Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin

  • rojane
  • 15:16 10 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ÎHD’ê û malbatên windakiriyan ên vê hefteyê de aqûbet û faîlên Mehmet Tekdag, prz. Metîn Can, Dr. Hasan Kaya, Nezîr Tekçî û Maksût Tepelî hate pirsîn. 
 
Di çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan ên bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de aqûbeta kesên hatine windakirin hate pirsîn û daxwaza edaletê hate dubarekirin. 
 
Li Amedê malbatên windakiriyan û ÎHD di hefteya 783’yemîn a çalakiya xwe ya li navçeya Rezanê de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê hatin bahev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin û malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Malbatên windakiriyan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li meşê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Tekdag ê di 12’ê sibata 1993’yan de li Amedê hate qetilkirin hate vegotin. 
 
‘EZ BÊ BIRA HIŞTIM’ 
 
Xwişka Mehmet Tekdag a beriya daxuyaniyê axivî, wiha got: “Dema ku em îro hatin qada çalakiyê weke ku em biçin ser gora wî li me hat. Mehmet Tekdag dema ji bo kar ji malê derket ji aliyê sîxuran ve hate revandin. Ez bê bira hiştim. Em dixwazin cihê gorê hebe, cenazeyê xwe dixwazin. Heq û hiqûqê dixwazin. Alî Tekdag jî anî ziman ku birayê wî ji aliyê dewletê ve hate kuştin. Heke dewlet bizane bila derxe holê. Alî Tekdag jî revandin û hatin pirsa wî kirin. Bavê min jî got ku dewletê biriye. Bavê min jî piştî 2 mehan ji ber vê rewşê qehirî û jiyana xwe ji dest da. Dewlet jî polîs jî dizanin ka kê kiriye. Bila aqûbeta wî derxînin holê. Bila xwedê heqê me ji wan re nehêle.”
 
Dû re endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Bawer Çîndemîr çîroka Tekdag xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û malbatên windakiriyan, di çalakiya xwe ya 619’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de malbatan wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên piştî di 21’ê sibata 1993’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Xarpêtê hatin revandin, hatin qetilkirin hate xwendin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Reşît Çetînkaya ê çîroka wan xwend, da zanîn ku Can û Kaya ji mala xwe ya li navenda Xarpêtê hatin revandin. 
 
Çetînkaya, diyar kir ku têkildarî kuştina Metîn Can û Hasan Kaya lêpirsîneke bi bandor nehate birêvebirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 109’an a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser hate nivîsîn û wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nezîr Tekçî yê 25 salî ku dema li gundê Yekmala Jorê şivantî dikir, di 28’ê nîsana 1995’an de ji aliyê leşkerên girêdayî Tûgaya Piyade ya Gelîbolûyê ve bi hinceta “cil û bergên kurdî” li xwe kiriye, hate binçavkirin û piştî hate gulebarankirin, bi laşê wî ve mayîn hate teqandin, hate pirsîn. Malbata Tekçî jî tev li daxuyaniyê bû. 
 
Metna daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz xwend. Çapraz a tiştên roja bûyerê ragihandin, qala paşeroja doza Tekçî kir û got: “Em ê ji bo ku heqîqet derkeve holê û Nezîr Tekçî yê hatiye qetilkirin daxwaza xwe ya edaletê bidomînin û ji bo berpirsyar bi darizandineke rast bên cezakirin em ê dengê xwe bilind bikin.” 
 
Dû re peyama rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û parêzerê Tekçî Huseyîn Bogatekîn hate xwendin. Bogatekîn di peyama xwe de qala çîroka Tekçî kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” careke din ji ber Sumerbank a Kevin a Konakê bang kir. Di çalakiya pankartên “Windakirî wijdan in xwedî li wijdana xwe derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hate vekirin de daxuyaniya bi kurdî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, bi tirkî jî rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin xwend. 
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbet û faîlên Maksût Tepelî yê di 2’yê Sibata 1984’an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin hate windakirin hate pirsîn. 
 
 

Sernavên din

10/02/2024
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’