Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe

  • rojane
  • 18:16 27 Sibat 2024
  • |
img
AMED – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di civîna gel a partiya xwe ya li navçeya Xana Axparê de axivî, got: “Tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye, divê demildest bê rakirin û birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe. "
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Amedê de çû navçeya Xana Axparê. Di ketina navçeyê de gelek kesan Hatîmogullariyê û kesên pê re pêşwazî kir. Piştî karwaneke dirêj a wesayîtan girse gihaşt ber avahiya navçeyê.
 
Hatîmogullariyê ku xîtabî bi hezaran kesên li vir kir beşdaran silav kir. Hatîmogûllariyê anî ziman ku ew ji Stenbolê hatine vir, li Esenyurtê bi beşdariya deh hezaran kes mîtîngek mezin li dar xistine û got: “Peyama bi awayekî demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan hate dayîn. Em ji Xana Axparê careke din ji tevahî Tirkiyeyê re dibêjin ku tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin. Divê birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe."
 
Hatîmogullariyê diyar kir ku ji girtîgehê silavên namzeta Hevşaredariyê ya Enqereyê Gultan Kişanak û silavên hevserokên giştî yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di Doza Kobanê de girtî aniye û got ku dayikên Nobeda Edaletê ji Stenbolê silavên xwe şandine. Hatîmogullariyê diyar kir ku ew ji bo hilbijartinê bênavber dixebitin û got: "Em ê di 31'ê Adarê de encameke wisa bi dest bixin ku yên şaredariyên me beton kirine wê bizanibin gelê kurd li vir e, kes nikare vîna gelê kurd bi betonê veşêre." 
 
Hatîmogullariyê diyar kir ku ew ê li dijî pergala tekparêz û nijadperest parastina biratiya gelan bidomînin. 
 
Hatimogullariyê got ku ew temînata ku ciwan li cihê ku lê ji dayik bûne têr bibin bi xwe ne û diyar kir ku çavkaniya debarê ya li vir çandinî û sewalkarî ye. Hatîmogullariyê di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku cotkar û ajalvan li vir li dijî zilma DEDAŞ'ê ne û wiha got: "Em encax li cihekî ku cudakarî ew qas eşkere xuya dike dikarin li ber xwe bidin." Hatîmogullari diyar kir ku DEM Partî dê civînên xwe yên şaredariyan ji raya giştî re vekirî li dar bixe û li her taxê nûnerên xwe hebin û got: "Em ê li Kurdistanê xizmetê bi zimanê kurdî û tirkî û bi zimanên din bikin. Em ê ji wan kesên ku navên kolanên kurdî guherandin bibêjin de wê de û em ê wan bişînin qesrê."
 
SERKEFTİN SERKEFTİN!
 
Hatîmogullari diyar kir ku dê DEM qadên îstîhdamê yên jinan ava bike û li taxan rêxistinbûna meclisa jinan xurttir bike û got: “Em hevalên Sêvê, Pakîze û Sakîneyan in. Em rêhevalê wan kesên ku dibêjin Jin jiyan azadî ne."
 
Hatîmogullariyê anî ziman ku koçberî bi "Plana Çokşikandinê" pêk hatiye û wiha got: "Tenê derdê Xana Axparê ne bidestxistina şaredariyê ye. Em dizanin ku AKP'ê ji gelek deveran hilbijêr anîne. Divê hevalên me werin û li dijî rêbazên wan dengê xwe bidin."
 
Hatîmogûllariyê anî ziman ku têkoşîna wan ji niha ve pîroz be û bi gotina "serkeftin, serkeftin" dawî li axaftina xwe anî: 
 
Bernameya Hatîmogûllariyê ya Amedê bi dawî bû. 

Sernavên din

01/03/2024
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN