Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin

  • rojane
  • 12:22 10 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê hatiye destpêkirin dê bi serkeftinê encam bibe û anî ziman ku grev û kampanyayên dom dikin dê bibe pêla destpêkê ya têkoşîneke mezin. 
 
Bi ser komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û radestkirina wî ya Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Gelê kurd 15’ê Sibatê weke “roja reş” pênase dikin û ev dîrok ji bo Rojhilata Navîn jî bû qonaxeke pir girîng. Ji ber ji Rêberê PKK’ê Ocalan di encama komployê anîn Tirkiyeyê şûnde, li Rojhilata navîn şer û mudaxileyên hêzên emperyal qet nesekinîn. 
 
Serokwezîrê Tirkiyeyê yê demê Bulent Ecevît bi komploya navneteweyî ya DYA, Îsraîl, Ingilîstan, Rûsya, Îtalya, Almanya, Fransa û Yewnanîstan tê de bû, nehesiya û wiha li xwe mikur hatibû, “Apo çima teslîmî me kirin, min fêm nekir”. Piştî komploya ku serkêşiya wê DYA’yê kir, Serokê demê Bill Clinton, piştî navbera 21 salan, çû Şamê û bi Hafiz Esad re hevdîtinekê pêk anî. Hevdîtin 4 saetên dom kir û ji van 3 saet mijar bû Ocalan. Piştî hevdîtinê plansaziya komployê gav bi gav hate honandin û bi derxistina Ocalan ya ji Sûriyeyê, komlo dest pê kir. Tevahiya hêzên di komployê de cih girtine, ji bo ku têkoşîna azadiya kurd bi dawî bibe, hevkariyê kirin. Rêxistinên van welatan ên îstîxbaratê bûn rêvebirên komloyê yên li qadê. Ocalan piştî hate girtin, xistin girtîgeha girava li Îmraliyê ya bi awayeke taybet hatiye amadekirin û ev 25 sal e di bin tecrîdekek giran de tê ragirtin. Ocalan di van 25 salên derbasbûyî de hevdîtinên sînordar bi malbat û parêzerên xwe re pêk anî û 35 mehên dawî jî di bin tecrîdeke têkuz de ye. 
 
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar, ser encam û sedemên komploya 25 berê dest pê kiriye û tecrîda ser Ocalan bi Ajansa me re axivî. 
 
‘XWESTIN PKK’Ê BERTEREF BIKIN’
 
Aydar bi bîr xist ku pêşiya komployê li Kurdistanê şereke “dijwar” dom dikir û anî ziman ku di serî de Emerîka, hêzên navneteweyî ji bo ku Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin, hin mudaxileyan li herêmê kirin û da zanîn ku kurd û Tirkiye jî lingeke vê plansaziya mudaxileyê bûn. Aydar wiha domand: “Jixwe Tirkiye demeke dirêj hevserokatiya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn kir. Emerîka xwest ku Kurd jî li dijî Tirkiyeyê têkoşînê bikin û piştgiriyê da PDK’ê û YNK’a li Herêma Başûr a Kurdistanê pêşengtiyê dikin. Xwestin ku PKK’a li bakur têkoşînê dide meşadin jî, berteref bikin.” 
 
‘DIGOTIN EMRÊ PKK’Ê 6 MEH E’
 
Aydar diyar kir ku gava ewil a plansaziya berterefkirinê ser Ocalan ava kirin û destnîşan kir ku pêşiyê xwestin ser Sûriyeyê zextê ava bikin da ku Ocalan ji welat derxe. Aydar anî ziman ku di encama danezana hatiye avakirin, rê li ber çûna Ocalan a Yewnanîstanê vekirin û wiha axivî: “Serok Apo li wê derê bi rûyên tirş ve hate pêşwazîkirin. Jixwe berdewamiya wê tê zanîn… Herî dawî di encama plansaziyekê li Kenyayê teslîmî Tirkiyeyê kirin. Armanc bi temamî berterefkirina PKK’ê bû. Li gorî wan dema têkiliya PKK’ê û Serok Apo were qutkirin, dê emrê PKK’ê 6 meh be. Gotin ku dê wekî serhildanên berê yên kurd be lê belê ev plansazî bi ser neket.”  
 
‘BI QASÎ KU SEROK APO DÎLGIRTÎ BE…’
 
Aydar, diyar kir ku Ocalan di têkoşîna li dijî Girtîgeha Îmraliyê de “bi derfetên qasî serê derziyê” paradîgmaya ku pêşkeşî gelen kiriye, plansaziyên ser PKK’ê ya hêzên navneteweyî, xera kir. Aydar wiha domand: “Bi qasî ku Serok Apo dîlgirtî be, em nikarin bêjin me vê komployê vala derxistiye. Hinek kes pêvajoya 25 salan bike roma dê pêvajoyeke bir dîrokî vebêje. 25 sal li hundir û derva li ser agir derbas bû.” 
 
RAYEYA TIRKIYEYÊ YA GARDIYANTIYÊ!
 
Aydar got ku tespîta Serok Apo ya “Rayeya gardiyantiyê dane Tirkiyeyê” gelek di cih de ye û bi bîr xist ku hêzên navneteweyî bi feraseta “me girt, em didin we” tevgeriyan û wiha pê de çû: “Dema ku Serok Apo dîl hate girtin, Serokwezîrê demê Ecevît wiha pirsîbû, ‘min hêj jî fêm nekiriye, gelo çima teslîmî me kirin’. Dema em berê xwe didin geşedanên din, me dît ku di sala 2001’an li Ewropayê lîsteyeke terorê hate weşandin, stratejiya piştgiriya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin û rol hatin guhertin. Roja Tirkiyeyê jî guherî.”
 
‘JI VÊ PARADÎGMAYÊ DITIRSE’
 
Aydar da zanîn ku rejîma dîlgirtinê ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, darbeya hemî mezin ya li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Aydar diyar kir ku li dijî vê yekê têkoşîna gelê kurd û rola ku Ocalan dilîze, nahêle hêzên navneteweyî bigihijin armancên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pradîgma daniye holê, ji bo mirovahiyê bûye çareseriyeke cîhanî. Têkoşîna Serok Apo ya 25 salan, ji têkoşîna li derve zêdetir e. Têkoşîneke 51 salan a azadiyê heye. Hêzên serdest û Dewleta Tirkiyeyê ji vê paradîgmayê ditirsin. Xwegihandina gel a Rêber Apo, li dijî xwe dibînin. Dema berê jî ji bo ku nêrînên wî negihijin gel, gelek astengî hatin kirin lê belê niha bi temamî dan û stendin hatiye birîn.” 
 
‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’
 
Aydar diyar kir ku tecrîd bi armanca “tolê” tê domandin û wiha derbirî: “Ya rast, vê gavê pêdivî bi axaftina wî heye. Divê niha bi gel û mirovahiyê re biaxive. Di asteke ku pêşniyarên xwe pêş bixe û têxe xizmeta mirovahiyê de ye. Nêrînên ku dê xizmeta mirovahiyê bikin, tên astengkirin. Astengkirina nêrînên Serok Apo astengkirin mirovahiyê ye. Di hêla azadiya jinê de paradîgmayeke pir hêja hate pêşxistin. Binêrin di serhildana Îranê de, perspektîfa Serok Apo ya ‘Jin jiyan azadî’ bi pêş ket. Di hêla din de, dê cîhan çawa were parastin? Paradîgmayeke ku dê xizmetî tevahiya dinyayê bike, di holê de ye lê belê avakarê vê paradîgmayê, feylesofê wê di hundir de tê ragirtin. Vê gavê li her dereke dinyayê, mirov dixwazin di çarçoveya paradîgamayê de perwerdeyê bistînin.” 
 
‘ŞOREŞA ROJAVAYÊ’
 
Di berfirehiya axaftina xwe de Aydar destnîşan kir ku bi şoreşa li Rojavayê hatiye pêşxistin, careke din komplo “hatiye valaderxistin” û got: “Ambargoyên li çar aliyan de tên pêşxistin, di bin êrişan de, bi temamî jiyanek tê avakirin. Li wê derê jiyana gelan a bi hev re, civakbûna wekhev a jinan, pir girîng e. Serok Apo çawa ku ev 35 meh in di bin tecrîdeke giran de be, hemen dijminatiyê êrişên li dijî rojavayê têne domandin. Dixwazin jiyanê ji holê rakin. Ev jî rengeke cuda yê komployê ye. Êrişeke li dijî paradîgmayê ye.”
 
‘XWE WEKE ŞER Û MIRIN NÎŞAN DIDE’
 
Aydar nirxandina “Girtina deriyên Îmraliyê, bi gel re wek şer û mirin vedigere” kir û bîr xist ku dema di pavajoyên Ocalan ketiye dewrê de, kanalên aştî û diyalogê vebûne. Aydar bal kişand ser greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, li girtîgehan hatiye destpêkirin û kompanyayên dom dikin û got: “Hûn nikarin her du pirsgirêkan ji hev cuda bikin, di nava hevûdu de ne. Deh hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de ne. Greva birçîbûnê digihije roja xwe ya 80’yan, bibiryar in. Berê jî grevên mezin ên birçîbûnê û rojiyên mirinê hatin li dar xistin. Bi peyama Rêber Apo bi dawî bûbû û ji nû ve pêvajoya diyalogê dest pê kiribû. Vê carê dê çêbe, dê çênabe em pê nizanin; lê belê em di pêngava çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan de bibiryar in.”
 
‘DESTPÊKA PÊLA TÊKOŞÎNÊ’
 
Aydar axaftina xwe bi van gotinan domand: “Em difikirin ku dê ev pêngav encam bigire. Ne tenê çalakiyên li kolanan, hevdîtinên girîng jî tên kirin. Plansaziyên konferansên Îtalya, Swêd, Fransa û Almanyayê hene. Wek temamî berdewam dikin. Ev grev û kampanya destpêka pêla mezin a têkoşîna tê ye. Divê demildest müzakere û diyalogê bidin destpêkirin. Di pêvajiyên berê de em samîmî bûn, lê belê aliyê hember wek taktîkî nêz bû û mirin hatin jiyîn. Welat êşê dikişîne. Ji bo ku dawî li van hemûyan were, divê tecrîd bi dawî bibe. Ev têkoşîn têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ye.”  
 
BANGA MEŞA KOLNÊ
 
Aydar, di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna meşa Kolnê ya 17’ê sibatê kir û got: “Em ê li wê derê li benda kurd û dostên kurdan bin. Em dixwazin azadiya Serok Apo û hevalên wî, çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Kurdistanê ji dinyayê re vebêjin.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

10/02/2024
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’