Zimanek, jinek, çîrokek!

  • jin
  • 09:02 21 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Ferîde Aktûran a ku 35 salan li bajarên cuda mamostetî kir û piştî teqawidbûna xwe xewna xwe ya mamostetiya kurdî pêk anî, ji bo zarok nebin xwedî kesayeteke parçebûyî, bi salan e ji bo zimanê kurdî têdikoşe. 
 
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17'ê Mijdara 1999'an de piştî ku xwendekarên zanîngeha Bangladeşê di 21'ê Sibata 1952'yan de ji bo zimanê xwe yê zikmakî di çalakiyan de hatin qetilkirin, 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand. Di çarçoveya vê rojê de, UNESCO ji bo balê bikişîne ser zimanên bi xetereya windakirinê re rû bi rû dimînin, raporan amade dike. Li gorî UNESCO’yê, li cîhanê 2 hezar û 500 ziman bi xetereya windabûnê re rû bi rû ne. 
 
Wekî li gelek deverên cîhanê, li Tirkiye û Kurdistanê jî mirov ji bo zimanên wan ên zikmakî winda nebin û neyên jibîrkirin, têdikoşin. Jinên ku hilgirê ziman in, bêtir têdikoşin. Mamoste Ferîde Aktûran yek ji wan kesan e ku ji bo zimanê wê yê zikmakî neyê jibîrkirin, bi salan e têdikoşe. Aktûran ku zimanê wê yê zikmakî zaravayê kirmanckî ye, li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bûye. Aktûran a ku di 36 salên mamostetiya xwe de dest ji xeyala xwe ya mamostetiya bi kurdî bernedaye, çalakiyên ku ji bo xwendekarên pola yekem amadekirine, kurdiya wan jî li lênûsa xwe tomar kiriye. 
 
PIŞTÎ TEQAWIDBÛYÎ XEYALÊN XWE JÎ PÊK ANÎ
 
Aktûran a ku di sala 1979'an de dest bi mamostetiyê kiriye, 5 salên destpêkê li gundên Wanê xebitiye. Aktûran a ku bi xwendekarên xwe yên ku bi tirkî nizanibûn bi zimanê wan ê zikmakî pêwendî bi wan re daniye, ji ber ku bi kurdî bi xwendekaran re axiviye sirgûnê gundekî din hatiye kirin. Xeyala Aktûranê ew bûye ku mamostetiya kurdî bike lê piştî ji mamostetiya tirkî teqawid dibe vê xeyala xwe pêk tîne. Aktûran ku di sala 2014'an de teqawit bûye û niha li Komeleya Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) dersên zaravayên kirmanckî û kurmancî dide, têkildarî têkoşîna xwe ji bo ziman ji ajansa me re axivî.
 
Aktûranê anî ziman ku wê tu carî dest ji xeyala xwe ya mamostetiya kurdî bernedaye û got: "35 salan her cara ku min ders dida, difikirîm, 'Ev bi kurdî çawa dibe?' Di sala 2000'î de li Enqereyê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (Kurdi-Der) hat damezrandin. Ez yekser ketim rêveberiya wê. Ez bi hevalekî xwe yê mamoste re çûm Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Li wir me xwendin û nivîsandina xwe ya bi kurdî pêş xist. Paşê min li Kurdi-Derê dest bi mamostetiya kirmanckî kir." Aktûranê diyar kir ku gava li Kurdî-Derê ders dida di heman salê de mamostetiya xwe ya li dibistanên dewletê jî domandiye û got: “Di vê heyamê de min dersên şanoyê jî girtin. Di pêvajoya aştiyê de, dema ku dibistanên kurdî li herêmê hatin vekirin, min du salan li Amed û Wanê hem di amadekirina pirtûkên perwerdehiya ziman de hem jî di perwerdekirina mamosteyên şanoyê de cih girt. Xeyalên min êdî pêk hatin. Ya ku min dixwest beriya mirinê bikim ev bû. Ev her du sal di jiyana min de xwedî cihekî girîng in. Niha jî ez li Anka-Derê bi kurdî dersên dramayê didim." 
 
PIŞAFTIN
 
Aktûranê ku ji bo kurdî dibêje "jiyana min e" em birin salên zarokatiya xwe û wiha got: "Ez di pola yekem de bi zorê fêrî tirkî bûm. Li nav malbat min û li taxa min tim bi kurdî dihat axaftin, me bi tirkî nedizanî. Tiştên min di salên dibistana seretayî de kişandine qet ji bîr nakim. Ez bûm mamoste, ew serpêhatî hê di bîra min de bûn û hê jî di bîra min de ne. Pir zehmet bû. Zimanek ku hûn pê nizanin û mamosteyek ku bi wî zimanî diaxive... Ez fêrî nivîsandina tirkî bûm, min dixwend lê min qet jê fam nedikir. Di pola sêyem de tenê dersa ku ez tê de serketî bûm matematîk bû. Ji ber ku bavê min pirsên ji min re bi zazakî rave dikirin. Ji wê rojê û pê de, min her tim matematîk bi fêmkirinê çêdikir. Heta ku ez bûm mamoste, min tim pirsên matematîkê bi hizra zazakî çareser dikirin. Ji ber ku bêyî hizra bo zimanê zikmakî min nikarîbû çareser bikira." 
 
JI BER KU BI KURDÎ AXIVIYE HATIYE SIRGÛNKIRIN
 
Aktûran da zanîn ku wê di zarokatiya xwe de fêm kiriye bê çima zimanê wê yê zikmakî hatiye qedexekirin. Aktûranê ku li Wanê dest bi karê xwe kiriye, wiha got: “Zarokatiya min tu carî ji ber çavên min neçûye. Xwendekarên min bi tirkî nizanibûn. Heta ji destê min hat min alîkariya wan kir. Tew min û wan gengeşe dikir ku çima zimanê me hatiye qedexekirin. Rojekê mufetîş hat. Ji wan zarokan yek jê ket polê ji hevalên xwe re got, 'mufetiş tê, nebî nebî hûn bêjin mamosteyê me bi me re bi kurdî diaxive.' Wisa jî kirin, lê piştî demekê mamosteyeke din hat gund. Lê tenê rojekê îdare kir. Gava çû jî li midûriyeta perwerdehiyê giliyê min kiriye. Sal 1981 bû û derbe çêbûbû. Piştî giliyê leşker hatin gund û bi keyayî re axivîn. Keya got ku ew ji min razî ne û giliya hatiye kirin ne rast e. Ceza nehat dayîn, lê ez sirgûnî gundekî din kirim. Gundê ku ez çûmê jî gundekî kurdan bû û me dîsa bi kurdî diaxivî. Carekê mufetîş hat û pirsek ji polê pirsî lê kesî destê xwe ranekir. Mufetîş li min zivirî û got: 'Heke tu bi kurdî dizanî, pirsê bi kurdî bike.' Min pirs kir û ji nîvê polê zêdetir destên xwe bilind kirin. Ez keniyam û min ji mifetîş re got, 'hûn sûc dikin, ez ji ber ku bi kurdî axivîm sirgûnî vir hatim kirin û niha hûn dibêjin bi kurdî biaxie.'"
 
Aktûranê anî ziman ku piştî 5 salan tayinî Enqereyê hatiye kirin û bi girî hatiye Enqereyê û wiha got: “Li vir jî ez tayîn kirim gundekî kurdan. Gundê Karagedîkê bû. Di dawiya salê de mufetîş hat û ji serketina zarokan gelek matmayî ma. Got, 'Ev çend sal in ez têm vî gundî û min derseke wisa serkeftî nedîtiye.' Wî pirsî ka ez çi dikim; Min got ku min tiştek nekiriye, ez tenê ji zarokan fêm dikim. Dema ez çûm dibistanê mamosteyan tehde li zarokan dikir. Wiha difikirîn ku 'Em zorê bidin dê tirkî hîn bibin.' Tew mamostayek di civînekê de got, 'em xwendekaran bikin sîxur, kî li malê bi kurdî biaxive bila me agahdar bike.' Ez li dijî vê yekê rabûm û ev nehat kirin." 
 
GIRÎNGIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Aktûranê ku zimanê zikmakî wekî “çîrok, axaftin û loriya ku ji dayîkbûnê ve ji dayikê tê bihîstin e" pênase kir bi lêv kir ku kesayetiya zarok heya 5 saliyê bi ziman û çanda wan çêdine. Aktûranê anî ziman ku perwerdehiya herî girîng li malê dest pê dike û got: “Ger mirov çand û perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe, divê bi zimanê xwe dest bi dibistanê bike. Dema zarok dest bi fêrbûna zimanekî biyanî dikin, bi taybetî jî heke axaftina bi zimanê zikmakî qedexe be, ev yek di kesayeta zarokan de dibe sedema neyîniyan. Ji aliyê manewî ve kesayeta wan ji hev dikeve. Ew xwebaweriya wan qels dike."
 
Aktûranê anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayikê û jiyana li welatekî azad bi hev ve girêdayî ne û got: “Heke hûn ne li welatekî azad bin, jixwe zimanê we qedexe ye. Ji ber vê sedemê hûn nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Divê ji niha û pê ve ciwanên me fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin da ku karibin zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin. Dema ku bigihin temenê dibistanê dikarin dersên tirkî bidin. Jixwe rastî tirkî tên. Bi taybetî jî jin ji bo zarokên wan van nakokiyan nebînin divê bi xurtî têbikoşin. Niha têkoşîneke têr û tijî tune ye. Di têkoşîna azadiyê de pêdivî bi têkoşîneke xurt heye." 
 
Aktûranê di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir ku zimanê zikmakî fêrî zarokên xwe bikin.
 
MA / Zemo Aggoz 

Sernavên din

21/02/2024
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin