NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye bi obus û SÎHA'yan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.
Tirkiye bi obus û SÎHA'yan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Li gor nûçeya ANHA'yê, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê gundê Buwêhicê yê Minbicê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku gundê Til Torînê jî hat bombebarankirin.
Hat ragihandin ku 2 gund bûne hedefa êrîşên artêşa Tirk û diyar kir ku der barê encamên bomberbaranê de ti agahî nehatin bidestxistin.