lêhûrbûn û xwedî rêyên çareseriyê ye. Em ji bo rakirina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê dimeşin. Serkeftin a kesên derketin rê ye.” 
 
Welatiyan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” û çepikan bersiv da Çîçek. 
 
Meşvan, piştre jî derbasî avahiya partiyê bûn û têkildarî armanca meşê bi gel re sihbet kir. Di heman demê de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de hatin xwendin û nîqaşkirin. Piştre jî şande ber bi navçeya Kopê ve kete rê. 
 

Sernavên din

05/02/2024
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê