Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn

img
AMED - Siyasetmedara kurd Leyla Zana di Newroza Amedê ya dîrokî de Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn.” 
 
Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, didome. Di dema xwendina nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê yên di demên berê de coşa Newrozê derket lûtkeyê. Piştre jî siyasetmedara kurd Leyla Zana derket ser dikê.  
Zana bi strana “Dîren Ha Diyarbekir Dîren" derket ser dikê. Zana, demekî dirêj girse bi nîşaneya serkeftinê silav kir û got: “Amed tu siyaseta Mezopotamyayêyî tu dilî. Newroz pîroz be.” 
 
RÊBERÊN KURD BI BÎR ANÎ
 
Zana, bi domdarî Newroza kurdên li her çar paçeyan, pêşengên gelê kurd Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Melayê Cizîrî û hwd. pîroz kir û got: “Ew koka me ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Zekiye Alkan bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kir. Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê rojên reş ronî kir. Em tevek ronî kir. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.” 
 
Bi domdarî Zana bal kişand ser têkoşîna Mele Mistefa Barzanî û ev tişt anî ziman: “Em bi fikrên kê şiyar bûn? Ji we dipirsim; em bi felsefe û fikrên Serok Apo hişyar bûn.” Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
 
Zana, anî ziman ku li gelek welatên Asyayê Newroz tê pîrozkirin û got ku yên Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî jî gelê kurd e. 
 
Zana, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Em ê tenê şaredaran ne hilbijêrin. Partiyên îktîdarê henekên xwe bi aqilê dikin. Dibêjin; ‘Me 100 salan kurd birêve bir. Kurd ji me razî ne lewma deng didin me.’ Li rexekî AKP, li rexekî CHP û li rexekî jî MHP... Em êdî dibêjin ‘êdî bes e.’ Ji vir û şûnde em bi xwe dê îradeya xwe bi kar bînin.” 
 
'NEWROZ BEDENA ZEKIYE Û REWŞENÊ YE’ 
 
Piştre jî Zana axaftina xwe bi tirkî domand û ev tişt anî ziman: “Em gelekî tema û yê parve nake nînin. Lê belê yên ku Newroz kirine Newroz, bedenên Mazlum Dogan, Zekiye Alkan û Rewşenê ne. Em bi bedenên xwe Newrozê ronî dikin û diyarî gelan dikin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe her kesên bi hev re pîroz dikin pîroz be.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Zana bal kişand ser berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû bi bîr xist. Di vê navberê de girseyê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir. Zana, got: “Wekî hûn jî dizanin, piştî Jîna Emînî ev dirûşm êdî bû dirûşma mirovahiyê û hemû jinan. Jin Jiyan Azadî."
 
NEWROZA ABDULLAH OCALAN PÎROZ KIR
 
Zana, bi domdarî bal kişand ser hewldanên aştî û çareseriyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di sala 1993’yan de û pirsa; “Hûn amade ne ku ev rêye dîsa were vekirin?” kir. Girseyê jî bi yekdengî got: “Erê.” Zana, axaftina xwe wiha qedand: “Aştî, bereket e. Aştî, hezkirin e. Em careke din bi dengekî bilind dibêjin; Newroza te pîroz be Serok Apo. Newroza hemû hevalên girtî pîroz be.” 
 

Sernavên din

23/03/2024
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin