Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin

ENQERE - Di danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê de ji jinan heta zarok, astengdar, ciwan û kalan ji bo gelek derdorên cuda yên civakê proje cih girtin. Di danezanê de wiha hat gotin: “Bêyî ku em bibêjin tu, ez, em û hûn, bi DEM Partiyê re em tevek dê bi hev re bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) danezana xwe ya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê li hotêleke Enqereyê eşkere kir. Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tev li bernameyê bûn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari danezan xwendin. 
 
Hatîmogûllari, di axaftina destpêkê ya bernameyê de beşdar bi erebî û tirkî silav kir. Bakirhan jî beşdar bi kurdî û tirkî silav kir. 
 
BI DEMOKRASIYA HERÊMÎ RE BER BI BAJARÊN AZAD VE
 
Hatîmogûllari, di beşa “Bi demokrasiya herêmî re ber bi bajarên azad ve” de wiha got: “Di konjonktureke ku li herêm û cîhana me hilweşînên mezin pêk tên de em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin. Şer, tundî, birçîtî, xizanî, koçberî, karesat û gelek xetereyên şaristaniya kapîtalîst rê li ber vedike, gefeke mezin li ser civak û bajaran çêdike. Rêya pêşîlêgirtina van karesatan jî afirandina zemînên têkoşîna hevpar e ku ji herêman ve dest pê bike. Bi vê yekê re jî avakirina cîhana di xeyala gelan de ye. Yên ku Tirkiyeyê birêve dibin; pişta xwe didin tundî û şerê li seranserî cîhanê belav bûye. Aştiyê nas nakin. Di pirsgirêka kurd de hem li hundir hem jî li derve xwe bi şer û kaosê xwedî dike. Peymana Stenbolê red dike, rejîma kedxwariyê ya li dijî kedkaran kûrtir dike, penaberan ji hemû mafan bêpar dihêle û ciwanan bêpêşeroj dihêle. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî li dijî vî aqilê îktîdarê, derfeta avakirina aqilê azadîxwaz û wekhevîxwaz a li herêman dide. Em van hilbijartinan; li dijî polîtîkayên nêrza, mêtinger û cihêperest ên îktîdarê, weke qonaxeke mezinkirina dengê aştiyê û xurtkirina demokrasiyê dibînin.” 
 
‘EM JI BO TIŞTÊN AYDÊ GEL BISTÎNIN TÊN’
 
Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Meşa me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin didome. Di serî de şaredarên me yên hatine qetilkirin, ji bo temamkirina xeyalên hevalên me yên ji peywirê hatine dûrxistin, hatine girtin û hatine sirgûnkirin, ji her demê bêhtir em bibiryar, xwedî bawerî û bihêvî ne. Di dema tecrûbeyên rêveberiyên herêmî de me hewl da bajar û yekîneyên ku mirov bikarin tê de bijîn ava bikin. Şaredarvaniya pirzimanî û tecrûbeyên demokrasiya herêmî me di dîroka vî welatî de nivîsandin. Ji bo mezinkirina van destkeftiyan û tevî gelê xwe bigihînin pêşerojê, em careke dn tên. Em gelek caran bi ser ketin û gelek caran me qezenc kir. Em ê dîsa bi ser kevin, dîsa qezenc bikin. Em ji bo tiştên aydê gel dîsa wergirin tên. Ji bo tiştên hêj baştir bi hev re ava bikin em dîsa tên.” 
 
JI BO HER BEŞÊN CIVAKÊ PROJE YEK BI YEK HATIN VEGOTIN
 
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê piştre jî naveroka danezanê eşkere kirin. Di naveroka danezên de rêgezên partiyê yên têkildarî rêveberiyên herêmî hatin vegotin û hat destnîşankirin ku şaredarvaniya pirzimanî diparêzin. Her wiha hat gotin ku dê meclisên piranîparêz bên avakirin, demokrasiya xwecihî esas bê girtin û pêşxistin, jinên azad ên jinan bên avakirin, rola ciwanan di nava rêveberiyên herêmî de bê xurtkirin, bajarên bitendurist, ji bo erdhejê saxlem bên avakirin û midûriyet/serokatiyên daîreyên karesatan bên avakirin, veguhestina ekonomîk û ekolojîk li bajaran bê pêşxistin, serokatî/midûriyetên daîreya çandiniyê bên avakirin, projeya ‘Ez ê xwe li bajarê lê ji dayik bûme debara xwe bikim’ belav bikin, dê li dijî xizaniyê têbikoşin, li dijî bajarvaniya hiyerarşîk dê polîtîkayên demkrasî, wekhevî xwaz û azadîxwaz ên civakî bên parastin û di her qadên jiyanê de cih bidin astengdaran, ji bo zarokan “Lijneya Şêwrê ya Zarokan” were avakirin û di lihevkirina bajar de beşdariya hevkar a zarokan pêş bixin, dê ji bo teqawidan bajarên ku bikarin lê bijîn bên avakirin û şaredarvaniyeke pirzimaniyê diparêze pêş bixin. 
 
Di axaftina dawî de Bakirhan wiha got: “Em ê bibêjin ji xespa qeyûman re, ji dizîna îradeyê re, ji nelirêtiyê re bes e û bi ser kevin. Em ê bi demokrasiya xwecihî re bajarên azad ava bikin.” 
 
Hatîmogûllari jî herî dawî ev tişt anî ziman: “Em bi gotina bi demokrasiya xwecihî re ber bi bajarên azad ve derketin rê û bi formûla xwe ya ‘qezenc bike - qezenc bike’ li her herêma Tirkiyeyê di rêveberiyan de cih bigirin. Dê qeyûman bişînin qesrê û texrîbatên wan çêkirine dîsa sererast bikin. Bêyî ku bibêjin tu, ez, hûn û em, bi DEM Partiyê re em tevek dê bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”
 

Sernavên din

21/02/2024
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin