Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve

  • rojane
  • 17:05 27 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan di Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê demokratîkbûn e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, demokrasî li welêt pêş nakeve.” 
 
 
Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 85’an de berdewam dike. 
 
Gelek xizmên girtiyan, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qelqeliyê û gelek welatî tev li nobetê îro bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qelqeliyê Burhan Avci di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em çalakiya nobeta edaletê ya dayikan silav dikin û piştgiriyê didin wan. Em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî şermezar dikin. Tu aliyekî hiqûqî yê vê tecrîdê nîne. Em berxwedana li girtîgehan hatiye destpêkirin jî silav dikin. Em jî dê vê berxwedanê li vir bidomînin.” 
 
Çalakî bi strîna stranên kurdî berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 85’an de berdewam kir. Li eywanê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. 
 
Di nobeta ku tevahiya rojê serdan hatin kirin de her tim stranên berxwedanê hatin gotin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 27’an de li avahiya DBP’ê ya bajar berdewam kir. Ji bilî nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê jî serdana nobetê kirin. 
 
Di nobetê de ji bo xebatkarê çapemeniya azad Cengîz Altûn ê beriya 32 salan hate qetilkirin stran hatin gotin. Di nobeta her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hate berzkirin de çepik û tilîliyan tevahiya rojê dom kirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê di roja 29’an de didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç û Akin Bîrdal hatin serdanê 
 
Aslan, di serdanê de got ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê ye û ev tişt anî ziman: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, demokratîkbûn nabe. Ji bo Tirkiye sedsala 21’an jî winda neke, divê pirsgirêka kurd çareser bike. Çareserî jî li Îmraliyê ye. Lewma divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike û tecrîd bê rakirin.”
 
‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Akin Bîrdal jî di serdanê de wiha got: “Heta deriyên Îmraliyê venebin dê demokrasî neyê Tirkiyeyê. Ma ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk divê ileh ciwan bimirin? Dibêjin bila tecrîd rabe û pirsgirêka kurd çareser bibe. Divê hêj van ciwanan jiyana xwe ji dest nedayî, ev pirsgirêk bê çaresekirin.” 
 
Nobeta li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Menemenê tê domandin jî gelek welatî çûn serdanê. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/02/2024
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye