Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin

img
MÊRDÎN - Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoserê bûn. Ciwanan, cil û bergên li xwe kiribûn ji xwe kirin û di nava agirê Newrozê de şewitandin. Li qadê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo" hate berzkirin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya li Qada Otogarê bûn. Beriya destpêkirina bernameyê, wlatî bi saetên berê li dora qadê civiyan ku bi bariyeran hatibû girtin. Bi vekirina deriyan re jî welatî bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşma “Bijî Newroz” ketin qadê. 
 
Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirine jî bi pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” tev li pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
POSTERÊN OCALAN Û MAZLUM DOGAN HATIN HILGIRTIN 
 
Tevî hemû astengkirinên polîsan jî girseyê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan û filamayên bi rengên kesk, sor û zer xistin qadê. Her wiha ciwanên li qadê pankarta “Yê ku dide meşandin tu yî, şukir ji qudreta te re” û "Jina azadbûye nîşaneya ciwaka demokratîk û azad e” ku wêneyên Bubo Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandibûn hilgirtin. Di dema pîrozbahiyan de her wiha posterê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hate vekirin. Ciwanan bi posteran li qadê meş li dar xistin. 
 
Beriya destpêkirina bernameyê, girseyê li ber stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê heta demekî dirûşma "Şehîd namirin" berz kir. 
 
JI BO DAYIKÊN AŞTIYÊ LI ÇEPIKAN XISTIN
 
Ji ewil Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de derketin ser dikê. Ji bo dayikan girseyê bi yek carî li çepikan dan. Dayika Aştiyê Halîme Kaya Newroza gelê kurd pîroz kir û got ku gelê kurd aştiyê dixwaze û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir.  
 
AGIR BI CILÊN XWE VÊXISTIN 
 
Dihat payîn ku siyasetmedar agirê Newrozê vêxin lê ciwanan agir vêxist. Ciwanan cil û bergên li ser xwe derxistin û agirê Newrozê vêxistin. 
 
Piştre jî hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û namzetên hevşaredariyê hatin ser dikê û gel silav kirin. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ji ewil wate û girîngiya Newrozê vegot û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan. 
 
AHMET TURK: XELKÊ QOSERÊ DIBÊJE BIJÎ AZADΠ
 
Namzetê din Ahmet Turk jî girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê. Turk, got ku xelkê Qoserê li dijî kesên dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin, berxwedana gelê kurd bifetisînin û nasnameya wan tune dihesibînin dibêje; “Ez azadiyê dixwazim û bijî azadî.” Bi domdarî Turk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka kurd bi zilmê çareser nabe.” Her wiha Turk ji bo hilbijartinan jî got ku dê bersiva pêwîst were dayîn. 
 
BI RUHÊ NEWROZÊ BER BI HILBIJARTINÊN 31’Ê ADARÊ VE 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî Newroza Abdullah Ocalan û girtiyan pîroz kir. Guneş, got ku ew ê bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan û ev tişt anî ziman: “Her dengê ji bo AKP’ê tê dayîn, ji bo şer û guleyan diçe. Em ê bi ferqekî mezin qezenc bikin.” Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar George Aslan jî nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû xwend. 
 
AYDENÎZ: TU KES NIKARE ÎRADEYA ME TESLÎM BIGIRE
 
Parlamenter Saliha Aydenîz jî gel silav kir û got: “Bila kesên Kurdistanê nas nakin baş li meydana Qoserê binêrin. Bila baş li meydana Amedê binêrin, ev der Kurdistan e.” Bi domdarî Aydenîz kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Aydenîz, bi domdarî got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in di tecrîdê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê me ye. Tu kes nikare îradeya me teslîm bigire. Heke birêz Ocalan biaxive, dê azadî û aştî were vî welatî. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Nifteya çareseriyê jî birêz Ocalan e. Dê ev Newroz bi xwe re azadiya birêz Ocalan û gelê kurd bîne. Tu kes nikare xwe li pêşiya sekna gelê kurd bigire.” 
 
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/03/2024
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin