'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin

img
ŞIRNEX – Meşvanên "Meşa Azadiyê ya Mezin1 li Şirnexê li 6 taxan bi welatiyan re hatin cem hev. Onûr Duşunmezê ji DEM Partiyê ku li vir axivî, bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda 25 salan û got: "Eger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman dê hemû pirsgirêk çareser bibin. "
 
"Meşa Azadiyê ya Mezin" ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd ji du milan ve hatibû destpêkirin, milê wê yê Wanê îro gihaşt Şirnexê. Girseya ku di nav de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û saziyên sivîl di nav de, li navenda bajêr meşiya û serdana dikandaran kir. Şandeyê li navenda Şirnexê li 6 taxan li malan civînên gel pêk anî.
 
'KURD BI SAYA BIRÊZ OCALAN BÛN XWEDÎ HÊZ'
 
Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê ku di civîna gel de axivî, anî ziman ku gelê Şirnexê bi xweş ew pêşwazî kirine û bal kişand ser zor û zehmetiyên ku şirnexî kişandine. Aydenîzê destnîşan kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan û çewisandin û zextan jî ev gel xwedî li nasnameya xwe, niajda xwe û azadiya xwe derdikeve. 
 
Aydenîzê bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha tê tecrîdkirin û got: "Çima di vê tecrîdê de ev qasî israr dikin? Çima ev qas polîtîkayên dijminane û asîmlasyonê pêk tînin? Ji lew re gelê kurd bi saya birêz Ocalan bû xwedî hêz û dest bi têkoşînê kir. Îro ro em xwedî gelek saziyan e. Em kurd têkoşîna xwe didomînin. Sedema vê tecrîda giran ev e. Desthilat naxwaze demokrasî bê Tirkiyeyê û yekîtî çêbibe û naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu û bi zimanê xwe bijî. Lewma vê tecrîd ew qasî giran dikin û pêwendiya birêz Ocalan a bi gel re qut dikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ehr diçe girantir dibe. Naxwazin dengê birêz Ocalan bigihê gel. Ger birêz Ocalan baixive û hevdîtin çêbibin, em bawer dikin ku dê di warê demokrasiyê de tiştên pir xweş çêbibin. Di eşrt û mercên Îmraliyê de bi dehan pirtûk nivîsandin, pirtûkên wî belav bûn. Nivîskar û akadmeîsyen fêm kirin ku çareya krîzên Tirkiyeyê Abdullah ocalan. Li Tirkiyeyê çi qas bêhiqûqîtî hebe sedema wê neçareserkirina emseleya kurd e. Naxwazin vê meseleyê çareser bikin, lewma tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk tînin. Beriya 2015'an rewşa Tirkiyeyê çawa bû, piştî 2015'an çawa bû? Li holê ye. Îro li Tirkiyeyê berberîbûnêd ixin nava gelan, aborî xera dibe. Ji lew re hemû aboriya xwe ji bo şer, ji bo tanq û topan xerc dikin. Ew bi xwe fiyetê fîşekan dibêjin. Heqê kedkaran ji bo şer û topan xerc dikin. Vî şerî li hember kê dikin? Li hember kurdan û zimanê kurdan dikin." 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û NOBEDÊN EDALETÊ
 
Aydenîzê ku got: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatabê yekemîn Abdullah Ocalan e, lewma divê azad bibe" anî ziman ku ji bo vê jî dest bi meşê kirine. Aydenîzê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin û Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi heman daxwazê ​​hatine destpêkirin û wiha got: “Her tim dema ku siyaset li derve tê astengkirin û agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin girtî dikevin dewrê. Ji bo ku Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe di greva birçîbûnê de ne. Dayikan dest bi Nobeda Edaletê kir. Parêzerên cîhanê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Her kes dizane ku mifteya çareseriya pirsgirêka kurd di destê Abdullah Ocalan de ye."
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Piştî Aydenîz Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û tu mafên wî nayên qebûlkirin û wiha got: "Ew jî dizanin ku ger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman, dê hemû pirsgirêk dê çareser bibin. Lê naxwazin pirsgirêk bên çareserkirin."
 
Duşunmez diyar kir ku wan ji bo gelê kurd meşek li dar xistiye û destnîşan kir ku divê her kesê ku dibêje "Ez kurd im" piştgiriyê bide vê meşê û dengê xwe bilind bike. Duşunmez bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. 
 
Duşunmez bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda 25 salan û got: "Eger birêz Ocalan nêrînên xwe bîne ziman dê hemû pirsgirêk çareser bibin."

Sernavên din

08/02/2024
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr