Bajar bi bajar binpêkirinên mafan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kurdistanê ji bilî hilbijêrên “veguhestî” gelek binpêkirin çêbûn.

Derket holê ku li sindoqa bi hejmara 1034’an a Dibistana Navîn a li taxa Ejmanuk a girêdayî navendê di pêşengtiya hevjîna namzetê şaredariyê yê Mûşê Feyat Asya de bi komî deng hatine bikaranîn. 
 
AKP’yiyên ku êrişî peywîrdarên sindoqê yên mudaxileyî dayîna dengan a bikomî kirin, ji ber zêdebûna bertekan bi lez û bez ji dibistanê dûr ketin. 
 
GIRTEK HATIN GIRTIN 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a di cih de çavdêriya binpêkirinan dike, anî ziman ku divê sindoqa dengên bi komî hate bikaranîn were betalkirin. Di encama hewldana zêde ya parlamenter û hiqûqnasan têkildarî bûyerê girtek hate girtin. 
 
‘JI BO KU GEL BIKARE DENGÊ XWE BIDE EM LI VIR IN’ 
 
Boz, a piştî girtekê daxuyanî da, bal kişand ser binpêkirinan û ev tişt got: “Bûyereke li ber çavên hêzên ewlehiyê çêbûye heye. Li gel welatiyên ku xwendin û nivîsana wan nîne hin kesan dişînin kabînê. Divê ev hilbijartin were betalkirin. Em ji bo gel bikare dengê xwe bide li vir in û em ê xwedî li vîna gel derkevin.”
 
3 CARAN DENG DA, DEM PARTIYÊ GIRTEK GIRT 
 
Nûçeyeke din a binpêkirinê jî ji sindoqa bi hejmara 1108 a Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a li navenda Mûşê hat. Hate diyarkirin ku jina çarşefeke reş li xwe kiriye 3 caran deng daye. Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya DEM Partiyê mudaxileyî bûyerê kir û xwest ku girtek were girtin. Di encama hewldanên navenda krîzê de têkildarî sindoqên ku jinê deng lê dan girtek hate girtin. 
 
Li aliyê din li Milazgirê hate dîtin ku hilbijêrên veguhestî ji bo ku bi awayekî bi komî deng bidin ketine rêzê. 
 
RIHA 
 
Li dibistana seretayî ya li gundê Gozlek ê girêdayî navçeya Wêranşarê, Saît Gunaydin ji ser hesabên xwe yên dîjîtal parve kir ku 11 caran deng daye AKP’ê. Gunaydin ê wêneyên pisûlayan kişand bi peyama “Deng ji AKP’ê re ne. Ha bibîne kurdo, 11 heb min dan” ji kesekî din re şand. Piştî ku kesê li hemberî Gunaydin got ku dê giliyê wî bike bi gotina “Ez ê te bikujim” gef lê xwar. 
 
ŞIRNEX 
 
Huseyîn Tûrhanli ê li baxçeyê Dibistana Seretayî û Navîn a Sergeneral Omer Keçegîlê bertek nîşanî leşkerên “veguhestî” da, rastî tundiyê hat. Polîsan tundî li mamoste Tûrhanli kirin. Tûrhanli bi gotina “hûn dizin” bertek nîşanî rewşê da. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokê Bajêr Abdûllah Gungen û partiyiyan pêşî li leşkeran girt û bertek nîşan da. 
 
Li dibistana behsa wê tê kirin nêzî 5 hezar hilbijêr hene. Lê beşeke zêde mirovên di lîsteyê de ne Şirnexî ne. 
 
RIHA 
 
Şandeya çavdêriyê ya navnetewî ya ji endamên Partiya Komunîst a Fransî pêk tê li navçeya Serêkaniyê çavdêrî kirin. Şandeyê anî ziman ku li navçeyê pirsgirêkeke cidî nedîtine lê li gundan agahiyên ku dengên blok tên bikaranîn wergirtine.”
 
Li gundê Sûfra û Gellegoç ên girêdayî Serêkaniyê hewl dan ku bi komî dengan bidin. 
 
Li sindoqa bi hejmara 1437 a li Dibistana Seretayî ya Sabanci ya li navçeya Sêweregê hatiye dayîn peywîrdar ji dibistanê hatin derxistin û wiha deng hatin dayîn. Di sindoqa ku 100 deng lê hatine dayîn de 154 hilbijêr hene. Hate diyarkirin ku deng ji aliyê rêveberê AKP’ê yê navçeyê Bayram Kamişli ve hatine dayîn. 
 
Hate îdiakiri ku namzetê şaredariyê yê Xelfetiyê yê AKP’ê Şeref Albayrak bi komeke ji 200 kesan pêk tê çûye dibistanên hilbijêrên veguhestî lê ne û bi komî deng daye. 
 
ELKÊ: BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ DIÇIN DENG BIDIN!
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê dengdayîn didome. Hate dîtin ku bi sedan leşker di nava sûkê de bi wesayîtên zirxî diçin ku dengan bidin. Hilbijêr ji vê rewşê bi bertek in. Tevî hemû îtîrazên DEM Partiyê leşkerên biçek ji baxçeyên dibistanan nayên derxistin. 
 
AMED 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû ya li Lîseya Anadoya Pir Bernameyî ya li navçeya Hezro ya Amedê hilbijartinê dişopîne rastî heqareta yek ji hilbijêrên “veguhestî” yê ji bo dengê xwe bide hat. 
 
Piştî ku Turkoglû bertek nîşanî hilbijêrê “veguhestî” da kesekî ku xwe weke leşker da nasîn û gel got cerdevane kete nav nîqaşê. Polîsan kesê ku kete nav nîqaşê ji herêmê dûr xist, Turkoglû diyar kir ku dê giliyê wî kesî bike. 
 
Dû re namzeta hevşaredariyê ya Hezroyê ya DEM Partiyê Hasîbe Yazdik jî bang li kesên ku ji bo deng dayînê hatine kir û wiha got: “Nebin hevkarê hewldana ji holê rakirina vîna gel.”
 
BI ÇEKÊ LI SER SINDOQÊ SEKINΠ
 
Li gundê Ada yê navçeya Çêrmûgê jî polîsekî guh neda qanûna divê hêzên ewlehiyê ji 100 mîtroyan zêdetir nêzî sindoqê nebin li ser sindoqa bi hejmara 1086 bi çeka xwe sekinî. 
 
BEDLÎS
 
Li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya li Taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê 45 leşkeran bi çekên xwe deng dan. Hate zanîn ku kesên deng dane ji gundê Reşadiyeyê anîne. Peywîrê DEM Partiyê yê sindoqê jê re got ku “Divê hûn cilên sivîl li xwe bikin” û anî ziman ku divê leşker li gorî dayîna dengan tevbigere. Leşkeran jî çûn ser peywîrdarê sindoqê yê DEM Partiyê û asteng kir ku qeyd bike. 
 
Li Dibistana Navîn a Vakifbankê ya li Taxa Hîdayetê jî hate diyarkirin ku zêdetirî 20 leşkeran bi unîformayan deng dane. DEM Partiyê îtîraz kir. 
 
KONYA 
 
Li Taxa Yapali ya girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê kesek, bi 3 hilbijêran re kete kabîna dengdayînê û xwest dengdayîna bi komî bikişîne. Berspirsyarê DEM Partiyê yê dibistanê îtîraz kir. Leşkeran mudaxileyî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyê kir û dîmenên hatibûn kişandin dan jêbirin. 
 
MÛŞ 
 
Li Taxa Ejmanuk a girêdayî navenda Mûşê hêzên ewlehiyê dengdayîna komî ya AKP’iyan asteng nakin. Hate dîtin ku hilbijartina di saetên sibê yên ewil de bi “dengên bihîle” dest pê kir, ji aliyê peywîrdaran ve nayê astengkirin û girtek nehatine girtin. 
 
Li hemû sindoqên li dibistan deng bi awayekî komî hatin dayîn. Girtekên ku parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û Koordînasyona Krîzê ya DEM Partiyê nivîsandin jî ji aliyê serokê sindoqê ve derbasî lênûska biryarê nehatin. Parêzerên ku beriya niha jî xwestibûn girtekan bigirin ji aliyê cerdevan û peywîrdarên sindoqê ve rastî tundiyê hatin. 
 
Berpirsyarê dibistanê yê alîgiriya serokê sindoqê yê girtek derbasî lênûska biryarê nekirin ji Bozê re wiha got: “Erê dikare dengê bihîle bide.” Namzetê AKP’ê Feyat Asya û kekê wî Sedat Asya yên hatin serdana dibistanê kirin û musadeya dengên bi hîle kirin gef li Boz xwarin, dehf da û heqaret lê kir. Li aliyê din Asya gef li rojnamevanên ku xwestin dîmen bikişînin xwar. 
 
Li aliyê din li navçeya Kopê ya Mûşê jî namzetê AKP’î bi heman êrişkariyê li dibistanan geriya. Namzetê AKP’ê Yakûp Kaya mudaxile li berpirsyarên dibistanê û peywîrdarên sindoqê kirin. 
 
EDENE
 
Hate zanîn ku Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edneyê heta vê saetê jî nekarîne dengên xwe bidin. Hin kesên li ber dibistanên taxên ku gelê kurd lê zêde dijî disekine bi gotina “Li Bajarê Mezin bidin Zeydan Karalar, li Seyhanê bidin Oya Tekîn, di endamtiyên Meclisan de bidin DEM Partiyê” hewl dan araste bikin. 
 
Rêxistina DEM Partiyê bi daxuyaniya ku ji bo hilbijêran kir de wiha got: “Li Edeneyê helwesta me zelal e. Em ê mohrê li biniya darê bidin. Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”

Sernavên din

31/03/2024
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir