Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajar û navçeyên ku DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê, gel eleqeyeke zêde nîşan da, namzetên hevşaredariyê anîn ziman ku li dijî qeyûman dê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) bajêr bi bajêr, kolan bi kolan vekirina buroyên hilbijartinê pêk tîne. Namzetên hevşaredariyê yên ku diyar kirin li dijî qeyûman dê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin, ji gel xwestin ku biherikin ser sindoqan.
 
WAN 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinê de li Wanê lez da xebatên xwe û li navçeya Tûşbayê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, heta demekî dirêj govend gerandin. Girseyê, namzetên hevşaredariyê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê Xanê Akkoş û Umît Keser li vir têkildarî projeyên xwe agahî dan û gotin ku dê qeyûman bişînin. 
 
‘PIRSGSIRÊKÊN NÛ AFIRANDIN’
 
Namzetê hevşaredariyê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku gelê kurd tevî her cureyên zextê jî xwedî lli çand, ziman û nasnameya xwe derdikeve. Zeydan, destnîşan kir ku yek ji mezintirîn pirsgirêkên li Kurdistanê jî tayînkirina qeyûman e û wiha pê de çû: “Pergaleke qeyûman heye ku li dijî ziman û çanda me hatiye avakirin. Van qeyûman bi sala ye tu xizmet ji bajarên me re nekirin. Li şûna çareserkirin pirsgirêkan, pirsgirêkên nû afirandin. Heta gihişt astekî wisa ku îktîdar bi xwe jî nikare qeyûman biparêze.” Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin. Di dema vekirina buroyê de welatiyan heta demekî dirêj goven gerandin. 
 
BEDLÎS
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Pasaja Guler a li ser Cadeya Cûmhûriyetê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên hevşaredariyê yên Tetwanê yên DEM Partiyê Belkîza Beştaş Epozdemîr, Mumîn Erol, parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. 
 
Belkiza Beştaş Epozdemîr a di vekirinê de axivî, destnîşan kir ku dê hilbijartinên şaredariyê qezenc bikin û dê şaredariya gel dîsa bidin gel. Epozdemîr, anî ziman ku desthilat bi salan e dibêje ‘em ê projeyan çêbikin’ lê desthilat tiştek nekiriye û got: “Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku gelê Tetwanê dê vê zilmê qebûl neke. Heke DEM Partî were wê demê em ê ferqa partiya xwe nîşan bidin. Partiya me xwediyê paradîgmayeke mezin e. Ji ber wê ez bawer dikim ku em ê serbikevin.”
 
‘ŞANSÊ ME NÎNE KU EM 5 SALÊN DIN WINDA BIKIN’  
 
Mumîn Erol jî anî ziman ku dê dersekê bidin feraseta “ne rewa ye” û diyar kir ku divê hilbijartinê bi ferqeke zêde bidestbixin. Erol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi me bi bawer bin şansekî din ê Tetwanê ya ku bi nelirêtiyan tê rêvebirin a 5 salên din winda bike nîne. Heke hûn piştgiriyê bidin me em ê bi hev re bibînin ku avakirina rêveberiyeke adil û demokratîk dê çawa be.”
 
‘RABE TETWAN DEM HAT’  
 
Parlamenterê Bedlisê Huseyîn Olan jî salvegera Mutebaqata Dolmabahçeyê bi bîr xist û wiha got: “Bi birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan kirin. Weke tê zanîn dawiyê di 28’ê sibatê de protokolek hate îmzekirin. Pişt re Recep Tayîp Erdogan û kesên girêdayî wî destpêkirina pêvajoyê asteng kirin. Erdogan protokola Dolmabahçeyê xera kir û çareserkirina meseleya kurd a bi diyalogê asteng kir. Pişt re em ketin vî halî. Rewşa niha xizanî, enflasyon, nelirêtî û talan e. Sedemê van jî xerakirina mutebaqatê ye. Ji ber vê yekê divê ewilî tecrîda 25 sal in didome were rakirin. Û ji bo çareseriya meseleya kurd jinûve dest bi diyalogê were kirin. Pişt re jî divê aştiyeke birûmet pêk were.” Olan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji îro pê ve em ê gund bi gund, kolan bi kolan bigerzin û Şaredariya xwe ya Tetwanê bidestbixin. Rabe Tetwan DEM hat.”
 
STENBOL 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir. 
 
Beştaş û Çepnî yên çûn navenda giştî ya Konfederasyonê ya li Beşîktaşê ji aliyê Seroka Giştî Arzû Çerkezoglû ve hatin pêşwazîkirin. Di sohbeta hate kirin de Çerkezoglûyê ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê re serkeftin xwest. 
 
Li aliyê din kesekî di saetên serê sibê de konê hilbijartinê yê DEM Partiyê yê li navçeya Umraniyê bi heqaretan jê kir. Jêkikirina kon hate şermezar kirin. Endamê MYK’a DEM Partiyê Mûsa Pîroglû yê li qada konê hilbijartinê lê axivî, wiha got: “DEM Partî li vî welatî navê demokrasiyê, kedê û azadiyê ye. Kesên dijminên kedê ne ji bo ji xebatên me re bibin asteng tişta ji destê wan tê dikin. Em qet çavtirsandî nebûn ji niha şunde jî dê çavtirsandî nebin. Ji ber ku em gel in. Em hebûn, em hene, em ê hebin.”
 
Endamên partiyê yên dîsa kon vedan, xebatên xwe yên hilbijartinê ji cihê mayî berdewam kirin. 
 
DÊRSIM
 
DEM Partiyê li Dêrsimê xebatên xwe yên hilbijartinê li Taxa Sîhenk (Ataturk) domandin. Namzetên hevşaredariyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê tev li xebatan bûn. Di xebatan de esnafê taxê hate ziyaretkirin. 
 
Her wiha belavok hatin belavkirin û xebatên stîkiran hatin kirin. Di diyalogên di navbera pêkhateyên tifaqê û dikandaran de têkoşîna hevpar hate destnîşan kirin. 
 
SÊRT
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de serdana esnafên li ser rêya Misircê û Sêrt Park AVM’ê kirin. Namzet, ji hêla gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û li ser mijarên rêvebirina bajêr sohbet kirin. Esnafan gazinên xwe anîn ziman û namzetan jî projeyên xwe yên çareseriyê vegotin. Ji bilî namzetan hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Mûazzez Bûlga û hevseroka navçeya navendî ya DBP’ê Gulîstan Sevîm tev li bernameya serdana esnafan bûn.
 
Di serdanan de welatiyekî bal kişand ser rewşa welat û wiha got: “Ev çend sal in AKP li ser serê me ye. Em di xizaniyê, feqîriyê de hiştin. Li her derî û qadê diziya vî welatî kirine. Em çawa dengê xwe bidin wan? Bi xwedê em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”

Sernavên din

01/03/2024
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN