Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin

  • rojane
  • 14:10 13 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan rojeva hilbijartinên xwecihî nirxand û wiha got: “Em biryarên xwe ji gelê xwe dipirsin û di rêya wan diyarkirî de dimeşin. Em fermanan ne ji qersan lê ji gelê xwe digirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiyê ya heftane de li Meclisê axivî. 
 
‘EM PARTIYA DIYARKER IN’
 
Bakirhan, got ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de partiya diyarker in û ev tişt anî ziman: “Her roj li ser televîzyon û deverên cuda kî devê xwe veke qala DEM Partiyê dike lê ji DEM’ê tu kes tune ye. Li ser navê me diaxivin û şîroveyan dikin. Hewl didin tercîhên me yên demokratîk bidin ber nîqaşan, eyarê bidin me û xeta me diyar bikin. Ew nizanin ku em di rêya gelê me diyarkirî de dimeşin. Bo me tu wateya hewldanên wan nîne. Yên ku DEM Partiyê ne weke partiyeke siyasî lê weke ‘depoya dengan’ dibînin, bila guhên xwe baş vekin û li me guhdar bin.”
 
‘EM Ê BI RENGÊN DEM’Ê BIXEMILÎNIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser perspektîfa Rêya Sêyemîn a DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Em ê di hilbijartinê de Tirkiyeyê bi rengê DEM’ê bixemilînin. Li Tirkiyeyê lîstikek tê lîstin ku serlîstikvanên wan îktîdar û mxualefete. Hewl didin pirsgirêkên esasî yên gel bidin jibîrkirin. Xelk di dora nanê şevî de ji bo jiyanê têdikoşe û ciwan li ser rêyên koçberiyê li pêşeroja xwe digerin. Teqawid her roj birçî radizên. Li tu devera cîhanê karker ji patronan zêdetir bacê nadin. Lê li Tirkiyeyê didin. Li her derê feqirî û hejarî heye.” 
 
BAL KIŞAND SER NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ STENBOLÊ 
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser nîqaşên piştî DEM Partiyê Stenbol jî di nav de li gelek bajaran namzet derxistî derketîn û wiha pê de çû: “Nivîskarên ku qaşo muxalîf lê di esasê xwe de alîgir ên ku derheqê van de yek gotinê nakin, bi şev û roj heqaretê li DEM Partî û gelê kurd dikin. Nûnerên gelê kurd tên girtin û li şaredariyên wan qeyûm tên tayînkirin û deng ji van dernakeve. Tenê temaşe dikin. Di serî de Stenbol, me li her derê namzetên xwe bi raya giştî re parve kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê li Stenbolê gelên me bi awayekî herî baş temsîl bikin. Piştî me namzetên Stenbolê diyar kirin, me dît ku kesên aqilê wan di tûrikê kesên din de ketin nava xofê. Di qunciknivîsên xwe de, li ser ekranan ketin nava şîrove û helwestên pûç û vala. Gelo we ji van kesan heta niha derheqê zem, xespkirina mafan, nelirêtî, qeyûm û neçareserkirina pirsgirêka kurd de yek gotin bihîstiye? Nexêr. Ji ber ku derdê van ew e ku li gel muxalefet û îktîdarê di sedsala 21’an de jî gelê kurd bi mêtingeriyê birêve bibin.
 
Dibêjin ku mafê we yê dengdayînê heye lê bidin namzetê me. Dibêjin ‘em wekhev in, bira ne’ lê em vê nabînin. Em vî aqilê mêtingeriyê red dikin. Gelê kurd ê sedsaleke din weke mêtingeh neyê birêvebirin. Yên ku mûçeyên xwe ji kulûbên dewlemandan digirin û yên ji plazayan dernakevin, hewl didin rêyê nîşanî gelê kurd û DEM Partiyê bidin. Li gorî van kurd nikarin siyasetê bikin û ew kê namzet nîşan bidin divê dengê xwe bidin wî/ê. Lê divê bizanin ku ew zarokên me yên li pey otobûsên me yên hilbijartinê baz didin jî dikarin deh kesên mîna van ji berîka xwe derxînin. Bawer bikin ew zarokên hêja ji van kesên li ser ekranan şîroveyan dikin pir polîtîktir in. 
 
Dê ev kesên şîroveyên vala vala dikin biryarê nedin bê ka em ê çi bikin. Em bi xwe biryarên xwe didin û pêk tînin. Em biryarên xwe ji gel dipirsin, em gelê xwe weke kirde dibînin û di rêya wan nîşanî me dayî de dimeşin. Gelê kurd û DEM Partî li Tirkiyeyê kirdeya avaker a siyasetê ye. Duh jî wisa bû îro jî wisa ye. Lewma wiha êriş dikin. Tişta balkêş ew e ku dema em namzetan derdixînin dibêjin ji cihekî ferman girtine, dema em namzet nîşan nedin jî heman tiştan dibêjin. Lê ew jî bi qasî me bi rastiyê dizanin. Em fermanan ne ji qesrê lê ji gelên xwe digirin.
 
EM Ê DAWÎ LI LÎSTIKÊN ALÎ CENGÎZ BÎNIN 
 
Derdê wan sindoq, meqam û rant e. Armanca me jî ew e ku di 1’ê nîsanê de aştî û demokrasiyê diyarî vî welatî bikin. Ew bazirganiya siyasî dikin lê em ji bo demokrasî û aştiyê hewl didin. Em ê dawî li van lîstikên Alî Cengîz bînin û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, ji bo DEM’ê serdema Tirkiyeyê bidin destpêkirin. Em ê ji 31’ê adarê ve aştiyê bînin her bihostekê vî welatî. Rêya me ew nîne ku di navbera mitehit û rantxwiran de tercîhekê bikin. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Rêya Sêyemîn, rêya kedkar, kurdan, elewiyan û bindestan e. 
 
Yên di demên dawî de li ser klavyeyê rûdinin û gotinan ji me re dikin wiha dibêjim; me li gel partiyên pergalê tevlihev nekin. Em bi gavên bibiryar dimeşin û her gaveke me bi bedel hatiye avêtin. Ev têkoşîn li zindanan û her deverê didome. 
 
NAMZETÊN STENBOLÊ
 
Me li Kurdistanê pêşhilbijartin kir û namzetên xwe diyar kir. Em niha jî namzetên xwe yên li bajarên rojava eşkere dikin. Namzetên bajarên hêj nehatine eşkerekirin jî dê sibe heta dusibe bên eşkerekirin. Me namzetên xwe yên Stenbolê eşkere kirin. Dilê Tirkiyeyê li Stenbolê lê dide. Hevalek me ji kevneşopiya Terzî Fîkrî û yek jî ji ya Edîp Solmaz tê. Dê her du jî van kevneşopiyan li Stenbolê baş bi cih bînin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye; werin rêveberiyên herêmî bidin destên baş û van bajaran azad bikin û ji van rantxwiran rizgar bikin. 
 
Em amade ne ku Enqereyê ji pêşpirka di navbera du aliyên nîjadperest rizgar bikin. Em amade ne ku Antalyayê ji talankirina xwezayê rizgar bikin. Banga me ji bo hevalên me yên li Stenbolê û bajarên din ew e ku kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û têbikoşin. 
 
HILBIJÊRAN VEDIGUHÊZIN
 
Li 32 navendên ku em ê lê bikevin hilbijartinê hesabên zirav kirine. Bi qasî ku bikarin îradeya gelê me xesp bikin, hêzên ewlekariyê weke namzet hatine veguhestin. Dema mijar dibe hîle, ev îktîdar û serokkomar eslê xwe ji bîr dikin. Bajarên herî zêde niha xizanî lê heye bajarên kurdan e. Îcar ev jî têr nake û ji bo xespkirina îradeya wan jî hilbijêrên gerok vediguhêzin. Navê vî tiştî dizî ye, nelirêtî ye. Navê vê xespkirina vîna gelê kurd e. Lê ew derdorên serê sibehê heta êvarê derheqê me de diaxivin, li dijî vê bêdeng in. Heke hinek wijdana wan hebe, bila pirsa vê ji hikûmetê bikin. Di serî de jî muxalefeta ku dengên me ji bo xwe dihesibîne. Yên ku li dijî vê rewşê dernekevin, bila ji xwe re nebêjin demokrat û pêşverû. 
 
NAVE KU LI AMEDÊ KURD LI ENQEREYÊ GUR BΠ
 
îcar beriya ku şerm bikin çendek roj berê li Amedê digot; ‘rêya me vekin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin (Efkan Ala).’ Em li vir di hizûra we de bibêjin; bane ku hûn li Amedê kurd û li Enqereyê gur bin. Bi vî awayî hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Siyaseta we rê li ber şer û pevçûnan vedike. Heke îradeya we ya çareseriyê hebe, kerem bikin. Li wir dibin kurd û li vir siyaseta MHP’ê diparêzin. 
 
ÇARESERÎ ÎMRALI YE
 
Heke îradeya we ya çareseriyê hebe, navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye. Ma navnîşana ji vê zelaltir heye? Em ê bibînin bê ka îradeya wan a çareseriyê heye yan na. Heke îradeya wan hebe ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokrasiyê çareser bikin, bila vê bibêjin. Gelo derheqê zimanê kurdî, girtiyên siyasî, qeyûm, êrişên ser Rojava û Başûr de çi difikirin? Vaye bila derkevin û bibêjin. Da ku em jî fêm bikin. Em di hizûra we de soz didin, heke îradeya wan a çareseriyê hebe em amade ne ku piştgiriyê bidin wan. Lê heke nebe, em ê li ber xwe bidin. Dema mijar dibe çareserkirina pirsgirêka kurd, em bi her kesî re hevdîtinê dikni. Ji bo me ya girîng, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Pirsgirêka kurd, ji hilbijartinan girîngtir e. 
 
BANG LI ÎKTÎDAR Û MUXALEFETÊ KIR
 
Hûn tevek Meşa Mezin a Azadiyê dişopînin. Banga min ji bo we tevan ew e ku hûn lê guhdar bin û piştgiriyê bidin. Meşekî pir girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e. Çendek roj berê li Mêrsînê tev li Nobeta Edaletê bûn. Daxwaza wan ew e ku li vî welatî êdî ciwan nemirin. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û aştî pêk bê. Banga min ji bo îktîdar û muxalefetê ew e ku li dengê dayikan guhdar bin. Her wiha hevalên me yên li zindanan 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ew jî balê dikişînin ser navnîşana gavek berê min gotî û dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
MA EV MESELEYE DI 25 SALAN DE ÇARESER BÛ? 
 
15’ê Sibatê 25’êmîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan e. Çavkaniya neçaerserkirina pirsgirêkê di vê komployê de ye. Birêz Ocalan ev 25 sal in di tecrîdê de ye. Gelo ma vê yekê pirsgirêk çareser kir? Ma gelê kurd dev ji daxwazên mafên xwe berda? Na. Anku komploya navneteweyî tiştek bi Tirkiyeyê neda qezenckirin. Berevajî vê, tevahiya aborî û enerjiya Tirkiyeyê di çarçoveya vê komployê de vala vala xerc kirin. Lewma jî em vê komployê şermezar dikin. 
 
Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê Tirkiye ji krîzan xelas nebe, dê derhiqûqtî bidomin. Çareserî ji bo başiya me tevan e. Dê firsend çêbibe ku 86 milyon kes bi xwişk-biratî bi hev re bijîn. Em ê Meşa Mezin a Azadiyê bi serkeftina 31’ê adarê tacîdar bikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin, mezin li ber xwe bidin û serkeftinên mezin bi dest bixin.” 

Sernavên din

15/02/2024
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir