Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye

  • rojane
  • 09:04 10 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - ‘Meşa Dirêj’ ku ew ê di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de bê kirin û heta 25 rojan berdewam bike, nûnerên saziyên civîl ku ew ê beşdarî wê meşê bibin, gotin ku azadî di felsefeya Abdullah Ocalan de ye û bangawaziya beşdariya li meşa 17’ê Sibatê kirin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Kampanyaya ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji Kurdistanê heta Ewropayê bi meşan berdewam dike. Kampanyaya navneteweyî ya ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû, di çarçoveya wê de ‘Meşa Dirêj’ li Parîsê hatibû destpêkirin û di roja xwe ya 20’an de gihîşt bajarê Cohuny. Meşa ku ew ê di 25 saliya komploya navneteweyî de bi beşdariya 25 kesan heta 25 rojan berdewam bike, ew ê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê bi mîtingekê bê bidawîkirin.
 
Hevserokê Konseya Kurdan a Demokratîk a li Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat, Hevberdevkê Dîwana Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (KCDK-E) Murat Ceylan û Berdevka Perwerdeya Komîna Jinên Kurd a li Reimsê Gozde Çakir ku di meşê de cih digirin, têkildarî meşa xwe ya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin nirxandin kirin.
 
Şahîn Polat ragihand ku armanca meşê ya bingehîn şikandina tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ye û anî ziman ku wan li her bajarê li ser rêya wan hevdîtinên gel, konferans, panel û çalakiyên çandî çêkirine. Polat da xuyakirin ku dosyeya ku li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê amade kirine, pêşkêşî gelek saziyên civaka sivîl kirine û diyar kir ku li gelek bajaran bi posterên Abdullah Ocalan bi coş pêşwaziya wan hatiye kirin.
 
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ KONSEPTA ŞER E’
 
Polat diyar kir ku bi dirêjahiya dîrokê hewla bênasnamehiştina gelê kurd hatiye dayîn û wiha domand: “Sed saliya Lozanê temam bû. Em wek kurd êdî qebûl nakin ku em sed saleke din bê nasname û bê maf bijîn. Di vê çarçoveyê de ew tecrîda ku li Birêz Ocalan hatiye ferzkirin, konsepta şer e. Gelê kurd ji bo Birêz Ocalan dibêje ‘ew îradeya min a siyasî ye’. Eger tecrîd berdewam bike, ew ê qirkirin û wehşetên li Rojhilata Navîn jî berdewam bikin. Lewma çareserî ew e ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinan divê bê praktîzekirin. Em bi boneya vê meşê careke din dibêjin ku Birêz Ocalan mifteya azadiyê ye.
 
Polat bang li gelê kurd û dostên wî kir ku beşdarî meşa ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ bibin ku ew ê di 17’ê Sibatê de li Kolnê dest pê bike.
 
‘GEL BI ELEQE PÊŞWAZIYÊ LÊ DIKIN’
 
Hevberdevkê Dîwana Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (KCDK-E) Murat Ceylan tekez kir ku komploya navneteweyî bi berxwedana Abdullah Ocalan û gelê kurd hatiye pûçkirin û got: “Hêzên navneteweyî li ser domandina komployê rijd in.” Ceylan bal kişande ser wê yekê ku hemû gel fikrên Abdullah Ocalan bi baldarî pêşwazî dikin û wiha domand: “Em çûn her ku derê, me dît ku gel dixwaze behsa fikrên Abdullah Ocalan bike û di çarçoveya paradîgmayê de wan fikran cî bi cî bike.”
 
Ceylan diyar kir ku gelên dinyayê fikr û ramanên Abdullah Ocalan nas dikin û bang li gelê kurd û dostên wî kir ku beşdarî meşa ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ bibin ku ew ê di 17’ê Sibatê de li Kolnê dest pê bike.
 
‘2024 DÊ BIBE SALA SERKEFTINÊ’
 
Berdevka Perwerdeya Komîna Jinên Kurd a Reimsê Gozde Çakirê da zanîn ku ew 25 sal in li dijî komployê tê dikoşin û diyar kir ku ew ê sala 2024’an bi serkeftinê bê tacdarkirin. Çakirê amaje bi tecrîda li Îmraliyê kir û got: “Her çend tecrîd li Abdullah Ocalan tê kirin, lê di esasa xwe de li dijî gelê kurd û jinan tê kirin. Bi xêra paradîgmaya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, jin xwe û derdora xwe rêxistin dikin. Em di hişmendiya wê yekê de ne ku ev yek bi xêra paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Lewma bi taybetî wek jinekê cihê serbilindiyê ye ku ez beşdarî vê meşê bûme.”
 
‘AZADÎ DI FELSEFEYA OCALAN DE YE’
 
Çakirê amaje bi wê yekê kir ku azadiya jinan di felsefeya Abdullah Ocalan de ye û wiha domand: “Vê têkoşînê bi pêşengiya gelê kurd dest pê kir, lê îro em dibînin ku gelên cuda xwedî lê derdikevin. Jin bûn bikerên vê têkoşînê. Em wek jinên kurd em deyndarê Abdullah Ocalan in. Lewma ez hêvî dikim ku hemû jin bi awayekî bihêz beşdarî meşa me bibin ku em ê di 17’ê Sibatê de li Kolnê bidin destpêkirin.”
 
 MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/02/2024
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’