Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan

img
AMED - Yên ku tev li Newroza biheybet a Amedê bûne diyar kirin ku ew ê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan û wiha gotin: “Em ê bi ser kevin.”
 
Li Amedê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema serkeftin û azadiyê ye” Newroz hate pîrozkirin û ji milyonekê zêdetir kes tev li pîrozbahiyên bûn. Siyasetmedarên ku derketine ser dikê û axaftin kirine têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yektitiya netewî ya kurdan peyaman parve kirin. Her cara ku ev mijar ji hêla axiveran hate ziman, girse bi diruşm û çepikan xwedî li van peyaman derket. 
 
Welatiyên ku tevî barana dibarî qadê vala nehiştine, ser girîngiya peyamên hatine dayîn sekinîn û qala girîngiya van peyaman kirin. 
 
Înayet Ok diyar kir ku Newroz “cejna vejînê” ye û ji bo tevlîbûna xwe ya Newrozê jî wiha axivî: “Kevir jî bibarin em ê bên.” Înayet anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset bi dîlgirtinê tê domandin û da zanîn ku ev 8 meh in berdana birayê wê tê taloqkirin Înayet axaftian xwe wiha domand: “Em ê heya mafê xwe bi dest bixin têbikoşin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”
 
‘EM AZADIYA RÊBERTIYÊ DIXWAZIN’
 
Esen Sonmez Pinar a ji Almanyayê tev li Newrozê bûye hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ji bo Serokatiyê azadiyê dixwazim. Ez dixwazim ev Newroze ji gelê kurd re azadiyê bîne. Hêvî dikim ku di serî de Serokatî bibe sedema azadiya hemû girtiyên siyasî.” 
 
Halîfe Karda Newroza tevahiya gelê kurd pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Newroz remza azadî, aştî û yekitiyê ye. Ji bo ev pêk werin jî divê tecrîd were rakirin. Em bi hev re bi tilîliyan û coş Newroza îsal pîroz bikin.” 
 
Rûken Şen xwest Newroz aştiyê bîne û ji bo vê yekê jî bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Şen bi bîr xist ku bi azadiya Abdullah Ocalan dê tevahiya civakê azad bibe û wiha axivî: “Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Di girtîgehan de berxwedana grevên birçîbûnê heye. Ez wek gel banga xwedîderketina dengê girtiyan û têkoşîna tê domandin dikim.”
 
‘WERIN EM BIBIN YEK’
 
Evîn Turhan bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin, li ser tevahiya gelê kurd tê sepandin û ev tişt gotin: “Em di mijara tecrîdê de li cihê ku gotin xelasbûne de ne. Salen dirêj in ku tecrîd didome. Divê demildest tecrîd were rakirin. Êdî bes e, divê em wek gel bibin yek. Ez bang li hemû kurdên cîhanê dikim. Ji bo ev zilma ser me dawî bibe werin em bibin yek.” 
 
Mîhrîban Aslan got ku ew wek sed hezaran kes Newrozê pîroz dikin ev tişt anî ziman: “Greva li girtîgehan, pêvajoya hilbijartinê rasterast ser tevlîbûnê bandor kir. Me di heman demê de agirê ku ji 8’ê Adarê girtiye anî vê derê. Êm ê di 31’ê adarê de jî bibin sindoqan jî. Daxwazên girseya vê derê hevpar in. Divê em ji bo rakirina zextên ser girtîgehan û pêkanîna daxwazên girtiyan bibin yek. Divê hemû şoreşger û welatparêz piştevaniya li dijî tecrîdê mezin bikin.”
 
Hazli Kiliç a ji Şirnexê tev li Newrozê bûye wiha axivî: “Îro li gel hatina biharê em remza azadî û serî netewandina xwe pîroz dikin. Newroz bi tu awayî astengî nas nekir û dê nas neke jî. Em ê wek serbilind her tim Newrozê pîroz bikin.” 
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
 
Hakan Denîz ê ji navçeya Erdîşa Wanê tev li Newrozê bûye wiha got: “Newroz dê bibe ala aştî û azadiyê. Ez têkoşîna zindanan bi rêzdarî silav dikim. Em di saya wan de hene û dê tim hebin jî. Bi saya wan em serbilind in û em ê tu carî serê xwe netewînin.”
 
Sînan Okyay diyar kir ku ew ji bo hebûna kurdan nîşanî tevahiya cîhanê bidin hatiye Newrozê û wiha axivî: “Em ê li Amedê rengê xwe nîşan bidin. Dê tu caran paş de gavê nevêjin. Em ê her hebin. Ev Newroza Kawayê Hesinkar e. Em jî dê li ser şopa wî bin.” 
 
‘PEYAMA HILBIJARTINÊN 31’Ê ADARÊ HATE DAYÎN’
 
Cebraîl Yildiz destnîşan kir ku li qada Newrozê peyama hilbijartinên 31’ê adarê hatiye dayîn û ev tişt gotin: “Bi pîr û ciwanên xwe ve, em wek malbat li vir in. Bi salan e gelek bawerî û bîrdoziyên cuda di vê qadê de tên cem hev. Ez jî 20 sal in tev li vê Newrozê dibim. Em her carê heman coşê dijîn. Ez pişgiriya grevên birçîbûnê dikim. Divê gelê kurd ji bo tecrîd dawî bibe, bi nasnameya xwe ve li her platforma siyasî dengê xwe bilind bike.”
 
Mahmut Yazmaz da zanîn ku ew di 13 saliya xwe de dema ku şivan bûye dest bi vêxistina agirê Newrozê kiriye jî ev tişt gotin: “Ji ber ku Newroz sekna li dijî zilmê ye. Îro jî bi berxwedana Jîna Emîniyan û berxwedanên Apoyan tê pîrozkirin. Girtî li dijî zilma desthilatê, di greva birçîbûnê de ne. Divê gelê kurd zane be. Divê ziman û nasnameya xwe nas bike. Divê hemû kurd di hilbijartina pêşiya me de, ji bo tecrîd were rakirin, azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn û pirsgirêka kurd were çareserkirin têbikoşe.”

Sernavên din

23/03/2024
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin