Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin

  • jin
  • 15:47 28 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê ya di daxuyaniya di çarçoveya 8’ê Adarê de li Çewlîgê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Her çiqas jin tune werin hesibandin jî, di serî de li Rojava em ê li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajaran bên lidarxistin didin. Di daxuyaniyên ku danezana TJA’yê ya 8’ê Adarê hate xwendin de soza bilindkirina têkoşîna jinan hate dayîn. 
 
ŞIRNEX 
 
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê û TJA’yê li navçeya Hezex a Şirnexê starta çalakiyên ku di çarçoveya 8’ê Adarê de li dar bixin bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Jin bi cilên xwe yên herêmî tev li daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê hate dayîn bûn. Di daxuyaniyê de jinan dirûşmeyên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” , “Ez kurdî dijîm” , “Jin jiyan azadî” , “Hêvî ji serkeftinê binirxtir e” hatin hilgirtin. Jinên ku beriya daxuyaniyê erbanê lêxistin û govend gerandin her tim dirûşma “jin jiyan azadî” berz kir. Pişt re daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk, danezana TJA’yê ya 8’ê Adarê xwend. Piştî danezan hate xwendin daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî têkoşîna jinan” bi dawî bû. 
 
Li gundê Deleqa ya girêdayî navçeya Qilêbanê jî Meclisa Jinan a Dem Partiyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şahiya jinan li dar xist. Namzeta hevşaredariya Qilêbanê ya DEM Partiyê Ferîde Ender, rêxistina DEM Partiyê ya jinan û gelek jin tevlî şahiyê bûn. 
 
Şahî bi girtina govendê dest pê kir. Piştre nivîsa ku li ser wate û giringiya 8’ê Adarê vê hatiye nivîsandin ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya navçeyê Gulistan Yaman ve hat xwendin. Şahita jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berdewam kir. Bername bi belavkirina laçikênspî yên ku sembola aşitiyê bi dawî bû.
 
DEM Partî li Sêrtê li qadê ye: Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê
 
 
STENBOL 
 
 
TJA, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê, li ber avahiya DEM Partiyê ya Fatîhê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Ozgul Sakî û Kezban Konukçû Kok, namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Bajêr Gonca Yangoz, çalakvanên Nobeta Edaletê, Komeleya Dema Jinan û Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniya ku coşeke mezin lê hebû de dowîzên  “Dê van rojên tarî jin ronî bikin”, “Êdî bes e dem dema azadiyê ye” , “Dê tecrîd têk biçe, azadî bi ser bikeve” hatin hilgirtin.  
 
Di daxuyaniya ku pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” hate vekirin de endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Meltem Ozel danezana 8’ê Adarê bi kurdî xwend. 
 
BEŞTAŞ: JIN DÊ LI QADAN BIN 
 
Piştî xwendina danezanê, namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, hemû jinên li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” têdikoşin silav kir û ev tişt anî ziman: “Ji Jîna Emînî heta Denîz Poyraz, ez li pêşiya bîranîna hemû jinên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dayîn bejna xwe ditewînim. Silava me ya din jî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de ye. Di rejîma derhiqûqî de li dijî îşkenceyê Nobeta Edaletê digirin. Tirkiye welatekî wiha ye. Li girtîgehan bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê. Em ê di şexsê wan de têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd, îşkence û bêedaletiyê bidomînin. Me îro starta çalakî, xebat û xwepêşandanên 8’ê Adarê da. Heta Meşa Şevê ya 8’ê Adarê jî dê jin li Stenbolê her li qadan bin.” 
 
‘LI STENBOLÊ DEMA JINAN E’
 
Bi domdarî Beştaş bal kişand ser hilbijartinan û wiha got: “Îktîdarê li şaredariyên bi perspektîfa azadîxwaziya jinê tên birêvebirin qeyûm tayîn kir. Serdestan, îktîdarê her wiha îradeya jinan xesp kirin. Em ê di 31’ê adarê de yek bi yek hemû şaredariyên xwe bi dest bixin. Em ê pergala xwe ya hevserokatiyê jî, rêveberiya jinan jî dîsa diyarî vî welatî bikin. Li Stenbolê dem dema jinan e.” 
 
Piştre jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Jinan heta demekî dirêj li ber stranan govend gerandin. 
 
Çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
ÇEWLIG 
 
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Çewligê û TJA’yê starta çalakî û xwepêşandanan ên 8’ê Adarê dan. Rêxistina DBP’a Çewligê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, namzeta hevşaredariyê ya Çewligê Çîçek Arîç û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ve em ji komkujiyên li dijî jinan re dibêjin bes e” hate vekirin. 
 
Jinan di çalakiyê de qurdeleyên mor xistin berstûyê xwe û çîrokên Denîz Poyraz, Ozgecan Aslan, Îpek Er, Sakîne Kultur, Şule Çet, Rojwelat Kizmaz, Guldunya Tore, Jîna Emînî, Behiye Ecevît, Gulistan Doku û gelek jinên din ên hatine qetilkirin, neçarî întîharê hatin kirinan jî rastî destdirêjiyê hatin xwendin. 
 
Piştre jî parlamenter Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Çîrokên jinan ên li vê derê hatine xwendin cuda ne lê xaleke hevpar ê tevekan heye. Ew jî ew e ku tevek jî di encama polîtîkayên pergala mêr-dewletê de hatine qetilkirin. Ber bi 8’ê Adarê ve jin dê li her qadê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku em jin endamên tevgera ku têkoşîna jinan, têkoşîna azadiya jinan mezin dike ne. Weke tevgera jinên kurd, weke TJA’iyan em ê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê têkoşîna xwe bidomînin. Dê jin tu caran serî li ber mêr-dewletê netewînin.”
 
Aydenîz, bi bîr xist ku di nava 24 saetan de 8 jin hatine qetilkirin û got: “Sedema vê ev polîtîkaye ne.” 
 

Sernavên din

01/03/2024
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN