Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji gelê ereb Nûran Kaya, diyar kir ku bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ên li dijî tecrîda li Îmraliyê û komploya navnetewî hatin pêkanîn ji wan re mîrateya berxwedanê hatiye hiştin û got: “Azadiya Ocalan azadiya me ye.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navdewletî neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Piştî ji Sûriyeyê derket di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku girtiyan di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî planên tasfiyekirina Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, tarîtiya ku dihat xwestin bê afirandin ronî kirin. Ev çalakiyên ku di roja destpêkê ya komployê de hatin destpêkirin û li derveyî dîwarên zîndanan belav bûn, li dijî komployê xeleka ji agir ava kirin. Piştî komploya navdewletî ya di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd pêk hatî de li Kurdistanê, Tirkiyeyê û seranserê cîhanê bi hezaran mirov daketibûn kuçe û kolanan û bi yek dengî gotin “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Çalakî pêl bi pêl belav bûn û li gel radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê di hefteyekê de zêdetirî 60 kesan agir berdan bedena xwe û komploya hêzên navneteweyî şermezar kirin.
 
Ev çalakiyên li dijî komploya navnetewî hatibûn destpêkirin, salên pişt re jî li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan xistin dewrê jî hatin domandin. Li ser Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin bi jehrê ket, fikarin li ser tenduristî û ewlehiya wî zêde bûn. Li ser vê yekê yek ji gelên erêb Veysî Kaya yê 23 salî ku li Taxa Barbaros a navçeya Seyhan a Edeneyê dijî ji bo vê rewşê şermezar bike, di 9’ê sibata 2006’an de xwe şewitand. Xwarziyê Kaya Abdulkadîr Atîlla jî li dijî agahî negirtina ji Abdullah Ocalan di 11’ê adara 2012’an de bi armanca şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê laşê xwe şewitand. 
 
Xwişka Veysî Kaya, Nûran Kaya, bandora tecrîda li Îmraliyê, çalakiya kekê xwe û xwarziyê xwe ya li dijî tecrîdê nirxandin û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan vegot. 
 
ZEXTÊN JI STEWRÊ BER BI EDENEYÊ VE 
 
Kaya, da zanîn ku ji ber zextên dewletê di sala 1982’yan de ji gundê Teffî yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê koçî Edneyê kirine û weke 8 xwişk û bira li vir jiyana xwe berdewam kirine. Kaya, anî ziman ku ji gelê ereb in û di sala 1991’an de ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi bandor bûne û diyar kir ku xwişka wê di sala 1995’an de tev li PKK’ê bûye û kekê wê Veysî Kaya jî di nav xebatên ciwanan de cih girtin. Kaya, anî ziman ku zextên dewletê yên li Stewrê dest pê kirin li Edeneyê bi serdegirtinên malê, îşkence û binçavkirinan berdewam kirin û destnîşan kir ku tevî hemû zextan têkoşînê didomînin. 
 
‘KEKÊ MIN MÎRATEYA BERXWEDANÊ JI ME RE HIŞT’ 
 
Kaya, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê, 15’ê Sibatê “Roja Reş e” û anî ziman ku bi sedan kesan laşê xwe şewitandin û tarîtî veguherandin ronahiyê. Kaya, anî ziman ku kekê wê li dijî fikarên têkildarî şertên ewlehî û tenduristiyê yên Abdullah Ocalan laşê xwe da ber agir û diyar kir ku ev çalakî di heman demê de rexnekirina raya giştî bû. Kaya, destnîşan kir ku kekê wê bi vê çalakiyê mîrateya berxwedanê ji wan re hiştiye û bal kişand  ku divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn bê dayîn. 
 
‘EV TÊKOŞÎN TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Kaya, bi lêv kir ku malbata wê ji berxwedan û rastiya gelê kurd bi bandor bû wiha wiha got: “Ev têkoşîn têkoşîna ereban, tirkan, kurdan a hemû gelan e. Weke erebekê cih girtina nav vê têkoşînê ji bom in çavkaniya rûmetê ye. Azadiya Abdullah Ocalan nayê wê wateyê ku tenê kurd tê azad bibin. Azadbûna birêz Ocalan tê wateya azadbûna gelê ereb jî. Li ser gelê ereb jî tecrîdek heye. Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser gelê ereb jî. Ez dixwazim ji vir bang li gelê ereb bikim; ev têkoşîn têkoşîna hemû gelan e û têkoşîna gelê ereb e jî. Divê di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Ev têkoşîn têkoşîna mirovahiyê ye.”
 
‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE’ 
 
Kaya, bal kişand ku ji Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin tecrîdeke giran tê ragirtin, 35 meh in agahî nayên wergirtin û anî ziman ku di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de li dijî tecrîdê dane destpêkirin de cih digire. Kaya, anî ziman ku xwedî li daxwaza azadiya Abdullah Ocalan derdikevin û wiha domand: “Heta ku birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, tu gel azad nabin. Birêz Ocalan xîtabî hemû cîhanê dike. Em dixwazin serokê me azad bibe. Azadiya serokatî azadiya me ye. Heta ku serokatî azad nebe tu gel azad nabin. Heta ku deriyên Îmraliyê venebin tu pirsgirêk çareser nabin. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”
 
LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di çarçoveya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de li konê bi armanca şermezarkirina komployê hate danîn çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Hezar Kuçuk a 73 salî ku di çalakiyê de bi 8 jinan re 15 rojan kete çalakiya greva birçîbûnê, anî ziman ku li êrişa polîsan çalakiya xwe li malên xwe berdewam kirin. 
 
LI DIJÎ KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ÇALAKIYA JINAN
 
Kuçuk a diyar kir ku li dijî komployê jin ketin çalakiya greva birçîbûnê, anî ziman ku berxwedaneke bêhempa hate dayin û wiha qala wê demê kir: “Wê demê ji ber ku zext û êriş pir hebûn, di nava gel de jî tirs pir hebû. Em ji dewletê ditirsiyan. Lêbelê em li dijî vê tirsê derketin. Sala ku Abdullah Ocalan hate girtin li her derê çalakî hatin destpêkirin. Li vir em jî weke jin û dayikên Botanê em 9 dayik ketin nav çalakiyê. Ji bo ku komploya navnetewî ya di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd pêk hatî şermezar bikin, em ketin greva birçîbûnê. Wê demê li ber deriyê partiya me kon hate vedan û kesên ku ketine greva birçîbûnê li wir kom bûn. Lê vê çalakiya me dewlet aciz kir û polîsan her çar aliyên me girtin û bi ser me de girtin. Gelek kes hatin derbkirin û gelek ji me jî hatin binçavkirin. Lê jinan li dijî vê êrişê jî li ber xwe dan. Me bi daxwaza azadiya birêz Ocalan a fizîkî dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo ku aramiyek bikeve cîhanê û ji bo ku ev tirs, zilm û zordarî li ser cîhanê rabe me dest bi wê çalakiyê kir. Wê demê berxwedan hebû. Zarok, mezin, xerab û baş herkes li ser lingan bû. Şert û merc zehmet bûn lê gelê kurd berxwedaneke mezin nişan dida. Cesareteke mezin hebû.”
 
'SAL DERBAS BÛN LÊ DAXWAZ NEGÛHERÎN'
 
Kuçuk, bi lêv kir ku sal guherîn lê polîtîkayên dewletê neguherîn û got ku li dijî polîtîkayên Ocalan bi gelê kurd bide ji bîr kirin, gelê kurd tu caran dev ji daxwaza azadiya Ocalan a fizîkî berneda û wiha domand: “Ji wê demê heta niha gelek sal derbas bûn û gelê kurd hê li ber xwe dide. Ji bo ku ji birêz Ocalan agahiyek bê standin niha ji derve û girtîgehan de çalakî hene. Daxwaziya me ya wê demê çibe ya îro jî ew e. Em dixwazin ku ji birêz Ocalan agahiyekî bistînin. Divê ku êdî ji bo aşitiyeke mayinde gav bên avêtin. Qasî ku agahî ji birêz Ocalan neyê standin ev aloziye û pêvçûne dê bidomin. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di her rojbûnên birêz Ocalan de jî ez diçûm Amara û li wir jî me daxwaziya aşitiyê dikir û rakirina tecrîdê dikir. Ez 10 caran çûm Amarayê. Lê di her çûyînê êriş li me dikirin û nehiştin ku em biçin. Bila dayik bes biqehirin. Me dayikan têra xwe zilm û zordestî dît em dixwazin ku êdî aşitiyê bibînin.”
 
'TENÊ PÊWISTIYA ME BI TIFAQIYÊ HEYE'
 
Hezar Kuçuk, anî ziman ku şikandina tecrîdê bi tifaqiya gelê kurd pêkane ye û got: “Heke ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe dê aramî bikeve dinyayê. Heke ku bi birêz Ocalan re hevdîtin çêbibe ew ê bikaribe ku vî şerî bide sekinandin. Bila dawî li vê tecrîdê bînin. Em daxwaza jiyaneke aşitiyane û cîhaneke aram dikin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Heke ku gelê kurd bibe tifaq û tifaqiya xwe ava bike ev zilma li ser me jî dê bi dawî bibe. Îro tenê pêwistiya me bi tifaqiyê heye. Heke ku em di nava xwe de wê tifaqiyê ava bikin em ê bikaribin vê tecrîdê jî bişkînin.”
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Zeynep Dûrgût

Sernavên din

10/02/2024
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’