Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe

AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê encamnameya konferansa aştiyê ku di 16-17’ê Adarê de li dar xist parve kir. Di encamnameyê de hat gotin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxilî pêvajoyê were kirin û tecrîd bê rakirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 16-17’ê adarê de “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” li dar xist. Komeleyê encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên ÎHD’ê tev li bûn. 
 
VEGUHERÎ PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ
 
Kuçukbalaban beriya daxuyaniyê axivî û Newroza li gelan pîroz kir. Piştre jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz encamname xwend. 
 
Yilmaz, anî ziman ku mafên kolektîf ên gelê kurd ji hêla dewletên li ser xaka wan ve nayên naskirin lewma êdî pirsgirêka kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî. Bi domdarî Yilmaz anî ziman ku Komara Tirkiyeyê bi sedan sala ye feraseta xwe ya yekperest didomîne û ev tişt anî ziman: “Ev feraset, hemû nasnameyên ne ji wan tune dihesibînin û polîtîkayan pişaftinê li ser ferz dike. Vê yekê jî her tim pêşî li ber demokratîkbûna komarê girtiye. Diviyabû dîroka komarê komara dîroka demokrasî û piranîparêziyê bûya lê veguheriye tunehesibandina kêmneteweyan, bûye dîroka darbe, OHAL û hwd.”  
 
‘RÊYÊN GUFTÛGOYÊ HATIN GIRTIN’
 
Yilmaz, bi domdarî hat destnîşankirin ku li şûna çareseriya pirsgirêka kurd sepanên antîdemokratîk hatine kûrkirin û wiha pê de çû: “Ev nêzî 40 sal in di navbera PKK û dewletê de şerekî dijwar heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd car bi car hewldan çêbûn lê polîtîkayên rasteqîn nehatin raberkirin. Herî dawî di navbera 2013-2015’an ‘Pêvajoya Çareseriyê’ dest pê kir, şer sekinî û civak heta astekî rehet bû. Lê ji ber ku mekanîzma û sererastkirinên qanûnî nehatin kirin, ji 24’ê tîrmeha 2015’an ve şer dijwar bû û hêj didome. Ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd; di nava van 8 salan de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, maf hatin binpêkirin û otorîterbûneke mezin çêbû. Sepanên qeyûman ketin meriyetê, hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bandora wî ya di çareseriya meseleya kurd de ji hêla dewletê ve jî tê zanîn ên bi malbat û parêzeran re hate astengkirin û zemîna guftûgoyê bi temamî hate tunekirin.” 
 
Yilmaz, bi domdarî wiha got: “ÎHD, pirsgirêka kurd weke pirsgirêka mafên mirovan demokrasiyê dinirxîne û di vê çarçoveyê de li çareseriyê digere. Weke ku tê zanîn aştî; pêvajoyeke dirêj û zehmet e. Ji bo her kesî jî pêdivî ye. ÎHD, ji bo çareseriya meseleya kurd li ser bingeha li ser bingeha mafan xebatan dimeşîne û encamên wê jî bi muxatabên wê re parve dike. ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştî’ jî xebata wê ya nûjen e. Konferansa Aştiyê; ji bo peydakirina çareseriyan hatiye lidarxistin.” Bi domdarî Yilmaz, sernavên di konferansê de hatine nîqaşkirin rêz kir û got ku ev mijar bi awayeke hûr û kûr hatine nîqaşkirin. 
 
 
POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN 
 
Yilmaz, di vê çarçoveyê de pirsgirêkên ku rê li ber pêknehatina aştiyê ya pirsgirêka kurd vedike wiha rêz kirin: 
 
* Neavakirina bingeha diyalogê ya partiyên siyasî ya têkildarî çareseriya Meseleya Kurd, 
 
* Helwesta biisrar a di mijara bikaranîna nêzîkatiyên ewlehiyê û rêbazên leşkerî ya pirsgirêka kurd de,
 
* Bandora astengkirinê ya polîtîkayên tundiyê yên li ser afirandina bingeha aştiyê,
 
* Polîtîkayên tecrîdê yên ku nahêlin Abdullah Ocalan ê di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorekî girîng e tevli pêvajoyê bibe,
 
* Ji aliyê partiyên desthilatê ve çareseriya pirsgirêka kurd a temendirêj ji bo berjewendiyên siyasî yên demkurt tên tercîhkirin,
 
* Di hewldanên têkildarî çareseriyê tevgera bêyî ku amadekariyên destpêkê bike û çarçoveyeke qanûnî ava bike
 
* Asayîbûna gotinên ku tundiyê rewa dikin û diyarkirina polîtîkayên heyî, 
 
* Ligel asta siyasî ya pirsgirêka kurd paşguhkirina perspektîfên mafên mirovan, 
 
* Kêmasiyên civaka sivîl ên di tevlîbûna pêvajoyên têkildarî daxwaza aştiyê de hatin nirxandin.
 
DIVÊ OCALAN DAXILÎ PÊVAJOYÊ BIBE
 
Yilmaz, herî dawî jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê wiha rêz kir: 
 
* Ji bo ku pirsgirêka kurd di şert û mercên azad de were nîqaşkirin, di serî de azadiya xweîfadekirinê divê astengiyên li pêşiya mafên sereke û azadiyan bên rakirin. 
 
* Divê mekanîzmayeke guftûgoyê ya ku bingeha muzakereyên di navbera aliyan de amade dike were avakirin; ji bo rewşa aştiyê jî hewcehî bi bidawîkirina pevçûnan heye. 
 
* Partiyên siyasî divê têkildarî çareseriya meseleya kurd inyet û bernameyên xwe eşkere bikin. 
 
*Ji bo Abdullah Ocalan mudaxilî pêvajoyê bibe, divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn. 
 
* Divê Destûreke Bingehîn a bingeha xwe ji mafên mirovan û piranîparêziyê digire û ya sivîl tavilê bikeve rojevê; rola Destûra Bingehîn a di lihevkirina civakê de bê pêşxistin. 
 
*Divê sepanên ku mafên bijartin û hilbijartinê yên kurdan ji holê radikin bên bidawîkirin. 
 
* Divê astengiyên ku rê li ber rêxistinên civaka sivîl û baroyan digire ku ji bo çareseriyê rola xwe bilîzin bên rakirin û bikarin mîna Konferansa Aştiyê û xebatên berfireh li dar bixin. 
 
* Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, divê astengiyên siyasî yên li pêşiya kurdan û siyasetmedarên muxalîf bên rakirin; pêşiya siyaseta sivîl were rakirin. 
 
* Divê tevahiya astengiyên di her qadên jiyanê de yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin û girîngiya kurdî ya di çarçoveya meseleya kurd de esas bê girtin. 
 
*Di çareseriya meseleya kurd de divê tecrûbeyên çareseriyê yên cîhanê esas bên girtin û Tirkiye ji bo çareseriyê mekanîzma û çarçoveyeke qanûnî amade bike. 
 
* Divê di hemû xebatên ji bo aştiyê de wekheviya jinan hebe û astengiyên li pêşiya tevlibûna wan bên rakirin. 
 
* Divê piştevaniya di navbera civakên bûne mexdûrên şer de piştevaniya navneteweyî were xurtkirin.” 
 
 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin