Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e

img
ÎZMÎR - Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs anî ziman ku di navbera PDK’ê û Tirkiyeyê de li dijî destkeftiyên kurd têkiliyeke stratejik heye û got: “Heke tevgera azadiyê tasfiye bibe wê pêşeroja tu kurdekî nebe.”
 
Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe êriş dabûn destpêkirin. Dewleta tirk a êrişên xwe didomîne di nav hewldanên konsepta şer berfireh bike de ye. Wezîrên AKP’î yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên û diçin, hatin û çûyînên xwe yên bi rojeva hevdîtinê zêde kirin. Tenê di nav çend mehên dawî de Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Mîllî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê artêşê Metîn Gurak di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de gelek hevdîtin lidarxistin. Piştî van hevdîtinan di 20’ê sibatê de hêzên ku hatin îdiakirin girêdayî Mûhafizên Sînor ên Iraqê ne û pişt re derket holê ku girêdayî PDK’ê ne, li gundê Serzêrê yê girêdayî bajaroka Kanî Masî ya Duhokê hatin bicihkirin. Hêzên ku PDK’ê li herêmê bicihkirin jî weke amadekariyên êrişeke nû hate şirovekirin. 
 
TRAFÎKA DÎPLOMASIYÊ YA BI ROJEVA ŞER
 
Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamûs trafîka dîplomasiyê ya bi rojeva şer a di navbera Enqereyê û Hewlêr û Bexdayê de û bandora wê ya li herêmê nirxand. Karamûs, anî ziman ku armanca bingehîn a dewleta tirk tasfiyeya PKK’ê ye û anî ziman ku ev plan jî bi PDK’ê re tê birêvebirin. Karamûs, bi lêv kir ku di navbera dewleta tirk û PDK’ê de li dijî destkeftiyên kurdan têkiliyeke stratejik heye û got: “Armanc dikin ku PKK’ê li herêmên di bin kontrola PDK’ê de tasfiye bikin û bi temamî bixin bin kontrola Tirkiyeyê. Bi hesaba ku dikin dixwazin di navbera Qendîl, Şengal û Rojava ku PKK lê ye korîdorekê ava bikin. Tirkiyeyê bi hevdîtinên bi Iraq û PDK’ê re hedef kir ku peymanek were çêkirin. Hikumeta Tirkiyeyê çim abi Iraq û Hewlêrê re hevdîtin kirin? Ji ber ku di civîna Astanayê de Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîma Esad li hev kiribûn. Di vê peymana li vir de tê dîtin ku bi tu awayî hebûn û statuya kurdan li tu deran naxwazin. Bi peymaneke bi vî awayî di navbera hikumetan de hevdîtin çêbûn. Hemû hewldanên wan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li Şengal û Rojava tasfiye bikin e.” 
 
‘PDK TEV LI ŞERÊ TIRKIYEYÊ DIBE’ 
 
Karamûs, qala bicihkirina hêzên Zerevanî, Gulan ên girêdayî PDK’ê û hêzên cuda yên li ser xeta sînor kir û wiha berdewam kir: “Tirkiye di êrişên dike de tişta dixwest bi dest nexist. Ji ber vê yekê dixwaze hikumeta Iraqê jî tev li vê pêvajoyê bike. PDK heta niha ji ber bertekên di raya giştî de bi awayekî fiîlî piştgirî nedida. Lê êdî PDK bi navê hêzên Iraqê tev li şerê ku Tirkiye dixwaze dibe.”
 
ARMANC: ŞERÊ DI NAVBERA KURDAN DE YE
 
Karamûs, bal kişand ku unîformayên leşkerî yên Iraqê li hêzên PDK’ê dikin û dişînin sînorê ku şer û pevçûn lê diqewime û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihên ku Tirkiye li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd nikare xwe bigire û refleksê nîşan bide pêşmerge bi cih kirine. Ji ber ku li herêmê Tirkiye hatiye rewşeke ku nikare tevbigere. Hesasiyeteke Tevgera Azadiyê ya Kurd heye. Ev jî ew e ku pêşmerge û hêzên kurdan ên li başûrê Kurdistanê nekevin nava şer û pevçûnekê. Ji ber vê yekê pêşmergeyên PDK’ê di bin navê Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê bi cil û bergên hêzên Iraqê û di bin ala wê de li sînor hatin bicihkirin. Armanca bingehîn a li vir ew e ku di navbera hêzên kurd de şerekê derxînin.”
 
JI PDK’Ê RE HIŞYARÎ: EM Ê BI HEV RE JI HOLÊ RABIN 
 
Karamûs, ê li dijî planên qirêj ên bi navê hikumeta Iraqê hatine kirin hişyar kir, wiha domand: “Bi kîjan nav, al an jî cilan bibe bila bibe, ev hêz dikin ku Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev rewş dike ku destkeftiyên ku kurdan bi salan e bitêkoşînê bidestxistine ji holê rake. Weke KNK’ê li dijî vê sekna me zelal e. Em bi salan e ji bo ku di navbera kurdan de şerek dernekeve têdikoşin. Tişta ku Tirkiye li Efrînê kir dixwaze li Bakur û Başûr jî bike. Bila PDK vê baş bizane; heke Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava û Başûr tasfiye bibe, pêşeroja tu kurdan nabe. Divê PDK vê bibîne. Divê em êdî werin bahev.”
 
Karamûs, anî ziman ku gel, partiyên siyasî, akademîsyen, hunermend û rûspiyên Kurdistana Federe li dijî polîtîkayên tên meşandinin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî êrişan divê Kongreya Netewî ya Kurd were avakirin. Divê hebûna me nasnameya me were qebûlkirin. Ji bo ku yekitiya kurdan pêk were em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

01/03/2024
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin