Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin

ŞIRNEX - Dengbêjên jin bi kilamên xwe balê dikişînin ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nifş bi nifş wê radigihînin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê derket. Piştî ji Sûriyeyê derket di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî komploya navdewletî li herêmê, li Tirkiye û seranserê cîhanê bi hezaran mirov daketin kuçe û kolanan û gotin "Hûn nikarin roja me tarî bikin." Gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin di nava hefteyekê de 63 kesan agir berda bedena xwe û komploya li Ocalan hat kirin şermezar kirin. Li seranserî welêt gelek kes jî ketin grevên birçîbûnê û bi vî rengî radestkirina Ocalan şermezar kirin. Komploya navdewletî li çar parçeyên Kurdistanê bû sedema bertekên mezin, lê belê yên ku herî zêde li dijî vê rabûn û dengê xwe bilind kirin û li ber xwe dan jin bûn. Jin bi çalakiyên cuda li dijî vê bertekên xwe nîşan dan û nehiştin ev komplo bê jibîrkirin. Gelek jinên dengbêj bi kilamên xwe komployê teşhîr kirin û fikirên Ocalan ragihandin. Ji van dengbêjan du jê Dengbêj Fadîle Aytiş û Dayika Aştiyê Melîha Atak in. Aytiş û Atak bi kilamên xwe komploya navdewletî û hesreta xwe ya ji bo Ocalan di her platform û civatê de radigihînin.
 
'OCALAN ZANA YE'
 
Dengbêj Fedîle Aytiş (85) diyar kir ku zanyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo avakirina cîhaneke nû formuleke demokratîk e û got ku hêzên navneteweyî ji vê pergalê ditirsin û wiha axivî: "Heylo, heylo li min ferman e, pêşiya vê cengê min yek qîre, yek tofan e hey hawara xwedê çi hat serê Ocalan e, Ocalan serkêşê me kurdan e, hawara xwedê dayî hezar salan e neyar û dijmin çima me dikin bin piyan e. Abdullah Ocalan got, 'we nekin em jî evd û insan in' hey mêwanperwero kurdo, bigerînin xwe dinyayê bigihînin. Piştî Abdullah Ocalan hat girtin ez 5-6 caran çûm Amarayê. Ez çûm cem Eynê, Fatê. Ez çûm min cihê ku Ocalan lê radiza dît. Tu der min nehiştin ku ez lê negeriyam. Lê ez çi bikim felek xayin bû destê wî û me ji hev berda."
 
Aytişê wiha domand: "Ocalan zana ye û dizane. Divê em çar perçe destê xwe bidin hev du, rabin ser xwe û bi hev re dijmin derxin. 70 mîlyon kurd çawa dibe ku di bin destê dijminê xwinxwar de be. Bila em yek bin, lê bila em ne xayin bin. Rabin ser xwe li her çar perçeyan bibin yek bazirganiyê li ser welatê xwe nekin. Bi bazirganiyê em bi ser nakevin."
 
'DEWLETAN LI SER OCALAN BAZIRGANIYÊ KIRIN'
 
Dengbêj Aytişê anî ziman ku der heqê jiyana Ocalan de fikarên wan hene û hêzên navneteweyî li ser Ocalan bazirganiyê dikin û wiha domand: "Abdullah Ocalan li her çar perçeyên kurdan kar û barê kurdan kir. Lê ew hêzên navneteweyî jî di navbera me kurdan de nakokî derxistin û xwestin ku birêz Ocalan bigirin. Ketin nav liv û tevgerê û fikirîn ku çawa Ocalan bigirin. Dewletan li ser wî bazirganî kir û ew radestî dijmin kirin û anîn xistin Girtîgeha Îmraliyê. Ev 24 sal in em nizanin Ocalan li ku derê ye, heye, nîn e em nizanin. Kanê Ocalan?" 
 
Roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girtin û radestî Tirkiyeyê tê kirin, Dengbêj Fedîle berê xwe dide Amarayê û kilamekê davêje ser Ocalan. Dengbêj Fedîle di dawiya axaftina xwe de wê kilamê got. 
 
DI HER ÇALAKIYAN DE STRANA DERWÊŞE EVDÎ DIBÊJE Û DIYARÎ OCALAN DIKE
 
Dayika Aştiyê Meliha Atak jî 24 sal in ku bi awayekî çalak di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire û di her bername û çalakiyan de bêrîkirin û hesreta xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kilaman dide der, nemaze jî bi kilama Derwêşê Evdî ku Abdullah Ocalan jê hez dike. 
 
Atakê jî diyar kir ku ew wê roja ku Ocalan hatiye girtin tu carî ji bîr nake û got: "Birêz Abdullah Ocalan ji bo her çar perçeyên Kurdistanê canê xwe feda kir. Niha di Girtîgeha Îmraliyê de cangoriyê gelê kurd e. Roja ku xwe nas kir xwe kir cangoriyê gelê kurd. Lê belê hê gelek ji me jî ji wî û felsefeya wî fêm nekiriye. Divê em ji rêberekî wekî birêz Ocalan fêm bikin. Çimkî îro dewletên dinyayê ji hêza wî û ji ramanên wî fêm dikin, lewma ew bi komployê girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Lê belê di Girtîgeha Îmraliyê de jî bêdeng nema û heta vê saetê jî bêdeng nebûye. Lê belê çi kirin? Gotin 'em ê dengê wî bibirin da ku êdî dengê wî negihê derve.' Lê belê îro bi mîlyonan kes li pey dengê wî ne û wî dengî dibihîzin. Ji 9'ê cotmehê heta 15'ê sibatê hemû roj ji me re rojên reş in. Di 15'ê sibatê de ku radestî Tirkiyeyê hat kirin, bi hezaran kesan ji bo wî canê xwe da ber agir. Em wê roja reş şermezar dikin û em dayik naxwazin wê rojê careke din bibînin. Em dibêjin deriyê Îmraliyê vekin û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Êdî bes e. Dema hevdîtin çêbûn dê dinya aram bibe, şer û kuştin kêm bibin. Ocalan ji Derwêşe Evdî û strana wî gelek hez dikir. Ji ber wê jî ez di her çalakî û bernameyan de vê stranê dibêjim û diyarî wî dikim."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

08/02/2024
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr