Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e

  • rojane
  • 15:29 10 Sibat 2024
  • |
img
WAN - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a di 2’yemîn Kongreya Asayî ya rêxistina partiya xwe ya Wanê de axivî, diyar kir ku dê di siyaseta rêya 3’yemîn de israr bikin û got: “Rêya sêyemîn li Rojhilata Navîn û vî welatî teminata jiyana hevpar e.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li bajêr pêk anî. Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên li Derguşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê (TTB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Weqfa Mafê Mirovan(THÎV), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên navçeyan ên DEM Partiyê, DBP, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û gelek kes tev li bûn.
 
Girse bi cil û bergên xwe yên gelerî tev li kongreyê bû. Girseya ku di salonê de bi cih nebû li hewşa salonê kongre temaşekirin. Bi rêzgirtinê û avabûna dîwanê kongreyê dest pê kir.
Di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê girtiye û di bin tecrîdeke giran de ye. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gonul Uzunay kesên tev li kongreyê bûne silav kir û balkişand ser Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û wiha got: “Ez girtiyên di greva birçîbûnê de û malbatên di Nobeta Edaletê de ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi çalakiyê kirine silav dikim. Ez Meşa Mezin a Azadiyê silav dikim. Gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe azadiyê bidest bixe.” 
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî da zanîn ku zarokên wan 76 roj in di greva birçîbûnê de ne û got ew naxwazin tu kes bimire û got mifteya aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
 
Nazîme Arvas jî li ser navê komîsyona kongreyê axivî û got wê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û got dem dem azadiya Abdullah Ocalan e.
 
‘GELÊ ME DÊ SERBIKEVE’ 
 
Piştî xwendina rapora aborî û faliyetan Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan axivî û wiha got: “Ez her kesî silav dikim. Ez ji bo hemû kesên di vê pêvajoyê de bi me re mil bi mil dixebite spas dikim. Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Çalakiya girtiyan û Nobeta Edaletê didome. Meşa Azadiyê didome. Ev çalakî wê bigihêjin serkeftinê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev 3 sal in agahî jê nayên girtin. Destura hevdîtinan nayê dayîn. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Hilbijartin nêz dibin. Çavê hemû kesî li Wanê ye. Wê Wan ji 14’an 14 hebî jî bigire.Wê gelê me biserkeve.”
 
‘EM Ê DI RÊYA SÊYEMÎN DE ISRAR BIKIN’ 
 
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî da zanîn ku ew di siyaseta Riya 3’yemîn de bi israr in û got siyaseta Riya 3’emîn ya ku Abdullah Ocalan pêşxistiye ji bo wekheviyê, zemînê ava dike. Doganê wiha vegot: “Ev hilbijartinên pêş me girîng in. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman heye. Îradeya gel hat xespkirin. Divê her kes di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.  Bawer bikin wê dengek gelek giştî biguhere. Ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk em di riya 3’yemîn de bên gel hev em ê biserkevin.”
 
KÛRT Û DÎLEKÇÎ WEKE HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN 
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî weke hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

10/02/2024
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’