Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe

  • rojane
  • 17:00 25 Sibat 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên DEM Partiyê yên hilbijartinê didomin. Li Îdirê di dema xebatên hilbijartinê de jinekê wiha ji DEM Partiyiyan re got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Ma em ê bidin kê?” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, li gelek bajaran bi gel re hevdîtin kir û buroyên hilbijartinê vekir.
 
RIHA 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşar a Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser Cadeya Karacadagê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen û bi hezaran kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn. Welatiyên ku li pêşiya buroya hilbijartinê hate gel hev, li ser stranan govend gerand û dirûşm berz kir. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li bûn, dîmenên rengîn afirandin. Piştî vekirina buroyê, deqeyek rêz hate girtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Qeyûm dê biçe DEM Partî dê were” û Jin, jiyan, azadî” berz kir. Ji ewil namzetê hevşaredariyê yê Wêranşarê Serhat Dîcle Înan axivî û got ku dê di 1’ê nîsanê de dîsa şaredariyê bi dest bixin. 
 
Namzet Bedriye Yorgun jî wiha got: “Îro ji bo azadiyê têkoşîneke mezin tê dayîn. Em hemû rêhevalên xwe yên ji bo azadiyê têdikoşin silav dikin. Zîhniyeta qeyûm têk çû. Em ê kolan bi kolan, gund bi gund bigerin û planên qirêjî yên vê zîhniyetê vebêjin. Em ê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Rêhevalên me îro di greva birçîbûnê de ne. Çima? Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku gel weke îradeya xwe dibîne, ji bo azadipyê û ji bo wekheviya gelan. Dema em bi ser ketin dê şaredariyê bi hev re birêve bibin. Em ê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya tevgera xwe di rêveberiyên herêmî de domdar bikin. Em ê tevî gelên kurd, ereb û çerkes ên li vir dijîn, di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk, azadîxwaziya jinê de birêve bibin. Xelkê me yê Wêranşarê zîhniyeta qeyûm baş nas dike. Em ê Wêranşarê bikin bajarê jin û ekolojiyê.”
 
‘EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar jî got “hûn hêvî û hêza me ne” û axaftina xwe wiha domand: “Em ê tevî gelê xwe şaredariyê birêve bibin. Em ne partiya hilbijartinê ne. Em her tim bi gel re bûn û me hesab ji îktîdarê pirsî. Em ê tiştên Şardariya Bajarê Mezin a Rihayê ji gel veşartin teşhîr bikin. Li vir 118 erse hatine firotin. Gelo ev erse yên kê ne? Ma haya gel ji vê heye? Di serî de bajarê mezin, di hemû şaredariyan de nelirêtiyên mezin dikin. Werin em bi hev re ji vê rantê re bibêjin ‘bes e’ û bi hev re şaredariya xwe bi dest bixin.” 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî wiha got: “Serkeftin a me ye.” Namzetê din Celalettîn Erkmen jî ev tişt anî ziman: “Em Emrûllah Cîn, Leyla Guven û rêhevalên xwe yên girtî û sirgunkirî yên ji bo vî bajarî ked dayîn silav dikin. Divê birêz Abdullah Ocalan û beyanên îradeyê esas bên girtin. Em ê destûrê nedin ku li ser sindoqê îradeya me tune bihesibînin. Feraseta ku me tune dihesibîne, rewa nîne. Ên ku me nas nakin, em jî wan nas nakin.” 
 
Piştî axaftinan jî buroya hilbjartinê di nava çepik, tililî û dirûşman de hate vekirin. 
 
KIRŞEHÎR 
 
DEM Partiyê ya Kirşehîrê hevdîtina bi gel re li dar xist û namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Kirşehîrê Kadriye Turan û Cemîl Okşan da nasandin. Hevdîtin li avahiya partiyê hat lidarxistin û nûnerên saziyên bajar, komeleyên gundan û partiyên siyasî tev li bûn. Bi taybet jî eleqeyeke mezin a jin û ciwanan hebû. Di hevdîtinê de ji ewil namzet Kadriye Turan axivî û wiha got: “Meşa dirêj a me bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ber bi civaka demokratîk daye destpêkirin, bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin didome. Em dibêjin werin em bi Rêya Sêyemîn, di nava DEM Partiyê de hem xwe hem jî bajarê xwe birêve bibin. Em gelek caran bi serketin. Em ê dîsa bi ser kevin. Em ji bo tiştên aydê xwe dîsa bistînin tên. Em ji her malê dengê jinan dixwazin. Her dengekî jinan weke guleke ji bo demokrasiyê hatiye dayîn e.” 
 
Piştre jî namzet Cemîl Okşak axivî û ev tişt anî ziman: “Bi vekirina qadan a ji siyaseta demokratîk re, em ê bi feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe, bajar bi bajar belav bikin û bajarê xwe bixwe birêve bibin. Em ê bi gelê xwe re di vê rêyê de bimeşin û bi hev re bi ser bixin. Em ji gelên karker û kedkar ên vî bajarî re dibêjin; werin em li dora partiya xwe bicivin û hem xwe hem jî bajarê xwe bi hev re birêve bibin.” 
 
Hevdîtina bi gel re piştî axaftinan, bi gerandina govendan bi dawî bû. 
 
ÎDİR
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê xebatên xwe yên hilbijartinê li Taxa Ozgurê mal bi mal meşand. Gelemperiya şêniyên taxê kurd in û yek ji taxa herî xizan e. DEM Partiyî bi strana “Rabê DEM hat” kete taxê û piştre xebata stickerê meşand. DEM Partiyiyan li ber stranan sticker xistin stûnên li ber deriyên malan û rexên rêyan. Partiyî ji hêla jin û zarokan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. DEM Partiyî ketin gelek malan û xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Her wiha li gel jinan govend gerandin. Zarokan jî alayên partiyê li destên xwe ba kirin û heta demekî dirêj bi nîşaneyên serkeftinê li pey wesayîta hilbijartinê baz dan. 
 
Jineke ku partiyî pêşwazî kirî, got ku gelek pirsgirêkên wê hene, mala wê ya li taxê bi hinceta rûxseta wê nîne ji hêla qeyûm ve hatiye rûxandin. Welatiya jin got ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û heke bi ser kevin dixwaze ku pirsgirêka wê were çareserkirin. Jineka li ser tenûrê jî nan da partiyiyan û wiha got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Ma dê bidin kê?” Jinên din ên li taxê jî gotin ku dê dengê xwe bidin DEM Partiyê. 
 
DEM Partiyî piştî xebatê ji taxê derketin. 
 
HATAY 
 
DEM Partiyê li navçeya Îskenderûn a Hatayê lez da xebatên xwe. Partiyê li ber Nûnertiya Taxa Bûlûttepeyê aktîvîteyek li dar xist û namzetên Hevşaredariyê yên Îskenderûnê Mehdiye Guzel û Mahmût Aydinci bi gel dane nasîn. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Hatayê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû jî tev li danasînê bû. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên li vir axivîn, diyar kirin ku dê bi DEM Partiyê serbikevin û anîn ziman ku dê Hataya ku di erdeheja 6’ê sibata 2023’yan de xesareke giran gihiştiyê jinûve ava bikin. 
 
ANTALYA 
 
Di çalakiya li Taxa Teofmanpaşa ya girêdayî navçeya Kepez a Antalyayê jî namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Antalyayê Nesîbe Bahadir û Kemal Bulbul dan nasîn. Di aktîvîteya ku gelek kes tev li bûn de Bulbul û Bahadir ên ji gel re axivîn, destnîşan kirin ku dê Antalya qezenc bike. 
 
Aktîvîteya danasînê bi govenda hate gerandin re bi dawî bû.  
 
AMED
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana dikandarên Semta Pazarê ya li navçeya Rezan a Amedê hate kirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Rezanê yê DEM Partiyê Sîraç Çelîk, rêxistinên navçeyê yên DBP’ê û DEM Partiyê beşdar bûn. 
 
Di serdanan de broşurên hilbijartinê hatin belavkirin. 
 
ÇEWLÎG
 
Li bajaroka Xoşkar a Çewlîgê jî büroya hilbijartinê hate vekirin. Hevserokên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr, parlamentere DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku, namzetên Hevşaredariyê yên Çewlîgê Aydin Burçun û Çîçek Arîç, namzetên Hevşaredariyê yên Xoşkarê Selahattîn Koçîn û Arzû Koysuren û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku yê di vekirinê de axivî, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Daxwazên me zelal in. Li dijî kesên ku bi polîtîkayên ewlekariyê Tirkiyeyê vediguherînin qada şer û pevçûnê aştiyê diparêzin. Divê ji bo aştiyeke birûmet ji bo çareseriyeke demokratîk a meseleya kurd pêvajoya diyalog û muzakereyê were destpêkirin. Rêya diyalog û muzakereyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ev helwesta li dijî birêz Abdullah Ocalan ê 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û di bin tecrîdeke mûtleq de ye, parastina şer û mirinan e.”
 
Piştî axaftinan bi tilîlî û çepikan buro hat vekirin.  
 

Sernavên din

28/02/2024
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin