Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin

  • rojane
  • 12:02 21 Sibat 2024
  • |
img
AMED - 6 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku li Tirkiyeyê xebatan dimeşînin, ji bo rojnamevana girtî Dîcle Muftuoglû were berdan, bang li saziyên navneteweyî kirin. 
 
Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê ya Tirkiyeyê ya girêdayî DÎSK’ê (DÎSK Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) ji bo rojnamevana girtî ya xelat girtî Dîcle Muftuoglû were berdan, banga kampanyayê li saziyên navnetewî kirin. 
 
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan metna bangê ya amadekirin ji rêxistinên çapemeniyê û mafên mirovan ên li qada navnetewî xebatan dimeşînin re şandin.  
 
DI ROJA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA CÎHANÊ DE HATE GIRTIN 
 
Di metnê bangê yê kampanyayê ku rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji saziyên navnetewî re şandin de ev tişt hatin gotin: “Rojnamevana xelat girtî Dîcle Muftuoglû, weke Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê bi xebatên xwe yên binirx yên li qada rojnamevaniyê tê nasîn. Muftuoglû di 3’yê Gulana 2023’yan Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de di 29’ê nîsana 2023’yan de li Amedê hate binçavkirin. Derbarê Muftuoglû ya nêzî 10 meh in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistina derqanûnî’ û ‘rêvebirin û avakirina rêxistina derhiqûqî’ îdianame hate amadekirin. Lê dema me îdianame lêkolîn kir di îdianameya ji 43 rûpelan pêk tê de di 41 rûpelan de tenê yek sûcdarî jî li dijî Muftuoglûyê nîne. 
 
DI HER DU DANIŞÎNAN DE BÊHINCET NEHATE BERDAN
 
Di danişînên 14’ê kanûna 2023’yan û 18’ê çileya 2024’an pêk hatin de derket holê ku di çarçoveya dosyayê de ji bilî xebatên rojnamevaniyê çi çalakî û xebatên Muftuoglûyê nînin. Li Tirkiyeyê hemû raya giştî di ferqa zêxtên li dijî rojnamevanên kurd e. Muftuoglû tenê yek ji wan rojnamevana ye ku gelek caran hatine girtin û darizandin û di bin zextan de ne. Lê tê dîtin ku bi girtina dem dirêj cezayekî ne diyar lê hatiye birîn. Di her du danişînan de jî tevî ku ji bo di girtîgehê de nemîne tu delîlên tê re bikin tune bûn jî nehate berdan. 
 
Dîcle Muftuoglû dê di 29’ê sibatê de cara sêyemîn derkeve pêşberî dadger. Muftuoglû dema karê xwe dikir her tim rêgezên etîk ên rojnamevaniyê parastiye. Tevî zehmetiyên rojnamevaniyê jî peywîra xwe ya agahdarkirina rayagiştî bi awayekî fedakarî domandiye. Ji ber vê xebata wê ji aliyê Free Press Unlimited ku navenda wê li Holandayê ye layiqî xelata ‘Rojnamevana Herî Berxwedêr’ hate dîtin. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ 
 
Girtina Muftuoglû ya ji ber pîşeyê rojnamevaniyê ne tenê êrişeke li dijî wê di heman demê de êrişeke cidî ya li dijî nirxên bingehîn ên azadiya çapemeniyê û demokrasiyê ne. Di vê çarçoveyê de em bang li we dikin ku ji bo parastina mafên Dîcle Mûftûoglû û hemû rojnamevanan gavan biavêjin û ji bo derbaskirina van sûcdariyên pûç bibin alîkar. Em li bendê ne ku berî ku Muftuoglû ya di 29’ê sibatê de bê darizandin ji bo azadiya wê kampanyayeke navnetewî bidin destpêkirin. Em dixwazin bê zanîn ku rojnamegerî parçeyekî demokrasiyê ku jê nayê veqetandine û parastina rojnamegeran tê wateya parastina azadiya ramanê û demokrasiyê. Divê doza Dîcle Muftuoglû û dozên heman ên rojnamevanên din li ber çavan bên girtin û tişta pêwîst bê kirin.”
 
Di metna bangê de du raporên cuda yên ku Yekeya Hiqûqê ya MLSA’yê û parêzer Resûl Temûr derbarê Muftuoglû de amade kirine hatin parvekirin. Her wiha rapora ku Yekeya Hiqûqê ya MLSA’yê derbarê dozê de amadekirî jî di metnê de cih girt. 
 
 

Sernavên din

21/02/2024
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin