Amara li benda mevananên xwe ye

  • rojane
  • 09:02 2 Nîsan 2024
  • |
RIHA - Bi boneya 75 saliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wekî her salê îsal jî di 4'ê Nîsanê de li Kurdistan û ji metropolên Tirkiyeyê gel wê berê xwe bide gundê Amarayê. Xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan ku gel vexwand gundê Amarayê bi lêv kir ku wekî malbat ew ê bi hatina mevanan kêfxweş bibin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî di 15 Sibatê 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên dijwar ên tecrîdê de tê girtin. Ji ber tecrîda girankirî ya girtîgeha Îmraliyê 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyan berdewam dikin û li gelek deverên cîhanê jî li dijî tecrîdê gel azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin.
 
Rêberê PKK Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye, dikeve 75 saliya xwe. Wekî her salê îsal jî gelê kurd û gelên ji fikir û ramanên Abdullah Ocalan bandor bûne wê li qadan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin û berteka xwe ya li dijî tecrîdê bilind bikin. Gundê Amara ku Abdullah Ocalan lê dayik bûye jî wekî her salê îsal jî wê di 4'ê Nîsanê de bibe ziyaretgeha gelan. Xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan ku li gundê Amrayê dijî têkildarî 4'ê Nîsanê bang li gel kir û got ku ew bi hatina mevanan wê kêfxweş bibin. 
 
LI AMARAYÊ PÎROZBAHIYÊN YEKEM
 
Alî Ocalan diyar kir yekem car di sala 2003'yan de bi çend jinên ku ji Edene û Mêrsînê ji bo 4'ê Nîsanê hatin Amarayê pîrozbahiyan dest pê kiriyêeû got: “Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê li vir dest pê kirin û her pîrozbahî di atmosfereke cejnê de derbas bû. Hemû dewletên navneteweyî xwestin diyaloga di navbera gelê kurd û birêz Ocalan de qut bikin. Armanca wan bi vê komployê jî ev bû. Lê belê di dema ku birêz Ocalan di girtîgehê de bû jî ev têkilî qet qut nebû. Gelê wî du qat zêdetir piştgirî da wî û fikrên wî. Ev nêzî 3 sal in ne me, ne xizmên wî û ne jî parêzerên wî nikarin bi wî re hevdîtinê bikin. Em dixwazin demildest pê re biaxivin."
 
'WEKE MALBAT BI FIKARIN'
 
Ocalan anî ziman ku ew wekî malbat ji ber agahînegirtina Abdullah Ocalan bi fikar in û ev tişt gotin: “Em dixwazin birêz Abdullan Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtine bike. Wekî malbat em dixwazin di zûtirîn demê de ji tendûristiya birêz Abdullah Ocalan agahiyan bigirin. Banga me ji rayedaran re ew e ku her girtî xwedî mafên rewa ye. Hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re mafê qanûnî ye. Bila vî mafê xwe pêk bînin. Bila qanûnên xwe bi cih bînin. Ev ne qanûnî ye. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Em tiştekî zêde naxwazin. Em tenê dixwazin ku weke her girtiyekî mafên birêz Ocalan jî bi cih bên. Girtiyan ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û qebûlkirina daxwazên girtiyan divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heke deriyên Îmraliyê neyên vekirin, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe."
 
'EM JI MÊVANAN RE AMADE NE'
 
Ocalan bi bone rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi lêv kir ku ev ji mevanan re amade ne û ev bang li gel kir: “75’emîn rojbûna birêz Abdullah Ocalan li hemû gelê me pîroz be. Wekî her sal îsal jî tevî astengiyan gel wê bere xwe bidin Amarayê. Weke malbat, em gelek kêfxweş in ku wan wekî mêvanên xwe pêşwazî dikin. Em ji bo mazûvaniya wan amade ne. Birêz Abdullah Öcalan hebûn û rastiya gelê kurd ku tune dihat hesibandin derxist hole. Ji ber vê yekê gelê Kurd girîngiyeke mezin dide Birêz Abdullah Ocalan. Bi heman awayî gelên cîhanê jî nirxekî mezin didin birêz Abdullah Ocalan."
 
MA / Mahmût Altintaş  - Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

02/04/2024
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e