Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê

img

ŞIRNEX - Parêzera Ahmet Gun ê ku ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin Ozum Vûrgûnê diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin xwe bigihînin dosyeyê û got: "Ev 80 roj in ku em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyeyê. Kujer ji aliyê darazê ve tên parastin." 

 
Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê bajarokê Ahmet Gun, di 11’ê kanûnê de li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirgê di êrişekê de hat qetilkirin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bû. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji bersûcan cerdevanê teqawîd Enver Babat ê 60 salî û Ebûbekîr Babar hatibûn binçavkirin û bi sûcê “Kuştina biqestî” hatibûn girtin. Her du kesên ku wekî kujerên Ahmet Gun tên ditin, di 29'ê sibatê de hatin tehliyekirin. Der barê geşedanên di doza Gun de û tehliyekirina bersûcan de parêzera malbata Gun Ozum Vûrgûnê û xwarziyê Ehmed Gun, Cemîl Gun axivîn. 
 
'EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DOSYAYÊ'
 
Vûrgûnê diyar kir ku 85 roj in ku di dosyayê de guhertinek çênebûye û got ku geşedanên di dosyeyê de diqewimin ji wan tên veşartin û wiha axivî: "Bi rastî, dosye weke roja ewil maye. Piştî kuştina Ahmet Gun û birindarbûna Abdurrahim Gun tu guhertin çênebû. Serdozgerî û Dadgeha Cezayê Sulhê behsa guhertinên di dosyeyê de dikin û behsa îhtimala guhertina cewherê sûc dikin. Di dosyeyê de biryara nepenîtiyê ya derqanûnî heye. Em nikarin xwe bigihînin dosyayê. Daxwazên me yên der barê lêpirsînê de hemû tên red kirin. Tê gotin ku gumanbarekî mafê xwe yê bêdengiyê bi kar aniye, lê tê gotin ku wî sûcê xwe îtîraf kiriye. Axaftinên me yên bi dozgerî û dadgeriyê re di derbarê vê dosyayê de jî dozger û dadger dibêje,' Erê mirinek heye, em qebûl bikin ku ew kes e ku dikuje, her çiqas li gorî me ne wisa be. Kê gule berdan Abdurrahim Gû? Di vê dosyayê de tenê kesek kuştî heye û weke ku kesek birîndar nebûye tê muamelekirin û nêrînek wiha derketiye holê. Lê sûcdarek jî heye." 
 
Vûrgûnê wiha domand: "Em bînin bîra xwe ku dosya hêj di qonaxa lêpirsînê de ye. Dozgeriyek heye ku birîna guleyê nizane. Helbet em weke  tişteke asayî dibînin ku ew nizanibin. Abdurrahîm Gûn dikeve emeliyata xwe ya 7'an.Dibe ku piştre careke din emeliyat bibe, îfadeya wî carekê li nexweşxaneyê bi talîmatê hat girtin û heta niha li dozgeriyê îfadeya wî nehatiye girtin. Raporên nexweşxaneyê hêj di dosyayê de cih negirtine. Yek Abdurahhim Gun heye ku ne şandine ATK'ê. Ez ê wekî ku dozger ji me re gotine bibêjim 'mirinek heye û sûcdarek jî heye, ev dosye, şerê du malbatan e, me sûcdar dît, me biryara xwe da û serbest berdan' em dibêjin em vê yekê qebûl nakin. Em ê dîsa daxwaza girtinê bikin."
 
'KUJER JI ALIYÊ DARAZÊ VE TÊN PARASTIN'
 
Vûrgûnê anî ziman ku ew nirxandinên dozgeriyê bi ti awayî qebûl nakin û diyar kir ku kiryar ji aliyê darazê ve tên parastin. Vûrgûnê komkujiya ku di 30'ê Tîrmeha 2021'an de li navçeya Meram a Konyayê di encama êrişa nîjadperest a li hemberî malbata Dedeoglûllari de 7 kurdên ji heman malbatê hatin qetilkirin û darizandina nehiqûqî ya piştî komkujiyê bi bîr xist û got: “Em li nirxandinê dinêrin û van nirxandinan jî qebûl nakin. Têkoşîna me ya hiqûqî wê dîsa bi daxwaza girtinê bidome û îtîrazên me jî wê bidomin. Em ê bibînin ku me ji vê pergala edaletê tiştek hêvî nedikir. Komkujiya Dedeogûllari ya li Konyayê ku hatiye kirin û encama we ya darazê li ber çavane. Ewlehiya malbata Gun tune ye. Dema ku tiştekî têkildarî ewlehiyê ji dozgerî û dadgeriyê re tê gotin dibêjin, 'Eger wan bikira, dê heya niha bikirana' dibêjin. Ev dosya ne dosyaya dijminatiya du malbatan e. Ev dosya cînayeteke siyasî ye. Hûn qebûl bikin û nekin rastî ev e. Bila ji dadgeha herêmî, darazê û hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî yên li welêt bizanibin ku ev dosya dosyaya dijminatiyê ye. Ew çi bêjin bila bibêjin di encamê de,  ev ê daraza Ewrupayê de jî dawiya dawî weke cînayeteke siyasî bê nirxandin. Ahmet Gun mîna birayê xwe yê ku salên 90'î hatiye qetilkirin hat qetilkirin. Heger kurê wî bi xwe re nebûya, dibe ku meçhûl biba.  Kujerên Ahmet Gun niha ji aliyê darazê ve tên parastin." 
 
'BIRÎNA ME KÛR KIRIN'
 
Biraziyê Gun, Ehmed Gun jî bertek nîşanî berdana kujeran kir û ev tişt got: "Qeymeqam û Walî hatin serdana malbatê kirin. Moral dan malbatê û gotin,' kujer dê bên berdan û bi hiqûqeke xweser kujerên wî dê bên berdan' piştre malbatê jî bi Walitiyê re hevdîtin pêk anîn. Walî jî soza xwe ya cezakirina kujeran dabû. Lê tehliyekirina kujeran em pir êşandin, hêviyên me şikandin. Me digot,' darazeke xweser  û serbixwe dê kujeran ceza bike' lê doz venekirin û nayê ditin. Abdurrahim di nexweşxaneyê de ye û îfadeyê wî nehate girtin. Ev 8 carin ku emeliyat dibe. Di nexweşxaneyan de emeliyetan de ye. Ev kes hatin tehliyekirin. Ev kesên ku bi awayeke  plankirî çûn hevalê Ehmed qetilkirine û kurê wî jî birîndar kirine hatin berdan. Vê tehliyeyê birîna me kûr kir. Weke ku hevalê Ehmed nû hatiye qetilkirin. Ev 2 meh bûn ku hatine girtin, di nava 2 mehan de çawa dikarin biryara tehliyeyê bidin? Hiqûq çi be bila pêk bînin. Weke malbata Gûn hiqûqî çi pêwîst bike em ê bikin. Hewceyî ku derê be em ê serlêdana xwe bikin. Em ê dev ji doza xwe bernedin." 
 
'TU EWLEHIYA ME NÎNE'
 
Gûn di berdewama axaftina xwe de, da zanîn ku ew ê tekoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got: "Hevalê Ehmed li ser axa xwe hat qetilkirin. Beriya wê jî gef lê dixwarin. Ev tiştê ku hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Ev mirove 30 salan beriya niha ji gundan hatine ser gundên me. Lê niha deşt û zozanên me ji me qedexe kirine. Axa me ji me qedexekirine. Birayê hevalê Ehmed jî  1986'an ji aliyê heman hêzan ve hate qetilkirin û cenazeyê wî jî nehate dîtin. Hevalê Ehmed jî hate qetilkirin ev heta ku bidome. Ev bûyereke ne edlî ye, ev bûyer bi plankirî hatiye kirin. Ev bûyer di hilbijartina serokkomariyê de mudexeleya wan a li ser sindoqan destpê dike. Niha jî dibêjin hûn gili ji van kujeran neke da ku tiştên mezin çênebin. Tu ewlehiya me li wir nine. Ev nêzîkatiye darazê moral dide wan û sûce ku wan kiriye normal dike. Ev kujer ji herkesî re gefek in." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

06/03/2024
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket