Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne

  • rojane
  • 12:12 20 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvist Dr. Thoreau Redcrow anî ziman ku azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde, çareseriyek mayinde ava bike û got: “Destpêkirina muzakereyan dê bibe çareserî ku Komara Tirkiyeyê ji pirsgirêkan xelas bike.”

Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hamleya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev hamle bi semîner, konferans, panel, xwendina pirtûkên Ocalan, meşên mezin ên azadiyêû çalakiyên cûr be cûr didomin. Gelek rewşenbir, nivîskar û aktîvist li ser fikr û felsefeya Ocalan civînan li dar dixin û niqaşan dikin. Têkildarî hamleyê û paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktîvîst Dr. Thoreau Redcrow ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.
 
Dr. Thoreau Redcrow e têkildarî xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji rojnameya Xwebûnê re parve kir. Dr. Thoreau Redcrow ewil xwe da nasîn û wiha got: “Ez analîstekî kurevî yê Amerîkayî ku di xebatên kurd û neteweyên bêdewlet de bûme pispor. Min hema bêje hemû başarên bakur, başûr, rojhilat û rojava ziyaret kiriye. Min 10 salên xwe yên dawî bi xebatên li ser mijarên der barê Kurdistanê de derbas kir. Parçeyekî  vê yekê, ji bo der barê girtina Ocalan de hişyariyekê çêkim, ez bi rêbazên cuda bûm alîkar. Ev xebata min li gelek welatan mina DYA, Almanya, Swîsre, Hollanda, Belçika, Kraliyeta Yekbûyî û hwd. bi tevlêbûna miting, protesto, hevpeyvînên TV’yan, nivîsandina gotaran, tevlêbûna konferansan pêk tê. Di nava vê xebatê de hin caran mijarê dibim Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê jî.”
 
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK SÎNORAN RADIKE
 
Dr. Thoreau Redcrow li ser paradîgmaya Konfederalizma demokratîk jî rawestiya û wiha got: “Konfederalizma Demokratîk, encama hewldanên salan ên pratîka teoriyê ye. Sentezek felsefî ya pir bi qîmet e. Piraniya sînoran ji bo çavkaniyên rojavayî yên mêtîngeriyê, bi awayekî çêker hatine xêzkirin. Konfederalîzma Demokratîk ji gelek pirsgirekên ku bûne belayên serê Rojhilata Navîn û Başûrê Kurevî re, dibe çareserî. Hêzên Ewropayî, bi piranî ji bo nifusên nijadî bêtir bi hêsani çareser bike sinorên neteweyî xêz dike. Lê tişta ku Konfederalizma Demokratîk dike, sînorên çêker ji holê radike û şensa ku gelên herêmê bi vîna xwe xwe bi rêve bibe û jiyana xwe diyar bike pêş dixe. Ji ber ku axa kurdan ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, ev model ji bo tevlêbûna wan a demokratîk û xwe birêvebirinê ku ji aliyê van dewlatan ve hatiye astengkirin û mafê wan tê înkarkirin, bûye laboratuvarek pir baş e. Fikrên Ocalan di heman demê de, li dijî qeyrana avhewayê jî rê nîşanî me dide. Dîsa  ji bo azadiya jinê ku ji aliyê kevneşopiya baviksalarî ve di welatê xwe û di malê de jiyana wan hatiye mêtîngehkirin û sînorkirin, garandiya azadiya jiyana wan pêşkêş dike. Di mijara têkoşîna azadiya kurdan de jî ez bawer dikim ku îro yek ji şerê herî bi lehengî yê li cîhanê pêş dixin e. Ez wê ji Bahoza Bastille (1789) heta Bahoza Qesra Kişlikê (1917), stêrkek ku yek ji stêrkên di nava komsterkan de dibînim. Ez kolanên Sûrê yên berê (2015) wekî Komuna Parîsê (1871), molozên Kobanê yên ku di sala 2014’an de serî radikirin wekî Stalingrad (1942) û Çiyayên Zagrosan ên ku ji aliyê gerîllayên kurdan ve tên parastin, wekî Şerê Hundirîn ê di sira Spanyayê (1936) de wekî Barselonayek din dibînim. Mirovên ku bawer dikin jiyanek serî tewandî ji mirinê xerabtir e, têkoşîna wan a ji bo azadiya Kurdistanê û azadkirina mirovan, bi kevneşopiya dîrokî ya mirovahiyê ve girêdayî ye.”
 
BI DÎLGIRTINA OCALAN ÎŞKENCEYÊ LI KURDAN DIKIN 
 
Dr. Thoreau, der bare tecrîdkirina Abdullah Ocalan de jî axivî û wiha got: “Dewleta tirk û rejîma Erdogan, li dijî Ocalan tecrîdek dijmirovî pêş dixe. Vê rêbazê wekî şerekî derûnî ya li dijî gelê kurd bikar tine. Bi tenêhiştina Ocalan a li giravê ku ew jî rêbazekî îşkenceyê ye, bawer dikin ku dê vîna 20 milyon kurdên bakurê Kurdistanê bişkînin. Wekî dîktatorên ku muxalifên li dijî rêveberiya wan derdikevin, dem bi dem wan ji hole radikin, dewleta tirk û Erdogan jî der bare rewş û tenduristiya Ocalan de agahî nade û dixwaze di nava kurdan de şizofreniyek kolektîf û bêaramiyê pêş bixe. Ev rêbazên windakirin û revandinê di malbatê û xizmên wan kesan de fikar, tirs û nediyariyekê pêş dixe. Ev bênihaş ji kutina mirovekî  xerabtir e. Dewleta tirk jî bi heman rêbazê Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê tecrîd dike. Bi tu awayî destûr nade ku malbat û parêzer biçin serdana wî û naxwazin bi tu awayî agahiyê ji Birêz Ocalan bistînin. Ji ber ku Enqere nikare berxwedana wêrek a gerîllayên PKK’ê têk bibe, bi vê acizî û têkçûnê, Ocalan di tecrîdê de digire û zilmê li neteweya kurdan dike. Di esasê xwe de Tirkiye bi posîzyona: “Em nikarin we têk bibin, lê em dikarin li serokê we ku niha rehîneyê me ye eziyetê bikin. Em dikarin travma civakî di nava we de pêş bixin” de ye. Hêzên ku vê bêahlaqiyê pêş dixe bêguman dewleta tirk e. Lê gelek hevkar û şirîkê vî sûcî hene. Di serê van şirîkan de hevkarê Tirkiyeyê  NATO heye. NATO ji ber vê yekê hesab ji kiryarên Tirkiyeyê ku sûc in napirse. Ditirsin ku dema ji Tirkiye bixwazin ku li gorî hiqûqa  navneteweyî tev bigere, dê Enqere têkeve bin baneyê jeopolitik a Rûsyayê.”
 
‘TIRKIYEYÊ VENÊRTINA ÎMRALIYÊ JI VENÊRTINÊ RE GIRTÎ YE’ 
 
Dr. Thoreau, da zanîn ku di encamê de dewleta tirk di navbera Washington û Moskovayê de pozisyona navberê bi awayekî xurt parastiye û wiha lê zêde kir: “Tirkiye her tim aliyekî li hemberî aliyê din sor dike û wekî ku herdu alî jî muhtacê wê ne nîşan dide. Lê divê neyê ji birkirin ku cenewarê leşkerên tirk, jet û helîkopterên xwe ji DYA’yê, tankên xwe ji Almanyayê, fuziyên xwe ji Îngilizan, bombeyên xwe ji Fransiyan, debançeyên xwe ji Îtalyayê, topên hewanê ji îsrailê, balafirên bêmirov jî ji Kanadayê distînin. Li hemberî pereyê xwînê yê ji bo cebilxaneyê qebûl dike, zindana girava Îmraliyê ji venêrtina navneteweyî re girtine. Ji ber dewleta tirkiyeyê bi destê van hêzan hatiye avakirin dengê xwe ji vê pergalê re nakin.”
 
AZADIYA OCALAN DÊ BI XWE RE AŞTIYEKE MAYÎNDE BÎNE
 
Dr. Thoreau li ser bandora azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde, çareseriyek mayinde ava bike. Destpêkirina muzakereyan dê bibe çareserî ku Komara Tirkiyeyê ji pirsgirêkan xelas bike. Tekane kesê ku bi dewleta tirk re peymana ku gelê kurd bê serbilind be re îmze bike Ocalan e. Ji ber vê yekê divê Enqere bênqaş aliyê wi yê hurmetê û otoriteyê bibîne. Eger li Zindanê tiştek bê sere Ocalan kesî din wekî wî vê peymanê îmze bike tune ye. Wê demê dê şer 40 salên din dirêj bibe. Li aliyê din tecrîdkirina Ocalan a li Girava Îmraliyê û dema di tecrîdê de bi tenê tiştekî xerab bê sere wî dê di navbera Tirkiyeyê û kurdan de birînek pir kûr vebe. Êdî dermankirina vê birînê dê nepêkan be. Çima kurdek û neteweyek bi dewleta ku rêberê wan ê aştî û lihevkirinê dixwaze re li şûna rûnê û pirsgirêkê çareser bike, wî bi awayekî fîîlî dikuje re bijî? Ev rews dê ji bo hemû kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn derûniya ‘Ji bo wan li vî welatî pêreşoja wan tune’ ava bike. Bi vê yekê re dê banga xweseriyê her ku diçe zêde bibe. Dê daxwaza azadiyê bikin. Ji ber vê yekê Eger Erdogan û rejîma wî şitla zeytûnê ya Ocalan qebûl bike dê li gorî aqilan be. Ji ber ku çiqas dem derbas bibe dê nekaribin bên cem hev.”
 
HEKE TIRKIYE MUZAKEREYAN PÊŞ BIXE DÊ DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST BIXE 
 
Dr. Thoreau bal kişand ser girîngî û wateya muzakereyan û wiha pêde çû: “Eger Tirkiye ji bo dawî li şer bine muzakereyan bike, dê hemû alî destkeftiyên mezin bi dest bixin. Dê nirxên lîrayê tirk zêde bibe. Her wiha dê artêşa tirk jî li diî serhildanên kurdan her tim nekeve nava rêyên fînansa şer. Bi aştiyê dê bi milyaran dolar tasarruf bike. Dê Amed û Mêrdîn bibin navendên Turîzmê. Dê zindanên ku niha tijî ne vala bibin. Tirkiye dê êdî neşibe Afganistana ku di rêvberiya Talîban de ye. Dê bibe welatekî ku cîhan hurmetê nîşanî we bid8e.
 
Rêberekî Tirkiyeyê yê wêrek ku karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike û pirsgirêkê çareser bike dê karibe Xelata Aştiyê ya Nobelê jî bistîne.”
 
BAL KIŞAND SER ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Dr. Thoreae bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan jî û wiha bi dawî kir: “Kesên ji neçarî dikevin girevê divê mirov hurmetê nîşanî wan bide. Bi taybetî ji bo kesên ne li zindanê ez vê rêbazê rast nabînim. Di dîrokê de çalakiyên girevê ji bo kesên li hemberî xwe wîcdanê wan tev rake, pêk tînin. Ji bo wîcdanê yê hemberî xwe tev rake pêk tînin. Lê di rewşa niha de tu aliyê ku wîcdanê dewleta tirk nîşan bide tune ye. Di encamê de hin mirovên ku di nava tevgera kurd û Kurdistanê de mirovên herî baş û herî jêhatî ne, dema bi vê rêbazê zerarê bidin xwe, ev kêrî karê dijminê wan jî tê. Heman mirov li şûna  bi xwebirçîhiştin û zeîfbûnê sempatiya Enqereyê bi dest bixin, ez dixwazim ku ev mirov ji bo karibin li dijî dewleta tirk bi awayekî herî çalak li ber xwe bidin, tenduristiya xwe derxin asta herî baş. Dibe ku hin kes wekî min nefikirin. Ez dizanim. Dema mijar dibe girtîgeh, girevên birçîbûnê wekî çalakiya
 
Mazlum Dogan a li Zindana Hejmar 5 a Amedê tekane rê ye. Lê divê îro rêbaz bên guhertin. Di encamê de bi milyonan kurd hişyar bûne.”
 

Sernavên din

21/02/2024
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin