‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'

  • rojane
  • 09:04 4 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - Jinên ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "jinûve vejîna gelê kurd" bi nav kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşînê derkevin.
 
Wê bi boneya 75 saliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke “mutlaq” de tê girtin û 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê meşek bê lidarxistin. Kurdên ku her sal di 4'ê Nîsanê de bi meşên wekî "Rêwîtiya ber bi rojê" û "Azadî ji rojê re" berê xwe didin gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, li her derê daran datînin. 
 
Xizmên girtiyan û jinên li Stenbolê beşdarî Nobeda Edaletê ya bi dirûşmeya "Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka kurd re" bûne, 4'ê Nîsanê wekî "jinûve vejîna gelê kurd" bi nav kirin. 
 
‘ROJBÛNA GELÊ KURD E JÎ'
 
Ji xizmên girtiyan Fînce Akmanê ji bo 4'ê Nîsanê got "Rojbûna gelê kurd e." Akmanê wiha domand: “Abdullah Ocalan, di hundirê zinarekî mezin qewart û peywira temamkirina vî zinarî da gelê kurd. Li tu devera cîhanê kesekî wekî Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û welatê xwe li ber xwe nedaye. Divê em layiqî vê ronahiyê bin ku daye me. Îro ez li Stenbolê bi rihetî nasnameya xwe ya kurdewarî îfade bikim. Sebea vê jî, serwextbûyîna ku Abdullah Ocalan li me peyde kiriye. Heger ne ew bûya, belkî ez li Stenbolê wekî keseke tirk û ji nasnameya xwe dûr bijiyama. Ji ber vê yekê, rojbûna wî ji bo gelê kurd watedar û girîng e." 
 
‘JIN DEYNDARÊ ABDULLAH OCALAN IN'
 
Emîne Aslan a ji bo piştgiriyê beşdarî Nobeda Edaletê bûye diyar kir ku wê ji Pirsûsa Rihayê koçî Stenbolê kiriye. Aslanê diyar kir ku piştî kurê wê Mustafa Aslan (Denîz Cûdî) di 11'ê Tîrmeha 2014'an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye hatiye Stenbolê û got ku ew bi salan beşdarî meşên ber bi Amarayê ve bûye û ji kesên hatin re jî mazûvanî kiriye. Aslan wiha pê de çû: “Dewletê her sal hewl da ku pêşî li van meşan bigire, lê gel ji bo vê yekê canê xwe feda kir. Gelê kurd tevî hemû astengiyên dewletê jî 4'ê Nîsanê pîroz kir. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd pir girîng e. Ji ber hindê 4’ê Nîsanê di heman demê de rojbûna gelê kurd e jî." Aslanê anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo jinan jî têkoşiyaye û wiha got: “Pir rê li ber jinan xist. Niha em serbest li qadan dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî'yê berz kirin. Ev jî bi saya Abdullah Ocalan e. Lewma em deyndarê wî ne. Her tim pêşî qîmet daye jinê. Jinê serwext kiriye. Lewma 4’ê Nîsanê ji bo jinan bûye vejîneke nû." 
 
‘NETEWEYEK ŞIYAR KIR'
 
Ji xizmên girtiyan Saîme Tangûçê jî diyar kir ku gelê kurd bi Abdullah Ocalan re nasname û zimanê xwe nas kiriye û got: "Eger ne ji Abdullah Ocalan bûya, gava ez 53 sal berê hatim Stenbolê, ez ê bûbûma jineke ku ji nasnameya xwe û zimanê xwe şerm dike. Dema ez 10 salî bûm, ez hi dêya xwe re çûm bazarê û ez li wir rastî berteka 'ger bit irkî nizanibî neaxive' hatim. Ev bi vê vederkirinê mezin bûm. Lê ji ber ku birêz Ocalan em ji vê xewê şiyar kirin, ez deyndar û minetdarê wî me." 
 
Nafîa Kaya ku Nobeda Edaletê ziyaret kir got: “Pêwîst e hemû kurd xwedî li Ocalan derkevin. Ji ber ku wî xelkekî razayî şiyar kir. Bi saya wî me xwe nas kir. Berê me ji xwe re digot 'kurmanc', lê niha em ji xwe re dibêjin 'kurd'. Berê ji tirsa me nedikarî bi zimanê xwe bipeyive. Niha ew ji me ditirsin."
 
‘PARÇEYEKE TÊKOŞÎNÊ'
 
Ji xizmên girtiyan Hûrînaz Tayê jî bi bîr xist ku zêdeyî 3 sal in tu xeberê ji Abdullah Ocalan nagirin û wiha domand: “Li hemberî vê yekê li girtîgehan û li her derê çalakî berdewam dikin. Gelê kurd li her derê têdikoşe. Têkoşîna gelê kurd girêdayî hev e. Pîrozkirina 4'ê Nîsanê parçeyek ji têkoşîna me ye û ji ber vê jî tê pîrozkirin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li vê têkoşînê derkevin.”
 
 
 

Sernavên din

04/04/2024
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye
16:52 Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!
16:51 Li Amedê protestoya Wanê
16:31 Leyla Guven tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bû
16:19 Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye
16:03 Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye
16:02 Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin
15:38 Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê
15:36 Bakirhan: Ji vê rêya xwe ya xelet vegerin
Hatîmogûllari: Heta em mazbatayê digirin dê têkoşîna me bidome
15:33 DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin
14:48 Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin
14:47 Rapor: Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bicihanîn
14:28 Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin
14:22 Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye
14:06 Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye
14:01 Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome
13:46 TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
13:32 Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir
13:23 Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
13:22 Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin
12:59 Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be
12:47 Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin
12:35 Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin
12:34 Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin
10:20 Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye
10:06 Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket
09:56 AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn