Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo diyar kir ku pêkhateyên jin ên Şengalê di avakirina neteweya demokratîk de roleke pêşeng dilîzin û wiha got: "Jin bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan pergala neteweya demokratîk ava dikin." 
 
Li Şengalê jinên êzidî ku heta niha rastî 74 fermanan hatine, bi xwerêxistinkirinê bersiva qirkirin, tunehesibandin û êrişan didin. Jinên êzidî, ji qada leşkerî heta qada siyasetê li her qadên jiyanê li dijî her cureyên tundiyê têkoşîna xwe didomînin. Di 3’yê tebaxa sala 2014’an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê reviyan û civaka êzidî terkî qedere xwe kirin. Civaka êzidî terkî qedera xwe hatin kirin û di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jê hatin qetilkirin, bi sedan hatin revandin û hejmarek mezin a gel ji cih û warê xwe bûn. Tevî vê komkujiyê jî civaka êzidî di xwe de hêza jinûve avakirina Şengalê dît. Li gel rizgarkirina Şengalê, bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hêzên parastinê yên mîna Yêkineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yêkineyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Ji bo avakirina hîmên bingehîn ên paradîgmaya neteweya demokratîk têkoşîn û pêvajoyeke avakirinê ya cidî hate destpêkirin. Hêzên leşkerî û siyasî ji bo avakirina Şengalê bi rêbaza neteweya demokratîk kedeke mezin dan. Şengal ku modêla paradîgmaya neteweya demokratîk e, vejîna jinê jî bi xwe re anî. 
 
Hevseroka Meclisa Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo rol û rista jinan a di avakirina neteweya demokratîk a li Şengalê de axivî. 
 
'JINÊN ÊZIDÎ DI NAV BERXWEDANÊ DE NE'
 
Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo, bi lêv kir fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji jinên êzidî re deriyekî nû yê jiyanê vekiriye û wiha axivî: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinên êzidî gihişte asteke geleke bilind. Bi berxwedaniya jinên êzidî çawa dikare xwe ji fermana biparêze û azadiya serok mîsoger bikin. Jinên êzidî xwedî berxwedaniyekî ne. Jinên êzidî gelekî rastî fermanan û qirkirinan hatiye. Di sala 2014'an de kesên ku jinên êzidî ji fermanê xelas kirin hêzên YJA-Star û YPJ'ê bûn. Van jinan xwe bi ser fikir û felsefeya birêz Ocalan a neteweya demokratîk xwe birêxistin kir. Ev jinên ku ji fermanê xwe ji nû ve afirandin xwedî li heqîqeta xwe û li doza xwe derket. Jinên êzidî her roj di nav berxwedanê de ne. Li hemberî hişmendiya zilam û li hemberî hişmendiya dewletê di nav berxwedan û têkoşînê de ye. Di her qadên jiyanê de jinên êzidî xwedî li dîroka xwe û xwebûna xwe derdikevin. Ji ber wê dîroka jinên êzidî ji sala 2014'an vir ve nayê hesibandin. Her tim li ber xwe daye lê her tim hatiye xwestin ku berxwedana wê bifetisînin. Di şexsê jinên êzidî de xwestine ku  civaka êzidî jî di qirkirinê de derbas bikin. Ev kes dijminê vê civakê bûn. Ji ber wê her tim di nav hewledayinan de bûn ku di şexsê jinên êzidî de vê civakê qir bikin. Lê jinên êzidî ji bo xweseriya xwe li hemberî van êrişan çok dananî."
 
'FIKIR û FELSEFEYA OCALAN HATIYE RÛNIŞTANDIN'
 
Celo, anî ziman ku hemû pêkhateyên jinan ên li Şengalê di avakirina neteweya demokratîk de cihê xwe digirin û got: “Ji fermanê heta roja me ya îro kesên ku li dijî planên dijmin ê li ser vê civakê derketiye û vala derxistine jin bûn. TAJÊ bi rêxistinkirina jinan û hêza leşkerî li hemberî vê derket. Ne malbat, ne dewlet û ne jî civak nekarî me biparêze ê ku me biparêze hêza me û hebûna me ye. Li vir fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan hatiye rûniştandin. Bi vê fikir û felsefeyê neteweya demokratîk tê avakirin. Xwedîderketina li fikir û felsefeya birêz Ocalan ne tenê erka jinên êzidiye, her jineke ku bixwaze ku xwe ji qirkirinê biparêze divê ku vî fikrî di nava xwe de bihewîne. Bi dirûşma 'Kesek nikare roja me tarî bike' di meha sibatê de komxebateke çêkir. Di asta Iraqê de û pêkhatên jinên Şengalê tev li bûn. Di vê komxebatê de hin biryar hatin standin. Li hemberî hişmendiya serdest û qirkirina jin tekoşîneke hevbeş bê dayin. Her wiha konferansa jinên êzidî hate li dar xistin. Di vê konferansê de jî peyama ku dê kesek nikaribe li hemberî jin bisekine hate dayin."
 
'EM Ê BI VÊ PERGALÊ XWESERIYA ŞENGALÊ MÎSOGER BIKIN'
 
Celo, anî ziman ku ji bocîhaneke ku mirov tê de bije pêwîstiya hemû jinên cîhanê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan heye û wiha domand: “Divê ku her jinek heqîqeta xwe bizanibe û tebikoşe. Encax bi bêtirin tekoşînê em dikarin civaka xwe biparêzin. Ê ku jinên êzidî ji fermanê xelas kirin fikriyeta birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber wê jî niha pêwistiya jinên êzidî bi azadiya birêz Abdullah Ocalan heye. Li dijî qirkirina jin kar û xebatên me dê bidomînin. Çiqas zor û zehmetî hebin jî rêveberiya me ya xweser heye û kesek nikare ji niha pêve me tune bike. Ev civak di şexsê jin de tune dibe û em jî dê civaka êzidî biparêzin. Çiqasî zehmetî hebin jî ew pergala neteweya demokratîk a ku me xwe li ser wê perwerde kirî em ê berdewam bikin û xweseriya Şengalê mîsoger bikin.” 
 
BI FELSEFEYA 'JIN JIYAN AZADÎ' DIPARÊZIN
 
Celo, anî ziman ku biêxistinbûna jinan û berxwedaniya jinan dê van êrişan bide sekinandin. Celo, axaftina xwe wiha qedand: “Jin dê li dijî planên li ser civaka êzidî tên kirin derbikevin û vala derbixînin. Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' em ê civaka xwe biparêzin û nehêlin ku civaka me zirar bibînin. Bi vê hişmendiyê em xebatên xwe didin meşandin. Li ku jinek hebe em li dora vê bîrdoziyê dikin xelek. Çimkî tişta ku bi me bide qezenckirin ev felsefeye û paradîgmaye ye. Ji ber wê divê ku em yek jinek nehêlin ku ji tevgera jin bêpar bimîne. Çimkî tişta ku me bi serbixe û me ber bi serkeftineke mayinde ve bibe ev bîroziye ye." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

12/03/2024
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan