Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!

  • rojane
  • 15:37 14 Sibat 2024
  • |
ERZÎNGAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Licikê ku karesata madenê lê qewimî bû axivî û wiha got: “Sedema vê karesatê îktîdara AKP’ê ye û em ê bi rêya darazê hesaba wê bipirsin.” 
 
Duh li Madena Çoplerê ya ji hêla Madenvaniya Anagoldê ve li navçeya Licik a Erzînganê hezaz çêbû û xebatên ji bo dîtina karkerên di bin axê de mane hatine destpêkirin didomin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari çû gundê karesata madenê lê qewimî. 
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Melîs Tantan û rêveberên partiyê yên ji bajarên Erzîngan û bajarên derdorê hatin jî bi Hatîmogûllari re bûn. Hatîmogûllari û şandeya pê re xwestin biçin qada madenê lê hêzên ewlekariyê destûr nedan. 
 
GUH NEDAN HIŞYARIYAN
 
Tulay Hatîmogûllari li cihekî nêzî qada madenê axivî û wiha got: “Her çend ku karesata li vê derê weke ‘qezayê’ nîşan bidin jî di esasê xwe de ev bûyer cînayet e. Em li nêzî kana madenê ne û li vir sînorek hatiye xêzkirin û me nekarî pêş de biçin. Dîmenên me duh temaşe kirin dilê mirov dişewitînin. Hem xelkê herêmê hem jî tevgerên ekolojiyê gelek caran ji ber vê kanê hişyarî kiribûn. Lê belê bi tu awayî guh nedan van hişyariyan. Gelek caran derheqê vê madenê de doz hatin vekirin lê ev rewş dîsa paşguh kirin. 
 
ÎKTÎDAR BI DILREHETÎ RADIZÊ
 
Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku di sala 2020’an de rûxseta berfirehkirina kapasîteya vê kanê îmze kir. Di demên berê de li vir siyanûr derketibû lê darazê tenê 16 milyon TL ceza da û tiştekî bi şîrketa Anagoldê nekir. Em vê xemsariya îktîdarê ya ku xaka Anatoliya û Mezopotamyayê pêşkeşî sermayedaran dike şermezar dikin. Di salên dawî de bênavber rûxset li şîrketan hatin velavkirin û tu yek ji wan jî rapora ÇED’ê ya bitendurist nebû. Tevî nerazîbûnên gundiyan û tevgerên hawirdorê jî îktîdarê guh nedayê û sermayedar parast. Dilê tu kesî xwe li ber dîmenên duh nagire lê îktîdar bi dilrehetî radizê. 
 
JIYANA BI HEZARAN KESAN TUNE TÊ HESIBANDIN
 
Îktîdara AKP’ê xak û ava vî welatî pêşkeşî sermayedara kir. Jiyana bi hezaran mirovan tune dihesibîne. Bi çavê mirovan li karkeran nanihêre. Dibêjin 9 karker di bin axê de ne lê hejmareke zelal li ber destê me nîne. Ev karesata li vê derê bi eşkereyî hatiye û ji ber xemsariya xwe îktîdarê mohra xwe li bin cînayetê daye. 
 
Li kanên madenan dînamît tên teqandin û gelek berhemên kîmyewî tên bikaranîn. Bêyî ku van esas bigirin, pêşiya vê şîrketê vekirine. Em vê qebûl nakin. Nahêlin zanyar bên vê derê lêkolînê bikin û hewl didin rastiyan ji raya giştî veşêrin. Ev bûyer, duyemîn bûyera Çernobîlê ye. Bendava Kebanê, Çemê Firatê, Munzurê û Hewzaya Firatê tevek niha ji vê xaka bisiyanûr bi bandor bûye. Heta pispor dibêjin dê bandora xwe heta Kendava Basrayê bike. Anku her çend ku îktîdar hewl dide weke bûyereke biçûk nîşan bide jî, di esasê xwe de rê li ber cînayetê vekiriye. Îktîdar nikare xwe ji vê xelas bike. 
 
DIVÊ KANA MADENÊ TAVILÊ BÊ GIRTIN 
 
Bêguman em ê bi rêya darazê hesaba vê ji îktîdarê bipirsin. Divê ev kana madenê tavilê were girtin û dawî li xebatên şîrketa Anagoldê bînin. Divê rûxsetên yekser hatine belavkirin dîsa bên kontrolkirin û yên bêusûl bên girtin. Divê vê venêrînê ne tenê îktîdar, odeyên pîşeyî û kesên pispor ên serbixwe jî bikin. Em li vir careke din ji xelkê Erzînganê re dibêjin ku derbasî be. Ji ber vê karesatê em gelek xemgînin. Hêvîdarim ku bikarin xwe bigihînin karkerên di bin axê de û agahiyên baş jê wergirin. Ji bo tevahiya malbatên karkeran jî debasî be û hêviyên me bi wan re ne. Dê têkoşîna me ya di vê mijarê de û piştevaniya me her tim bidome.” 
 
 

Sernavên din

15/02/2024
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir