Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e

img
ENQERE - Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku girtîbûna Abdullah Ocalan “nîşaneya zilma li gelê kurd tê kirin e” û wiha got: “Ocalan, ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e; di mijara afirandina alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst de jî yek ji zanyarên pêşeng e.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de hate girtin û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi hincetên cuda ev 35 meh in jî bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Dewleta tirk hewl dide pêşî li ber Ocalan bigire ku fikrên wî di nava civakê de belav bibin. Lê li hêla din di serî de gelê kurd, li gelek welatên cuda gelan di 10’ê cotmeha 2023’yan de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dane destpêkirin. Xwedîderketina li Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. 
 
‘LI PIŞT KOMPLOYÊ NATO HEYE’
 
Hîndekarê Departmana Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley têkildarî komploya navneteweyî, teslîmkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê û rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de vegot. Di heman demê de Miley, nivîskarê pirtûkên “Your Freedom and Mine” û “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” e ku mafê tayînkirina qedera xwe ya kurdan û Konfederalîzma Demokratîk vedibêje. Miley, dibêje ku pişt komploya navneteweyî de NATO heye. 
 
DI KOMPLOYÊ DE ROLA DYA’YÊ HEYE
 
Miley, anî ziman ku ji bo mirov revandina Ocalan fêm bike divê ji ewil jihevbelavbûna pergala emperyalîst û mercên krîza di rewşa heyî de baş bên fêmkirin. Miley, wiha domand: “Van rojan em di nûçeyan de dibînin; şerê li dijî Filistênê, qirkirina nîjadî ya li dijî Filistînê... Di heman demê de DYA û şirîkê wê Îsraîl piştgiriyê dide vê. Li pişt komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan jî dewleta min heye anku DYA heye ku hêza emperyalîst a sereke ye. Girtina Ocalan nîşan dide bê ka hêzên emperyalîst bi hev re çawa tevdigerin û alternatîfên Ocalan ji bo xwe çawa weke xetere dibînin. Ji ber ku Ocalan tenê di krîzekê de bi rola aştiyê ranabe, di heman demê de fikrekî pêş dixe û dibêje ku li dijî pergala emperyal alternatîfek heye. Ev rewş bi navên cuda tê pênasekirin û em carnan jê re dibêjin Konfederalîzma Demokratîk.” 
 
‘NÎŞANEYA ZILMA LI DIJÎ KURDAN E’
 
Miley, anî ziman ku li Îmraliyê rejîmeke îstîsnaî li ser Ocalan tê ferzkirin û got ku ev yek tercîha Tirkiyeyê ye. Miley, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê dîtin ku cezayê hefsê yê li Îmraliyê ji bo têkbirina tevgera kurd e. Weke ku min berê jî gotibû, Ocalan ji bo pêvajoyeke aştiyê bi roleke sereke radibe. Lewma jî jidervehiştina hiqûqê ya Ocalan, nîşaneya zilma li ser gelê kurd e.” 
 
‘ŞIRÎKÊN BAZIRGANIYÊ JI BO DILÊ TIRKIYEYÊ NEHÊLIN...’ 
 
Bi domdarî Miley bi lêv kir ku sînorên hêzên rojavayî dixwazin bikin jî hene û banga CPT’yê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist. Miley, wiha got: “Civaka navneteweyî ji bo bicihanîna qanûn û hiqûqê çendek gavên biçûk hatin avêtin. Lê miameleya dermirovî ya li dijî Ocalan didome û hêzên emperyal ji bo dilê şirîkê xwe yê bazirganiyê Tirkiyeyê nehêlin tişta ji dest tê dikin. Beşekî pirsgirêka girêdayî pergala navneteweyî ew e ku hewldanên wan ên ji bo çareserkirina rewşa li Îmraliyê pir qels in.” 
 
'OCALAN SEMBOLEKE NÛWAZA YE’
 
Di berdewamê de Miley got; “Li gorî min Ocalan semboleke nûwaze ye” û ev nirxandin kir: “Li gorî min; modernîteya demokratîk ku ew li dijî modernîteya kapîtalîst pêş dixe, gelek îlhamê dide mirov. Ji bo kesên weke me ku dixwazin li dijî dînamîkên rûxîner ên modernîteya kapîtalîst alternatîfan biafirînin; Ocalan pir sûdewer e. Li gorî min yek ji sedemên ku hêzên navneteweyî wî weke xetere dibînin jî ev e.”
 
‘JI LEHENGEKÎ PIR WÊDETIR E’
 
Miley, Ocalan weke “zilikê ku agirî vê dixe” pênase kir û wiha pê de çû: “Lewma jî êşa wî veguheriye êşa gelê kurd. Fedekariya wî bûye fedekariya gelê kurd. Lê di heman demê de Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e; bi nivîsên xwe yên têkildarî Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk re yek ji wan zaynarên pêşeng e ku nîşan da bê ka alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst çi ye. Bi vê yekê re ne tenê xwe digihîne gelê kurd, her wiha xwe digihîne xeyala gelek radîkalên li cihanê.” 
 
‘DIBÊJIN QEY DÊ BIKARIN FIKRÊN WÎ BÊDENG BIKIN LÊ...” 
 
Miley, got ku ew jî di şandeya Îmraliyê de bû û têkildarî mijarê pirtûka wî heye û wiha axivî: “Min pirtûka xwe ya ‘Your Freedom and Mine' diyarî parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa kir ku her wiha pêşengtiya şandeya çûyî Tirkiyeyê jî kiribû. Essa Moosa, digot ku Ocalan dikare heman rola Nelson Mandela bilîze ku rejîma Apartheidê bi dawî kiribû. Ocalan kesayetekî karîzmatîk e û xwedî vîzyona Mandela ye lewma li gorî min rolekî girîng dilîze. Û tişta din jî ew e ku tirkan tu caran cisaret nekir wî bikujin. Ocalan îzole dikin û dibêjin qey dê bikarin wî bêdeng bikin. Lê nikarin fikrên wî bêdeng bikin. Lê Ocalan nemir nîne. Ji bo pêvajoya aştiyê divê were berdan. Li gorî min heke hêj ew sax aştî çênebe, êdî pir zehmete ku çêbibe.” 
 
'DI SEDSALA 21’EMÎN DE KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK’ 
 
Miley, anî ziman ku piştî pirtûka Your Freedom and Mine, dixwaze di pirtûka xwe ya “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” de bi alîkariya Ocalan mijara mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan berfirehtir binirxîne. Miley, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo were fêmkirin bê ka di sesala 21’emîn de Konfederalîzma Demokratîk tê çi wateyê, min xwest berfirehtir vebêjim. Çendek gotarên ku li pey îdela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan ketîn jî di pirtûkê de hene. Armanca esasî ya pirtûkê jî ew e ku bi berfirehî vebêjim bê ka di sedsala 21’emîn de Konfederalîzma Demokratîk tê çi wateyê. Ya ku ji bo nivîsandina van pirtûkan min motîve dike, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Xwendekarekî min ji bo tiştên li Rojava rû didin bibînim, di sala 2014’an de li şandeya ku dê biçûya Sûriyeyê hatim vexwendin. Ez jî tev li bûm û pir bibandor bûm. Hem ji hêla akademîk ve, hem jî li Parlamentoya Ewropayê, Parlamentoya Ingilistanê û Konseya Ewropayê her ku ez ji bo doza gelê kurd bêhtir tev li xebatên lobiyê bûm, min dît ku divê ji hêla meşruiyeta rewşenbîriyê ve bêhtir bibim alîkar. Lewma min hîs kir ku cidîgirtina fikrên tevgerê, di heman demê de tevgerê meşrû dike û bihêztir dike.” 
 

Sernavên din

08/02/2024
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr