Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin

  • rojane
  • 09:13 24 Sibat 2024
  • |
img
ŞIRNEX- Ji parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan Dogan Adibellî got: "Hem raporên CPT'yê û hem jî raporên ku li platformên navneteweyî tên kirin nîşan didin ku li tu welatên Ewropayê tecrîdeke bi vî rengî ya giran nehatiye dîtin.”
 
Di 22'yê Çileyê de hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re yê ku di bin şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 35 meh in agahî jê nayê girtin, hevd,tinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Agahî nestandina ji  Ocalan fikarên zêde dike. Ji van parêzeran Namzetê Hevşaredarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dogan Adibellî têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê axivî. 
 
‘BEROVAJIYÊ QANÛNA ÎNFAZÊ MAF TÊN BINPÊKIRIN’ 
 
Adibellî bi lêv kir ku pêkanîna qanûna înfazê ya bi awayekî şexsî tê bikaranîn ne adil e û got: “Em weke parêzeran girêdayî hiqûqa erênî ne. Pêwîstiya me hemûyan heye ku em li gorî qanûnên erênî tevbigerin. Înfaza takekesî ne bi  qanûnî ye. Zagona înfazê jixwe di bin şert û mercên ku hiqûqa ku tê diyar kirin de heye. Hewl tê dayîn ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bibe qanûneke înfazê ya şexsî. Divê em vê yekê red bikin. Ji ber ku di rewşa me ya hiqûqî de binpêkirina mafan li dijî qanûna înfazê  heye. Wek hiqûqnas, em  parastina azadiya kesan dikin û mudexeleya li dijî azadiya kesan red dikin. Em mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û mehkûmên bi wî re yên li Îmraliyê dimînin pêwîst dibînin.”
 
‘LI TU WELATAN MÎNAKA VÊ NÎNE’ 
 
Adibellî diyar kir ku mînaka tecrîda li ser Ocalan li tu welatên cîhanê nehatiye dîtin û got: “ Raporên CPT’yê ya der heqê tecrîdê ya binpêkirina mafan de heye. Hem di qada navneteweyî de û hem jî di welatê me de di warê hiqûqê de birînên pir mezin hene û bedelê giran dide. Hem di raporên CPT û hem jî di raporên platformên navneteweyî de dema ku li tevahiya Ewropayê were lêkolînkirin, tê dîtin ku li ti welatên Ewropayê de jî tecrîdeke bi vî rengî ya giran nîne û nehatiye pêkanîn.”
 
‘TIRKIYE KETIYE NAVA DEPRESYONÊN MEZIN Ê ABORÎ’ 
 
Adibellî bal kişand ser rola Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de û ev tişt gotin: “Di pêvajoya çareseriyê de me dît ku çawa polarbûn daket asteke herî kêm û vejandina aboriyê derket asteke bilind. Me hemûyan dît ku li Tirkiyeyê veberhênanên demdirêj hatin kirin û bingeheke aştiyane hat avakirin, bingeha aştiyê bi pêvajoya çareseriyê re hatin avêtin. Dema em li pêvajoya piştî pêvajoya çareseriyê, piştî û piştî hilweşandina maseyê dinêrin, mixabin em dibînin ku Tirkiye ketiye nava depresyonên mezin ên aborî. Pêngavên ku partiya me û Îmraliyê di pêvajoya çareseriyê de avêtiye qada jiyanê ya aborî ya berçav ava kiriye. Em îdia dikin ku bi rakirina tecrîda giran û dabînkirina hawîrdoreke aram, rakirina astengiyên li pêşiya polarbûna gelan dê bigihêje asteke pir bilind.Me ev di  pêvajoya çareseriyê de dît.”
 
‘BÛ SEDEMÊ BINGEHA ARAMIYÊ’ 
 
Adibellî da zanîn ku pêvajoya çareseriyê di nava gelên Tirkiyeyê de civateke aştî û aramiyê ava kiriye û got: "Gelê tirk û kurd gelên qedîm û parêzvanên vî welatî ne. Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin, hewl dan ku zemînekê amade bikin ku gelê kurd û tirk di rewşeke bê astengî de bijîn û ev zemîn bi rastî jî bi gavên ku hatine avêtin hat nîşandin. Ev bû sedema pêşkrtina Tirkiyeyê. Heke  ku em vê rewşê zelal bikin, em bawer dikin ku ji bo gelên tirk û kurd jîngeheke aştiyane ya psîkolojîk û çandî dê di demek kin de vî welatî bigihîne dewlemendiyê. Di vî warî de em girîngiyê didin tecrîdê û em alîgirê rakirina tecrîdê û peydakirina jîngeheke aramî ne.”
 
‘DIVÊ DEWLET VÊ BERTEKÊ PAŞGUH NEKE’ 
 
Dogan Adibellî anî ziman ku divê li dijî pergala Îmraliyê ya ku bi awayekî derhiqûqî tê meşandin di qada hiqûqî de reflekseke cidî bê pêşxistin û got: "Ziyana giran a tecrîdê grevên birçîbûnê yên ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên ne. Grevên birçîbûnê wê bibe sedema zerareke mezin a hiqûqî û binpêkirina mafên mirovan. Weke hiqûqnas ji bo ku ev binpêkirinên mafên mirovan çênebin çi ji destê me tê em dikin û divê bikin. Em dixwazin hemû derdorên hestiyar bi awayekî hiqûqî û di çarçoveya hiqûqî de bertek nîşan bidin û pêşî li binpêkirinên giran ên mafan bigirin. Siyaseta ku partiya me bi navê Meşa Azadiyê dimeşîne di qadeke pir berfireh de cih girt. Pêwîst e dewlet vê berteka berfireh paşguh neke û ji bo pêşîgirtina li mafên mirovan gavên zû bavêje."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

25/02/2024
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’
15:41 Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin
15:27 Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin
15:23 Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin
15:18 Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn
13:48 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
13:29 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Neçûna CPT'yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin
13:12 Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were
13:10 TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
12:49 Temellî bertek nîşanî CPT’yê da: Têkoşîna mafên mirovan di nava sînorên xêzkirî de nabe
12:35 Ji Weşanên Aramê 4 pirtûkên nû
12:02 Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin
10:06 Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e
09:46 Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin
09:30 Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!
09:28 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete meha 3’yan
09:28 123 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:18 Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike
09:17 Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin
09:13 Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin
09:11 ‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’
09:07 Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
09:02 Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN
23/02/2024
23:53 Heyeta CPT'yê ya hat Tirkiyeyê serdana Îmraliyê nekir
17:18 Bayindir: Ev meseleyeke azadiyê ye
17:08 Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê
17:02 DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin
16:57 Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye
16:50 Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da
16:18 Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin
15:40 Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte
15:26 Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn
13:45 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin
13:23 Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
13:15 Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin
11:54 Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Adarê aşkere bû
11:32 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:24 Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin
11:03 Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin
10:59 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:22 Dayika rojnamevan Altûn: Ji wê rojê û vir ve bi hezaran Cengîz mezin bûn
09:04 Ozbîngol: Pakêta Darazê ya 8’emîn weke amûreke pêvajoya siyasî tê bikaranîn
09:01 Girtiyên siyasî 89 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 122 roj in agahî nayên girtin
09:00 Amadekariyên 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê' didomin
09:00 Qeyûm dixwaze welatiyê ku doz lê vekiriye ji xanî derxe
09:00 Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN
22/02/2024
19:34 Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin
18:02 DEM Partiyê li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê vekir
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!