Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hatine destpêkirin de bal kişandin ser Meşa Azadiyê û banga tevlibûnê hate kirin. Çalakvanan ev peyam da: "Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 55’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Başakşehîr, Zeytînburnu, Kadikoy û Uskudarê, Komeleya Çandê ya Dostaniyê (DKDER), Federasyona Komeleyên Panosê, Komeleya Patnosê ya Sancaktepe Stenbolê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û MATUHAYDER’ê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. 
 
Endamê Lijneya Rêveber a DKDER’ê Turker Demîrcî di çalakiyê de axivî û got ku ev sed sal in zilm li gelê kurd tê kirin û ew jî piştgiriyê didin têkoşîna li dijî vê zilmê tê kirin. Demîrcî, wiha got: “Di heman demê de em dostên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ê birûmet in. Di tevahiya dîroka Rojhilata Navîn de yek ji gelên herî zêde rastî zilm, komkujî, îşkence, qedexe û sirgunê hatî gelê kurd e. Dîroka gelê kurd dîroka zilmê û têkoşîna li dijî zilmê ye. Weke sosyalîstan em bêyî şert û merc piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd a li Rojhilata Navîn. Heta ku gelê kurd azad dibe jî em ê her tim bi têkoşîna wan re bin. Li girtîgehan têkoşînek heye. Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê deng bide girtîgehan. Têkoşîna li dijî tecrîdê, peywira me ya însanî ye. Divê her kes xwedî li berxwedana dayik û jinan derkeve. Divê tevahiya civakê di mijara Nobeta Edaletê de bihestiyar be.” 
 
‘AZADÎ NÊZ E’
 
Ji çalakvanan Fînce Akman jî di nobetê de wiha got: “Bila her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Em nikarin li malên xwe rûnin, divê em ne rûnin. Heta ku rêberê me azad dibe jî ji bo me rehetî nîne. Divê em rêberê xwe azad bikin û êdî nav me de be. Azadî nêz e.” 
 
Ji welatiyên hatiye serdana çalakvanan Ayşe Sarihan jî ev tişt anî ziman: “Em ê rêberê xwe ji wir derxînin. Weke her carê em ê dîsa li ber xwe bidin. Ez, berxwedan û têkoşîna rêbertiyê bi rêzdarî silav dikim. Divê gelê kurd êdî nesekine. Me heta niha li ber xwe da û dê ji vir û şûnde jî li ber xwe bidin û bi ser kevin.” 
 
MÊRDÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên ji navçeya Stewrê hatin nobet îro dewr girtin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mêrdînê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dîmenên rengîn derketin holê. 
 
Di sihbetan de beşdaran qala girîngiya grevên birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatine destpêkirin kirin. Çalakvanan ji kesên hatine serdanê xwestin ku tenê bi serdanan bisînor nemînin û li her deriyê dixin qala Meşa Azadiyê û azadiya Abdullah Ocalan bikin. 
 
Dayika Aştiyê û ji xizmên girtiyan Koçer Oncu di çalakiyê de got ku birayê wê 30 sal in girtî ye û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo hemû dayikan û hevalan ew e ku piştgiriyê bidin nobetê.” 
 
Ji Dayikên Aştiyê Atiye Bulgan jî bi lêv kir ku ew dixwazin li dijî tecrîdê encamekî bi dest bixin û wiha domand: “Bila azadî hebe, girtî bên berdan û ev şer bi dawî bibe. Em serkeftin û azadiyê dixwazin. Ez Meşvanên Azadiyê û girtiyan silav dikim.” 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam kir. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elbakê û şêniyên Taxa Suphanê îro hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 64’an de berdewam dike. Di çalakiya ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê tê domandin de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyan daxwaza azadiyê hate kirin û beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û hunermendên tev li çalakiya îro bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Ji çalakvanên nobetê Dayika Aştiyê Maşallah Şakar got ku dê têkoşîna wan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bidome. Nobeta Edaletê bi gotina stranan berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam dike. Çalakvanan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.
 
Kedkarên çand û hunerê û dengbêjên girêdayî Navenda Çanda Dîcle Firatê, Ma Mûsîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Sînemaya Rojhilata Navîn serdana nobetê kirin. Serdanên ji bo nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Dengbêjan klam gotin û hunermendên Ma Mûsîcê jî bi tembûr û erbaneyan stranên kurdî gotin. 
 
Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
ÊLİH
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 5’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr de tê domandin. Hevserokê MA TUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Nobet bi gotina stranên kurdî bi awayekî bicoş berdewam kir. 
 

Sernavên din

05/02/2024
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê