Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin

QERS - Hilbijêrên bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgorê diyar kirin ku wan valîzê Omer Vargunê ku di hilbijartinên berê de namzetê AKP'ê bû û bi biryara YSK'ê mazbata wergirtibû amade kirine û gotin ku ew ê bi DEM Partiyê şaredariyê bi dest bixin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo şaredariya Bazarcix a Dîgorê ku di hilbijartinên 2019'an de HDP'ê ew bi dest xistibû lê YSK'ê bi hinceta bi KHK'ê hatiey xîrackirina mazbata nedabû namzetê wê û li şûna wê dabû namzetê AKP'ê, bênavber dixebite. Li navçeya ku nifûsa wê 3 hezar û 500 e û 2 hezar û 185 dengdêrê wê hene, DEM Partiyê Ayten Yardimcîel û Husnû Ancî wekî namzetên hevşaredariyê nîşan da û AKP'ê jî car din Omer Vargun kir namzet. 
 
Şêniyên bajêr ku piştî hilbijartinên 2019'an li dijî biryara YSK'ê 2 mehan dest bi nobetê kirin, diyar kirin ku wê di hilbijartinê de DEM Partî bi ser bikeve.
 
‘JI BO ALÎGIRÊN XWE XEBITÎ'
 
Ciwanê bi navê Ozgur Erkmen ê li Bajaroka Bazarcixê dijî, diyar kir ku şaredariya di bin kontrola AKP'ê de heta niha tu xizmet nekiriye. Erkmen, anî ziman ku yekane karê şaredariya AKP'ê dewlemendkirina aligirên xwe ye û got: "Niha hilbijartin nêzîk dibe, dest bi sozên xwe yên ji bo gelê bajêr kiriye. Hemû derew in. Heta niha tu li ku bûyî, te çima heta îro nekiriye? Bi vê yekê hewl dide raya giştî bixapîne. Partiya me wê di 31’ê Adarê de bi ser bikeve."
 
‘TIŞTA HEYÎ JÎ JI ME STEND'
 
Ciwanê bi navê Cem Anli jî bi bîr xist ku di hilbijartinên 2014'an de AKP'ê şaredariya bajêr bi dest xistiye û got ku ji wê demê heta niha tu xizmet nehatiye kirin. Anli anî ziman ku ger li bajêr di serdema DTP'ê de xizmet hatiye kirin û wiha got: “Ji bo çûn û hatina Qersê wesayît dan xwendekaran. AKP dema hat van amûran ji holê rakir. Niha xwendekar di rewşeke dijwar de ne. Di nava sozên heyî yên şaredariyê de gaza xwezayî hebû, lê yek ji wan jî nehat dayîn. Ne tenê tiştek nekir, tiştê ku hebû jî ji me stand. Navendek çandê hebû, wê jî betal kir. Wesayîta şaredariyê hebû, ne diyar e ka ew biriye ku derê. AKP'ê jî tişta ku HDP'ê kir hilweşand. Beriya AKP'ê em ji xizmetên HDP'ê gelek memnûn bûn. Li bajêr serketina AKP'ê ji bo me qte nebaş bû. Ji ber ku me kir dijminên hev. Divê em wan bikin partiya tabelayê." 
 
‘ME VALÎZÊ QEYÛM AMADE KIRIYE'
 
Ozan Anci anî ziman ku tenê sozeke şaredariya AKP'ê hebûye û got: "Armanca wê tenê ew e ku tiştên di serdema HDP'ê de hatibûn kirin ji holê rake û ji bo malbat û alîgirên xwe bixebite. Ji wê pêve tiştek nekir. Got ez ê rê çêkim lê rê xera kir û çênekir. Hilbijartin hat û sozan dest pê kir. Tişta ku 10 sal in dibêje dubare dike. Soz dide ku wê 2 hezar kes li bajêr bixebite, lê derewan dike. Em ji wî bawer nakin û me valîzê wê anade kiriye.Em ê şeva hilbijartinê valîzê wî bidin ser pişta wê û wê bişînin." 
 
‘LI VIR CIHÊ AKP'Ê TUNE YE'
 
Jina bi navê Serpîl Salturkê diyar kir ku çendî ne tiştekî mafdar be jî qeyûm hatiye tayînkirin û wiha got: “Ev 10 sal in şaredariyê bi rê ve dibin. Min tu xizmetek wan nedîtiye. Ayhan Erkmen du serdeman bû şaredar û me xizmetê dît. Ev 10 sal in tu xizmet tune ye. Dema qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin got ku ew ê xizmetê neke. Ez tiştekî din hêvî nakim, bila DEM Partî bi ser bikeve. Werin em çaya xwe ya bi DEM’ê li şaredariya xwe vexwin. Em dixwazin êdî AKP ji holê rabe. Cihê AKP'ê li bajarê me nîn e. Di heman demê de tenê partiya me mafê jinan diparêze û partiyeke jinan e. Em dikarin vê di pergala hevserokatiyê de jî bibînin. Ji bo vê jî em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.
 

Sernavên din

26/03/2024
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin