DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e

  • rojane
  • 12:51 20 Sibat 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Dayikê ya Cîhanê bi 7 zimanan komcivîna xwe li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di komcivînê de bi kurdî axivî wiha got: "Zimanê me ne zimanekî 'nayê zanîn û nayê fêmkirine'. Zimanê me xeta me ya sor e.Em kurd dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî."

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de rojev nirxand. Bakirhan, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Dayikê ya Cîhanê nirxandina xwe bi kurdî kir.  
 
Bakirhan ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir, wiha got: "Zimanê me ne tenê çermê me ye, rûh û canê me ye. Hevalên hêja, îro li tevahiya cîhanê nêzîkî heft hezar ziman tên axaftin. Ji van zimanan ji sedî nod, ji ber dewletên nijadperest û polîtîkayên asîmîlasyonê winda bune. Li Tirkiyê, sed sal berê nêzîkî 20 ziman dihatin axaftin. Îro nêzikî 18 ziman winda bûne. Nivîskarekî me dibêje, 'Zimanê min weke çermê laşê min e, zimanên biyanî jî weke cil û bergên min e. Gava ez bixwazim dikarim cilên xwe biguherînim lê ez nikarim çermê xwe biguherînim!' Em jî dibên zimanê me ne tenê çermê me ye, rûh û canê me ye.
 
KEDKAR Û XEMXÛRÊN KURDÎ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN
 
Mêvanên ezîz; gelek nivîskar û zanyarên kurdan xizmeteke mezin ji bo zimanê kurdî kirin e. Baba Tahirê Ûryan, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Celadet Elî Bedirxan, Apê Musa, Ferhat Kûrtay, Mehmed Ûzûn û gelek kedkarên zimanê kurdî, di dil û zimanê me da ne. Em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Eyşê Şan di straneke xwe de wiha dibêje; zimanê kurdî zimanê me ye, zimanê kurdî ew taca me ye, şêrîn û xweş ê ber dilê me ye… Bi vê wesileyê ez Eyşe Şanê jî bi rêzdarî bîr tînim."
 
BI POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ ÊRIŞÎ ZIMANAN KIRININ 
 
Bakirhan da zanîn ku roja dewleta tirk hatiye ava kirin û heta îro zext û zordarî li ser zimanê kurdî xelas nebûne û wiha berdewam kir: "Zimanê lazî, rûmî, sûryanî, çerkezî û gelek zimanên vê axê ji holê rakirin. Di sed salan da ev welat kirin goristana çand û zimanan. Me bi hezaran qaset û pirtûkên kurdî di bin axê de veşartin. Zordariya bi hemû awayî li ser kurdî hat meşandin. Li ser dîwarên zindanan dirûşma 'Tirkî biaxive pir biaxive' dihate nivîsîn. Îro li ev nivîs li ser dîwarên dibistanan tê nivîsandin. Lê belê zimanê kurdî li dijî vê pişaftinê li ber xwe da û heta îro hat. 
 
AKP DIXWAZE KURDIYEKE BÊKURD AVA BIKIN
 
Roja AKP bû desthilat û heta îro dixwazin kurdolojiyeke alternatif ava bikin. Li zanîngehan beşa zimanê kurdî vekirin. Xwendekaran ev zanîngeh xelas kirin lê nehiştin ku mamostetiyê bikin, an ku tayîn nekirin. Dersên bijare destpêkirin, televîziyonek bi navê TRT Şeş ava kirin, sibe heta êvarê bi zimanê me heqeretê li me dikin. Dixwazin kurdiyeke bêkurd ava bikin. Dibêjin hûn li gorî me kurdî biaxivin. Naxwazin em bi zimanê xwe derd û kulê xwe, hesret û hezkirina xwe, çîroka xwe bînin ziman.
 
PERGALA QEYÛMAN NEYARÊ ZIMANÊ KURDÎ YE
 
Bakirhan, bal kişand ser qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî Darbeye Qeyyûman, êrîşên li ser zimanê kurdî girantir bûn. Gelek rojname, televîzyonên kurdî, ajans, kovar, radyo, weşanxane û gelek dibistanên zarokan hatin girtin. Piştî qayyuman dest danîn ser şaredariyên me, ewilî êrişî saziyên zimanê kurdî kirin. Saziyên wek Kurdî-Der û Enstitûya Kurdî ku di salên nodan de jî nehatibûn girtin bi destê AKP'ê û MHP’ê hatin girtin. We dît, li Stênbolê li balafirgehê dayikek me ji ber ku tirkî nizanîbû 2-3 saet li ber derî ma. Navê Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan, Cegerxwîn û gelek navdarên kedkarên zimanê kurdî ji tabelayan û ji kolanan derxistin. Navên nijadperestên xwe danîn ser kolan û saziyên gel. Qeyyum dijminê zimanê kurdî ye! Em ê van qeyûman ji welatê xwe bişînin. Erdogan dibêje 'Li dijî bişaftinê heke her zarok zimanê dayika xwe bizanibe'. Dema ku kurd dibêjin, zimanê me, ew dibêjin hûn terorîst in. Li meclisê hevalên me dema kurdî diaxivin weke ‘zimanê nayê zanîn’ an jî ‘zimanê nayê fêmkirin’ tê qeydkirin. 
 
HÛN ZIMANÊ ME NAS NEKIN EM JÎ WE NAS NAKIN 
 
Zimanê me ne zimanekî 'nayê zanîn û nayê fêmkirine'. Zimanê me zimanê kurdi ye û bi hezaran salan e li ser vê axe tê axaftin û zimanekî qedîm û nemir e. Ev ziman rûmeta me ye, hebûna me ye. Helbestvanekî kurd dibêje: 'Tu min nas nekî, tu kes jî te nas nake!' Em jî dibêjin: Hûn me nas nekin, hûn zimanê me nas nekin; Em jî we nas nakin!
 
EM Ê DÎSA PIRZIMANIYÊ PÊK BÎNIN 
 
Hevalno, pêwîste em li hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe biaxivin, qîmetê bidin zimanê xwe. Divê em zimanê xwe wekî hebûna xwe bibînin. Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Piştî me şaraderiyên xwe ji qeyûman standin em ê  dîsa pirzimaniyê pêk bînin. Zimanê me xeta me ya sor e. Çanda şaredariyên pirzimanî em ê li hemû deran belav bikin. Soza me ye! Van zaliman çi xera kiribin, em ê baştir çêkin. Qurs û kreşên zimanê kurdî em ê vekin. Navên xwe dîsa deynin ser kolanên xwe. 
 
EM DIXWAZIN ZIMANÊ ME BIBE ZIMANÊ FERMÎ
 
Em li dijî dersên bijarte nînin. Lê di sedsala 21’an de mirov ji vê niqaşê fedî dike. Dixwazin siyaseta 'Çavên li deriyan xwelî li seriyan' pêk bînin. Em eşkere dibêjin: Bi gulekê bihar nayê! Em eşkere dibêjin: Mafê ziman mafekî sereke ye. Em kurd dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî. 
 
DERMAN EM IN 
 
Gotinek me he ye, dibêje: 'Birîna xwe bi destê xwe derman bike.' Derman ne AKP ye! ne desthilata AKP'ê û MHP'ê ye. Derman em in, Derman hêza me ye! Derman hûn in. Bila herkes bizanibe: Kesên zimanên gelan qedexe dikin, heft salan biçin seferê wê dîsa werin wek nezanên berê." 
 
 
Bakirhan axaftina xwe bi vê helbesta Seydayê Cegerxwîn bi dawî kir:  
 
"Ez xum xuma avên çeman
Ez çerx û govend û sema,
Tînim di nav kat û lema,
jîn im, hebûn im, tevger im…"
 
BI SURYANKÎ, EREBÎ, GURCÎ, LAZKÎ, ERMENKÎ
 
Piştî Bakirhan parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan bi suryankî beşdarvan silavkirin û axaftineke kurt kir. Dû re parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî bi zaravayê kirmançkî yê kurdî axaftinek kurd kir û destnîşan kir ku heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê têbikoşin. Pişt re Bereket Kar bi erebî, Zeynep Bayram bi gurcî û lazkî û Mûrat Mihçi jî bi ermenkî beşdarvan silav kirin û axaftinên kurt kirin. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/02/2024
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin