Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin

MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di civîna gel a partiya xwe de axivî diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de şaredariyên ku di sala 2019’an de ji aliyê leşker, polîs û tabûran ve hatibûn desteserkirin, bi dest bixin.
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî serdana Bedlîsê ber bi Mûşê ve bi rê ket. Bakirhan ê ku çû Norşînê û xwest gel silav bike, rastî mîtîngekê hat. Li vir bi sedan kes li pêş wesayîtê ber bi avahiya navçeyê ve meşiyan. Bakirhan ku li vir axivî, eleqeya gelê Norşînê silav kir.
 
‘QEYÛM DIJMINATÎ YE'
 
Bakirhan anî ziman ku her ku navê Norşînê dibihîzin ew berxwedana gel a bi rûmet bi serbilindî silav dikin û wiha got: “Norşîn tê wateya kurd û Kurdistanê. Gelê me yê birûmet ên ku ev welat hilweşandin û vê pergala ku li Tirkiyeyê 86 milyon mirovan di warê aborî de feqîr dike, ev 2 serdem in qeyûman tayînî şaredariya Norşînê dikin. Qeyûm, dijminatiya zimanê kmurdî û nirxên kurdî ye. Em ê di 31'ê Adarê de vî qeyûmê ku dijminatiya ziman û çanda me dike bişînin."
 
BAKIRHAN LI MÛŞÊ YE
 
Bakirhan piştî axaftina li vir ber bi Mûşê ve bi rê ket. Bakirhan ku di ketina bajêr de hat pêşwazîkirin, bi konvoya xwe derbasî ber avahiya DEM Partriyê bû û li vir ji girseyê re axivî. Bakirhan diyar kir ku berxwedana Mûşê di têkoşîna wan de cihekî girîng digire û ew ê helwesta xwe ya layîqî vê têkoşînê bidomînin û got: "Ez meha Remezanê bi taybetî li gelê Mûşê, bi giştî li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dikim."
 
Bakirhan diyar kir ku meha Remezanê di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de bûye meha birçîbûnê û got: “Em ketine serdemeke ku em nikairn peqlewe, xurme û zeytûnan bibin mala xwe. Dema em ji desthilata AKP'ê dipirsin, li gor wan Mûş û gel di aramiyê de ne. Bila ji qesran binerin û bibînin ka teqawid, kedkar, jin û kedkarên Mûşê jiyaneke çawa dijîn. Divê em hesabê vê xizanî û zilmê ji wan bipirsin. Roja hesabpirsînê 31'ê Adarê ye."
 
Bakirhan anî ziman ku dema di 31'ê Adarê de şaredariya Mûşê bi dest bixin dê şaredariyeke rast nîşan bidin û diyar kir ku yên herî zêde bi Îsraîlê re bazirganiya xwarinên teze, zebze û fêkiyan dikin, dibêjin ew li aliyê terefê Xezeyê ne. Bakirhan got: “Yên ku ziman û ola me îstismar dikin ev in. Mûş ji Sêrt û Qersê çiqas cuda ye? Taybetmendiya Mûşê çi ye? Polîs anîn vir û kamera vekirine. Li Erziromê û Norşînê tiştekî wisa tune bû. Yên vê zilmê dibînin dengê xwe didin partiya xwe. Em li vir diziyê nakin û fesadiyê nakin, em bi gelê xwe yê birûmet re dibin yek. Ma hûn difikirin ku em ê bi dorpêça polîsên we dest ji doza xwe berdin? Me serî li ber kesî netewandiye, gelê Mûşê jî serî natewîne. Em ê di 31'ê Adarê de şaredariya xwe ya ku di sala 2019'an de Sirri Sakik bi dest xistibû û ji aliyê leşker û tabûrên polîsan ve hatibû desteserkirin, bi dest bixin." 
 
Bakirhan anî ziman ku desthilat dest ji kar û barê xwe berdaye bela xwe bi DEM Partiyê dide û got: "Bi qasî DEM Partiyê kevir bi ser we de bibarin." Bakirhanê ku kesên xwedî li zimanê xwe derdikevin vexwand DEM Partiyê got: “Gelo dê gelê Mûşê dest ji vê berde? Di sala 2019’an de desteser kirin, lê vê carê gelê Mûşê dê di meha Remezanê de şaredariyê bi dest bixe û bike mala gel."
 
 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan