Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin

  • rojane
  • 09:38 10 Sibat 2024
  • |
img
SÊRT - Namzetên Hevşaredariyê yên navçeya Hawêl a Sêrtê Şefîk Gunel û Sumeyye Karasû diyar kirin ku ew ê paradîgmaya azadiya jinê esas bigirin û gotin: "Heke em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, em ê feraseta xizmetkirinê li gelê xwe vegerînin û bi vê feraseta xizmetê gelê xwe bi pêş ve bibin." 
 
Li navçeya Hawêl ya Sêrtê namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzî Sarsilmaz û Gulden Gulmez di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de bi 902 dengan bi ser ketin. Lê di 15'ê adara 2020'i de Qeymeqamê Hawêlê yê wê demê Mehmet Tûnç ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weke qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Namzetên Hawêlê Şefîk Gunel û Sumeyye Karasû (22) ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin, diyar kirin ku ew ê tevî hilbijêrên li navçeyê hatine veguhestin jî di hilbijartina 31’ê adarê de bi ser bikevin.
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Hawêlê Şefîk Gunel diyar kir ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehiyê li Hawêlê qedandiye û li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê mamostetiya tirkî qedandiye. Gunel da zanîn ku 14 salan li Hewêlê mamostetî kiriye û nêzî 20 sal in jî li Baykansporê bi topê lîstiye.
 
‘HEWÊL JI HEMÛ PÊKHATEYÊN CIVAKÊ PÊK TÊ’
 
Gunel diyar kir ku Hawêl ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî pir xweş e û wiha got: “Welatekî pir xweş e ku ji çar aliyan ve bi çiyayan hatiye dorpêçkirin û çemek tê re derbas dibe. Xelkê Hawêlê di nav keskahiyê de dijî. Dîroka navçeyê vedigere sala 1947’an. Mirovên ji gund û bajarên derdorê hatin vir avakirin û ev der ji hemû pêkhateyên civakê pêk tê.”
 
‘PIRSGIRÊK PIRIN LEWMA NAYÊN ZIMAN’
 
Gunel bal kişand ser pirsgirêkên Hewêlê û got ku pirsgirêkên Hewêlê ew qas pir in ku mirov nikare bihejmêre. Gunel diyar kir ku tayînkirina qeyûman Hewêl paşve biriye û wiha dirêj kir: “Mixabin ev pergala ku qeyûm tayîn dike, xizmeta Hewêlê nake. Ji ber ku xizmet nayê kirin Hewêl bi paş ve diçe û gel bi xwe jî ji vê yekê nerazî ye. Şaredarî saziyeke ku li ser esasê xizmeta gel hatiye avakirin e. Lê mixabin saziya ku xizmetê dide gel, niha xizmetên heyî jî paşve girtiye. Gelê Hewêlê jî vê yekê bi zelalî dibîne. Pêwîste ev pergala qeyûm di zûtirîn demê de ji Hewêlê derkeve. Feraseta şaredariyê ji feraseta xizmetguzariyê dûr ket û veguherî qezencê. AKP û qeyûmên tayînkirî ji bo dostên xwe û alîgirên xwe dixebitin. Heke em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, înşellah em ê feraseta xizmetkirina gel ji nû ve bînin û bi vê feraseta xizmetguzariyê dîsa gel bi pêş ve bibin.”
 
‘PIRSGIRÊKA SEREKE AV E’
 
Gunel diyar kir ku hemû kolanên Hewêlê ji aliyê fizîkî ve wêran bûne û destnîşan kir ku welatî nikarin li kolanan bimeşin. Gunel anî ziman ku divê ev bedewiya erdnîgariya Hewêlê bi awayekî herî baş bê bikaranîn, lê belê ev bedewî ji aliyê qeyûm ve hat paşguhkirin û wiha berdewam kir: “Em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi çêkirina projeyan hatin vir. Berpirsiyariya me ya ewil dê çêkirina rêyên kolanan be. Em ê li her taxê qadên lîstikê yên zarokan ava bikin. Pirsgirêka avê pirsgirêka sereke ya Hewêlê ye. Di mehên havînê de tenê saetekê av ji tevahiya navçeyê re tê dayîn. Ma ev qeyûmê ku hemû derfetên dewletê bi kar tîne, nikare vê pirsgirêka Hewêlê çareser bike? Em ji bo çareseriyê amade ne û em ê çareser bikin. Ji çar aliyê Hewêlê av derdikeve lê xelkê Hewêlê tî mane. Ma xizmet tenê rojê saetekê av dayîn e?  Em ê vê çemê Hewêlê baş bi kar bînin û ji bo çalakiyên civakî qadan vekin. (Çevre Yolu) çêkirin, lê ger nehata çêkirin dê çêtir bûya. Gelê me nikare li wir bimeşe. Em ê li ser rêya (çevre yolu) daran biçînin û rêya meş û bisîkletê ava bikin.”
 
‘DIVÊ EM VÎ QEYÛMÎ BIŞÎNIN’
 
Gunel anî ziman ku divê gelê Hewêlê dawî li vê nêzîkatiya qeyûm bîne û got ku divê qeyûm ji nava gelê Hewêl derkeve. Gunel wiha domand: “Ev yek wê bi me û gel re pêk were. Ji bo xizmeta rasteqîn ji gelê Hewêl re bê kirin divê beriya her tiştî em vî qeyûmî bişînin. Dema em kurd yekî dişînin, em avê li pişt wî dirijînin da ku ew bi silametî biçe û bi heman awayî vegere. Lê em ê vî qeyûmî bi gel re li Hewêlê bişînin û avê jî li dû wî narijînin. Ew qeyûm êdî venagere.”
 
‘EM Ê NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA JINAN DÎSA VEKIN’
 
Namzeta Hevşaredariyê Sumeyye Karasûyê jî diyar kir ku wê jiyana xwe ya perwerdehiyê li Sêrtê qedandiye û du serdeman jî Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Hewêlê kiriye. Karasûyê wiha berdewam kir: “Niha li Hewêlê jin ji aliyê mêran ve tên paşxistin.Karê me yê yekem ew e ku em Navenda Piştevaniyê ya Jinan ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin ji nû ve vekin, da ku vê rewşê bişkînin. Li Navenda Piştevaniyê ya Jinan, jinan hem ji bo xwe hem jî ji bo malbatên xwe tevkariyê dikirin û bi xwe bawer bûn. Em ê piştî şandina qeyûm wêderê dîsa bixin xizmeta jinan.”
 
‘EM Ê JI JINAN RE QADAN BIAFIRÎNIN’
 
Karasûyê diyar kir ku jin ji bo wan bi qîmet in û got ku wan ev bar ji bo jinan girtiye li ser milên xwe. Karasûyê da zanîn ku weke jin ew ê bibe nûner û hêza jinan a li Hewêlê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi her awayî derfetên xebatê pêşkêşî jinan bikin û ji wan re qadan biafirînin. Beriya her tiştî em ê paradîgmaya azadiya jinê esas digire ava bikin, şaxên jinan aktîf bikin û bi hevalên xwe yên jin re pirsgirêkên Hewêlê çareser bikin. Banga min ji gel û jinên Hewêl re ew e ku em werin cem hev û em vî qeyûmî bişînin cihê ku heq dike.”
 
MA - Bazîd Evren
 

Sernavên din

10/02/2024
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’