Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan

  • rojane
  • 09:36 17 Sibat 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Namzedê Hevşaredarê DEM Partiyê Tûran Saltan ê ku li Şirnexê bi projeyên ku dê şirnexiyan bigihîne şaredariyê dest bi xebatên hilbijartinê kir, got: "Xwediyê rasteqîn ê vî bajarî gel e." 

Şirnex yek ji wan navendan e ku di rojeva hilbijartinên herêmî de çavê gelek kesan li encamên sindoqên wê ye. Di pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiy ya Gelan (DEM Partî) ji nav bernamzetên mêr Tûran Saltan hat hilbijartin. Namzeta jin jî dê li gor nêrînên şêniyên bajêr bê diyarkirin. 
 
Tûran Saltan ku di sala 1981'ê de li Şirnexê hatiye dinê, dibistana seretayî, navîn û lîseyê li bajêr temam kiriye. Saltan ku bi salan e di nava partiyên siyasî de cih digire, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir. 
 
Saltan anî ziman ku wekî welatiyekî li Şirnexê dijî, bi taybet ji sala 2015'an û vir ve rastî pêkanînên wekî "ya divê hûn ji desthilatdariyê bin an jî hûn dijmin in" tên û got ku li dijî neheqî û bêhiqqûîtiyan û ji bo jiholêrakirina berberiya hatiye afirandin û ji bo xizmeta gel bibe bûye namzetê hevşaredariyê. 
 
Saltan diyar kir ku şaredar ji bo xizmeta gel bikin tên hilbijartin û wiha got: “Pirsgirêka herî mezin a vî bajarî maf û hiqûq e. Em ê pêşî vê pirsgirêkê çareser bikin. Em ê bajarê xwe li ser liyaqat û zelaliyê ava bikin. Em ê dawî li torpîlê bînin. Niha welatiyekî ku ne ji partiya desthilatdarê be, nikare di saziyeke fermî de kar bibîne. Bi hezaran ciwanên me yên zanîngeh qedandine hene, lê ji ber vê hemû bêkar in. Em ê xwedî li bajarê xwe û gelê xwe derkevin." 
 
Namzedê Hevşaredarê DEM Partiyê Tûran Saltan 
 
MESELEYA AVA VEXWARINÊ
 
Saltan anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr ava vexwarinê ye û wiha got: “Ev bajar ji dîroka xwe heta niha tu pirsgirêka avê nedîtiye. Berê me ji kaniyan ava vexwarinê vedixwar. Hewcedariya avê ya bajêr ji çavkaniyên avê yên nêzî navenda bajêr dihat dabînkirin. Lê di vê demê de em bêriya avê dikin. Di van salên dawî de wan av birî û birin bajarokên wekî Sêgirk û Şêxanê. Aveke hindik tê navendê bajêr, lê ew jî gemarî ye. Dema ku em werin ser kar, yek ji wan tiştên ewil em ê bikin, çareserkirina vê pirsgirêkê ye."
 
DÊ JI BO EXTIYARAN ÇÛN Û HATIN BELAŞ BE, DÊ JI BO XWENDEKARAN JI SEDÎ 80 BÊ KÊMKIRIN
 
Saltan destnîşan kir ku pirsgirêkeke din a girîng jî pirsgirêka çûnûhatinê ye. 
 
Saltan diyar kir ku tora çûnûhatinê ya heyî têr nake û pêşniyazên çareseriyê yên di vî warî de wiha rêz kirin: “Em ê bi tevnên rê yên nû çûnhatinê xurt bikin. Her wiha yek ji pirsgirêkên herî girîng jî çûnhatina nava bajêr e. Otogara ku ji bo bajêr hatiye çêkirin û Zanîngeha Şirnexê li derveyî bajêr in. Çûn û hatin ji bo mirovan pir pirsgirêk e. Kesên ku ji bajarên cuda bi otobusan tên bajarê me, divê bi qasî heqê bilêta otobusê ji otogarê heta malên xwe heqê rê bidin. Em ê seferên bajaran zêde bikin û dê çûnhatin heta saetên hebe. Her wiha ji ber buhabûnê û fiyetê benzînê, heqê çûnûhatinê jî zêde bûye. Niha ji bo çûnhatina nava bajêr xwendekar 12 TL'yan didin. Dema em werin ser kar em ê heqê rê ji bo xwedenakaran ji sedî 80 kêm bikin û ji welatiyên din jî ji sedî 50 kêm bikin. Ji bo welatiyên me yên di ser 60 salî re jî dê heqê rê belaş be." 
 
AVAHÎ
 
Saltan bal kişand ser meseleya îmarê ya li bajêr jî û got: "Her diçe nifûs zêde dibe û pêdivî bi avahiyan çêdibe. Rêveberiya AKP'ê ya heyî îmarê xera kiriye. Em ê van astengiyan ji holê rakin û ji bo welatiyan qadên îmarê yên nû peyda bikin û hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin." 
 
DÊ JI CÛDÎ HETA GABARÊ DARAN BIÇÎNIN
 
Saltan bal kişand ser talankirina ekolojiyê ya bi salan e bi destê dewletê li bajêr tê kirin. Saltan da zanîn ku darên bajêr bi awayekî sîstematîk tên birîn û qadên daristanî tên tunekirin. Saltan destnîşan kir ku divê ev qirkirin ji holê were rakirin û got: "Em ê ji Cûdiyê heta Gabarê, ji Bestayê heta Cilê Nimêja ji nû ve daran biçînin. Em ê xebateke peyzaj û daristanî ya layiqî welatiyên xwe bidin destpêkirin. Em ê bajarekî xwezayî ava bikin. Em ê bajarekî ku gelê me tê de hewaya paqij bistîne ava bikin."
 
Saltan anî ziman ku li gel pirsgirêkên giştî, ew ê meclisên taxan ên li ser bingeha demokrasiya rasterast ava bikin û hewl bidin bi van meclisan pirsgirêkên gel tespît bikin û çareser bikin. 
 
'DÊ GEL DI 31'ê ADARÊ DE BERSIVÊ BIDE'
 
Saltan da zanîn ku ew di atmosfereke adil de ber bi hilbijartinên herêmî ve naçin û bal kişand ser hilbijêrên ji derveyî bajêr li ser bajêr tên qeydkirin û got ku lê çi dikin bila bikin dê gel roja hilbijartinê bersiva xwe bide. 
 
Saltan got: “Beriya hilbijartinên 2019’an ev bajar hilweşandin. Malên xelkê wêran kirin û gel neçarî koçberiyê kirin. Her wiha bi anîna bi hezaran dengdêran ku ji bajarên wekî Antalya, Aydin û Rîzeyê anî, feraseta ku şaredarî bi dest xistine peyda kirin. Em biryara gelê Şirnexê dizanin. Welatiyên ku berê neçar man koç bikin, ji ber malên wan wêran bûbûn vegeriyan warên xwe. Xwediyên rastî yên vî bajarî gel e û gel vegeriyaye. Çi qas hîleyan dikin bila bikin, wê gelê me di şeva 31’ê Adarê de bersiva xwe bide. Gelê me dê bersiveke wisa bide ku careke din newêribin yekdengî ji derve bînin."
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

18/02/2024
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan