Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê

  • jin
  • 22:51 6 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
 
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
 
HOL
 
Kongra Star a navçeya Holê broşorên li ser 8ˊê Adarê li dikan, mal û şêniyên navçeyê belav kirin. Komîteyan diyar kir ku di proşoran de agahiyên li ser dîroka roja 8'ê Adarê û girîngiya wê rojê di têkoşîna jinan de hatine diyarkirin.
 
DÊRAZOR
 
Li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê konekî folklorî hat danîn. Tê de cil û bergên folklorî û karên destan ên jinên Dêrazorê ku balê dikişînin ser reseniya kultûra herêmê û rola jinan di parastina wê de, hatin pêşkêşkirin.
 
Hevseroka Meclısa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Mewran destnîşan kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wê ya niştîmanî rola jinan vejand û diyar ku şoreşê jin gihandin astên herî bilind ên berpirsiyariyê.
 
Berdevka Meclısa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: “Me destkeftiyên şoreşê ku jin beşdar bûne bi dest xistin. Êdî jin dibin hevserok di Rêveberiya Xweser de û xwe di hemû qadan de îsbat kirin."
 
Şahî bi lîstikeke şanoyê li ser rola jinan û têkoşîna wan di hemû qadan de bi dawî bû.
 
HELEB
 
Li Helebê endamên jin ên Komîteya Çalakiyan û Meclîsa Rêveber a Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folklorî li pêşiya navenda kongrayê ya li Taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û berê xwe da navendên Meclisa Malbatên Şehîdan, Parastina Cewherî, Federasyona Gaziyan, Hêzên Ewlelariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û roja 8'ê Adarê li wan pîroz kir.
 
Her wiha li hersê bendên kontrolê yên Hêzên Ewlelariya Hundirîn ên taxê dar çandin.
 
Her wiha Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şevbêrka helbestan li hola 8'ê Adarê li dar xist. Tê de endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.
 
Di şevbuhêrkê de hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid li ser roja 8ˊê Adarê axivî.Piştre koma muzîkê li keman û tembûrê dan, jinan helbestên li ser jinên berxwedêr xwendin û Koma Şehîd Sosin Bîrhat govendên folklorî pêşkêş kirin.
 
ŞEHBA
 
Li Şehba û navçeya Şêrewa bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tevlî 2 çalakiyên cuda bûn. Di çalakiya li navçeya Til Rifetê de rêvebera Kongra Star Nazliye Reşo 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Jinan bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan li dijî pergala baviksalarî tê koşiya." Nazliye Reşo banga bilindkirina asta têkoşînê kir.
 
Çalakî bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bûn.
 
ŞAM
 
Di heman çarçoveyê de Kongra Star a paytexta Sûriyê Şamê rêzeçalakî bi beşdariya bi dehan jinan li Taxa Zorava li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser şoreşa jinan, têkoşîna wan li dijî hişmendiya baviksalarî. Beşdaran destnîşan kir ku jinên Kurd bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd têkoşîna xwe didomînin û soza şopandina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û doza azadiya jinan nû kir.
 
Çalakî bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bûn.

Sernavên din

09/03/2024
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin