Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin

  • rojane
  • 17:28 3 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDAN NÛÇEYAN - Çalakgerên li gelek bajaran tev li Nobeta Edaletê bûne bertek nîşanî xespkirina îradeya gelê Wanê dan û destnîşan kirin ku ew ê bi wesîleya 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Amarayê bin. 
 
Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike.
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê Nobeta ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 87’emîn de berdewam kir. Gelek kes serdana Nobeta Edaletê ya ji hêla Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve tê domandin kirin. Rojeva çalakgerên ku nobetê didomînin, meşa Amarayê ya ku dê sibê bi munasebeta 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were lidarxistin û xespkirina mazbataya Abdullah Zeydan ê di hilbijartina 31’ê Adarê de wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin bû. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Wanê” hatin berzkirin.
 
Dayika Aştiyê Besna Gunay di nobetê de bal kişand ser berxwedana girtîgehan û Wanê û wiha axivî: “Yên ku dixwazin îradeya gelê Wanê tune bihesibîne bila bizanin ku em hene û em ê hebin. Em ne ji girtinê, ne ji kuştinê ne jî ji tiştekî din natirsin. Em piştevaniya gelê Wanê bidomînin.” Gunay rojbûna Abdullah Ocalan a sibê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Em ê rojbûna Serokê xwe pîroz bikin. Serokê me ji bo çareseriya pirsgirêkên vî gelî, ji bo xelasiya vî gelê heye. Divê sibê her kes li Amarayê be. Em berê xwe bidin Amarayê. Ji bo ev şer bisekine, em li Amareyê werin ba hev. “
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 115’emîn de berdewam kir. Di eywana çalakî lê dihat lidarxistin de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakger pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Beyogluyê, rêveberên Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Çalakger diyar kirin ku ew ê heya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tînin dê di her qadekê de xwe bidin nîşandan. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbata Girtiyan re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 112’emîn de berdewam kir. Çalakiya ku di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li navçeya Rezanê tên meşandin de malbatan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin. 
 
Xizmên girtiyan bal kişandine ser rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, banga tev li bûna meş û pîrozbahiyan ku sibê dê li Amarayê bên lidarxistin kirin. Di çalakiyê de gelek caran diruşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê min” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê netewî” hatin berzkirin. Herwiha çalakgeran bertek nîşanî xespkirina îradeyê ya li Wanê dan. 
 
Çalakî bi serdan û berzkirina diruşman dom kir. 
 
ÊLİH
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 62’yemîn de berdewam kir. Çalakiya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin, bi tevlibûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêveberên DEM Partiyê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê berdewam kir. Di çalakiyê de bertek nîşanî xespkirina îradayê ya li Wanê hate dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. 
 
Di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “ Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
 
 

Sernavên din

04/04/2024
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye
16:52 Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!
16:51 Li Amedê protestoya Wanê
16:31 Leyla Guven tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bû
16:19 Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye
16:03 Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye
16:02 Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin
15:38 Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê
15:36 Bakirhan: Ji vê rêya xwe ya xelet vegerin
Hatîmogûllari: Heta em mazbatayê digirin dê têkoşîna me bidome
15:33 DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin
14:48 Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin
14:47 Rapor: Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bicihanîn
14:28 Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin
14:22 Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye
14:06 Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye
14:01 Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome
13:46 TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
13:32 Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir
13:23 Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
13:22 Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin
12:59 Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be
12:47 Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin
12:35 Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin
12:34 Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin
10:20 Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye
10:06 Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket
09:56 AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn