Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd

img
AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di deklarasyona Newrozê de axivî û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka kurd girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e.” Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî banga “werin em bi hev re pirsgirêka kurd çareser bikin” kir. 
 
Newroza îsal dê 57 jê navend bi sedan cihan bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newrozê dê di 15’ê adarê de li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê were dayîn. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) deklarasyona Newrozê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Amedê eşkere kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û aktîvîsta TJA’yê Dîlen Guvenç tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de flamayên “Newroz Pîroz” û “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hatin daliqandin. 
 
Deklarasyon ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Piştre jî aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç axivî. 
 
GUVENÇ: RUHÊ NEWROZÊ RUHÊ AZADIYÊ YE 
 
Guvenç, got ku Newroz nîşaneya jiyana nû ye û bi taybet jî ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên qedîm ên Mezopotamyayê tê wateya jiyana nû. Guvenç, wiha dom kir: “Ev jiyana nû, di heman demê de remza berxwedana li dijî îktîdarên zalim e. Heke li deverekê berxwedan û têkoşîn hebe, li wir ruhê Newrozê jî heye. Lewma jî Newroz berxwedan e. Weke her sal, em îsal jî Newrozê di pêvajoyeke ku zext û zoriyên giran li ser jinan û gelan de pêşwazî dikin. Di pêvajoyeke ku tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan û girtîgehan de pêşwazî dikin. Weke her sal em ê îsal jî agirê Newrozê pir geş vêxin. Em ê bi agirê Zekiye, Rahşan û Semayan, agirê Newrozê geştir bikin. Di serî de jinan, em hemû kesî bi ruhê ‘Rabe, dema azadî û serkeftinê ye’ vedixînin qadên Newrozê.” 
 
UÇAR: DIVÊ EM BIKIN KU OCALAN AZAD BIBE 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi zaravayê kurdî yê kirmanckî axivî û got ku Newroz berxwedan e. Uçar, wiha domand: “Newroz, di destê Kawa de mirc, di destê Mazlum de pêt, di destê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan de wijdan e. Zext û zordariya li ser elewiyan, kurdan û jinan wê demê qet kêm nebûn. Niha jî li ser her qadên jiyana me zext hene. Dewlet baş dizane ku heke pirsgirêka kurd bi awayekî civakî neyê çareserkirin, dê çi pirsgirêk çareser nebin. Birêz Abdullah Ocalan ev nêzî 25 sal in bênavber tecrîdkirî ye. Vê tecrîdê ji bilî şer û mirina jinan tu tiştek bi xwe re ne anî. Heke tecrîd bi dawî bibe dê azadî û aştî çêbibe. Weke kesên têdikoşin divê em tecrîdê ji holê rakin û bişikînin. Divê em bikin ku birêz Ocalan azad bibe. Weke ku me di 8’ê Adarê de jî gotî, em ê di Newrozê de jî bibêjin; ‘çareserkirina pirsgirêka kurd girêdayî azadiya birêz Ocalan e. Welatekî demokratîk, girêdayî azadiya birêz Ocalan e.”
 
HATÎMOGÛLLARI JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BANG KIR 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî Newroz bi zimanê erebî pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd ev sed sal in li vî welatî didome û ne tenê li Tirkiyeyê, em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Em ê vê israra xwe bidomînin. Girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyê aştiyane çareser bibe. Li derve jî dayik bi heman mebestê Nobeta Edaletê li dar dixin. Divê ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke statûyê ye. Bi statûya her çar parçeyên Kurdistanê dikare were çareserkirin. Me gelek caran ji bo çareseriyê bang kir. Heke Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike wê demê dikare ji bo Rojhilata Navîn banga aştiyê bike. Em careke din bang dikin; werin em pirsgirêka kurd bi hev re çareser bikin, tecrîdê rakin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
 
Piştî axaftinan govend hate gerandin û daxuyanî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan