Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin

  • ciwan
  • 09:02 26 Adar 2024
  • |
SÊRT - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Sêrtê bi şev û roj didomin. Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê Turgut Yurek da zanîn ku jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin û got: “Me di şevekê de li deriyê 2 hezar û 300 malbatan xist.”
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê tenê çendek roj man. Bi nêzbûna hilbijartinê re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî lez da xebatên xwe. Yek ji bajarên ku DEM Partî bi şev û roj xebatên xwe li didomîne jî Sêrt e. Îktîdarê li bajar 6 hezar û 643 “hilbijêrên gerok” veguhestiye û hewl dide bi rêya wan Şaredariya Sêrtê ku ev du serdem in qeyûman lê tayîn dike, bi dest bixe. DEM Partî jî li dijî vê gava îktîdarê, bi şev û roj dixebite û jixwe bawere ku dê şaredariyê bi dest bixe. 
 
Xebatên li Sêrtê bi pêşengtiya jin û ciwanan tên meşandin. Ciwanên di xebatên hilbijartinê de cih digirin, têkildarî xebatên xwe bi ajansa me re axivîn. 
 
21 TAX WEKE 7 HERÊM DIYAR KIRINE
 
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Turgut Yurek da zanîn ku wan weke komîsyon beriya du mehan 21 taxên bajêr weke 7 herêm diyar kirine û xebatên xwe li gorî van herêman dimeşînin. Yurek, diyar kir ku her herêm her roj li taxên xwe xebatên xwe yên rojane didomînin. Yurek, anî ziman ku di hin rewşan de bi hemû berdevkên taxan, rayedarên sindoqan, midûrên dibistanan û berdevkên herêmê re li buroyên xwe yên hilbijartinê tên cem hev û xebatên berfireh dimeşînin.”
 
DI ŞEVEKÊ DE ÇÛN SERDANA 2 HEZAR Û 300 MALBATAN
 
Bi domdarî Yurek anî ziman ku hedefa wan ew bû ku di şevekê de biçin serdana hezar û 500 malbatan û wiha got: “Lê ji hêla moral û motîvasyonê ve em di rewşeke ewqas baş de ne ku me ev hejmar derxist 2 hezar û 300 malbatan. Me li herêmên 5’emîn, 6’emîn û 7’emîn saet di navbera 20.00 û 22.30'an de pusulayên dengan, deftera danasîna projeyan û belavok belav kirin û li deriyê 2 hezar û 300 malan xist.”
 
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE JI BO EWLEHIYA SINDOQAN BIXEBITIN’
 
Di berdewamê de Yurek daxuyand ku li Sêrtê ciwan pêşengtiya xebatan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji heft salî heta heftê salî ev rewş hêzê dide her kesî. Em di meha Remezanê de lewma xebatên me heta derengiya şevê didomin. Hevserokên me yên bajêr û navçeyan, parlamenter û rêveberên me heta saet 11’ê şevê li qadan dixebitin. Xebatên me dê heta şeva 30’ê adarê berdewam bikin û di 31’ê adarê de jî em ê ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin.”
 
‘JI BO ZIMANÊ XWE TEV LI XEBATAN DIBIM’
 
Yek ji ciwanên di xebatan de cih digire jî Azad Ekîncî (28) ye. Ekîncî, anî ziman ku îradeya wan hatiye xespkirin û zimanê wan tê înkarkirin lewma tev li xebatên hilbijartinê bûye. Ekîncî, da zanîn ku ew ne tenê ji bo kurdî, ji bo hemû zimanên tên înkarkirin têdikoşin û wiha berdewam kir: “Di nava DEM Partiyê de kurd, tirk, ereb, laz, çerkes û hwd gelek kes hene. Dema di meclisê de diaxivin, mîkrofonên wan tên girtin. Em dixwazin herkesek xwe bi zimanê xwe îfade bike. Em dixwazin nîşan bidin ku em li dijî zîhniyeta qeyûman hê jî li vir in û bi awayekî rêxistinî xebatên xwe didomînin.”
 
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERBIKEVIN’
 
Ekîncî, der barê xebatên xwe de jî agahî da û got ku hema hema li tevahiya Sêrtê geriyane. Ekîncî, diyar kir ku belavokan û pirtûkçeyên danasîna projeyên xwe belav dikin û dibêjin 'Em dengên we dixwazin û hişmendiya qeyûm qebûl nakin.’ Ekîncî, wiha pê de çû: “Bi vî awayî em hewl didin mirovan razî bikin. Gel jî eleqeyeke mezin nîşanî me dide û bi me re ye. Her wiha ez bang li hevalên xwe yên xwendekar û xebatkar ên li derveyî bajêr dikim ku bên ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derbikevin.” 
 
JI BER NÊRÎNA DEM PARTIYÊ YA JINÊ TEV LI XEBATAN DIBE
 
Jina ciwan Fatma Kaçar a 25 salî jî diyar kir ku ji ber nêrîna DEM Partiyê ya jinê tev li xebatan bûye. Kaçar, destnîşan kir ku DEM Partî wekheviya zayendan diparêze, girtîngiyê dide jinan, demokrasiyê diparêze û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber van sedeman ez tev li xebatên DEM Partiyê bûm. Xebatên me didomin. Ji bo ku em logoya xwe bidin nasîn pisûlayên xwe belav dikin. Dem DEM’a me ye, doz doza me ye. Divê em dengê xwe bidin DEM Partiyê da ku jin li herêma me pêş bikevin.”
 
MA / Bazîd Evren
 
 

Sernavên din

26/03/2024
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin