Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike

  • rojane
  • 10:55 7 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnameger Kemal Can diyar kir ku piraniya neşxeya siyasî ya Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî de guheriye û wiha got: “Dê nexşerêya muxalefetê siyasetê diyar bike.” 
 
Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê bi têkçûna Tifaqa Cumhurê bi encam bû. AKP’ê nêzî 4 milyon deng winda kir û bû partiya duyemîn. MHP’ê şikestineke mezin xwar û di nava Partiya Îyîyê de jî îstîfa dest pê kirin. CHP’ê jî li gel Stenbol û Enqereyê, gelek şaredariyên din bi dest xist û bû partiya yekemîn. DEM Partiyê jî tevî veguhestina leşker û polîsan û gelek bêusuliyan jî serkeftineke mezin bi dest xist. Li bajarên Tirkiyeyê jî bi rêya stratejiya “Lihevkirina bajar” encamên hilbijartinê diyar kir. 
 
Rojnameger Kemal Can encamên hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘NEXŞEYA SIYASÎ YA TIRKIYEYÊ GUHERÎ’
 
Kemal Can got ku li gel taybetiyên herêmî, ji hêla hevsengiya siyaseta giştî ve jî 31’ê Adarê encamên balkêş bi xwe re aniye. Can, wiha got: “Gelemperiya nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê guherî. Îktîdar dihele û ev pir şênber bû. Li gorî hilbijartinên 14’ê Gulanê, îktîdarê nêzî 7 milyon deng winda kir.” 
 
‘DEM PARTÎ DI WINDAKIRINA ÎKTÎDARÊ DE XWEDÎ ROLEKE ÇALAK BÛ’ 
 
Can, diyar kir ku DEM Partiyê hem dengên xwe parast hem jî şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin qezenc kiriye. Can, wiha domand: “DEM Partî di windakirina îktîdarê de xwedî roleke çalak bû. DEM Partiyê karî vê fonksiyona dualî ku pir zehmet bû birêve bibe û encamekî wiha çêbû. Tevî demoralîzasyona hilbijartina par jî muxalefetê li xwe înîsiyatîf girt. CHP û DEM Partî weke du nûnerên xurt tercîh kirin. Partiyên muxalîf ên derveyî CHP’ê jî îdiayên xwe bi cih ne anîn. Weke mînak Partiya Îyî tu serkeftinek bi dest nexist. Heta hate ber sînorê tunebûnê.” 
 
‘ÎKTÎDAR ÊDÎ DENG WINDA DIKE’
 
Di berdewamê de Can anî ziman ku îktîdar ji zû de ye dengan winda dike lê bi rêya zextan hewl dide vê veşêre. Can, wiha pê de çû: “Yek ji sedema ku îktîdarê di 31’ê Adarê de deng windakirî jî ev bû; êdî nekarî reqîbên xwe kontrol bike û hilbijêrên wê aciz bûn. Vê jî rê li ber windakirina dengan kir. Muxalefetê jî berevajî vê gelek deng stand lê ev nayê wê wateyê ku îktîdar hemû dengên blok winda kiriye. Lê potansiyela vê heye. Divê ev mijar tevek bi hev re bên nirxandin. Sedema herî girîng a windakirina dengan a îktîdarê jî ew bû ku hilbijêrên wê aciz in, pirsgirêkên sereke nehatin çareserkirin û ji ber polîtîkaya cihêkariyê bû.” 
 
‘HILBIJÊRAN SEKNEK NÎŞAN DAN’
 
Rojnameger Can, da zanîn ku ji hêla muxalefetê ve ya herî girîng ew bû ku li şûna tifaqên nezelal, sekna wan a zelal û jixwebawer a ji bo şandina îktîdarê bandor kir. Can, bi domdarî ev nirxandin kir: “Ya herî girîng ew bû ku hilbijêran bêyî li rewşa siyasî ya aktoran binêrin, seknek nîşan dan. Hem hilbijêrên muxalefetê hem jî yên îktîdarê tercîha xwe raste rast nîşan dan. Xala herî girîng jî ev e. Dê nexşerêya muxalefetê nîşanê bide bê ka dê encamên hilbijartinê bandoreke çawa li siyaseta Tirkiyeyê bike. Aktorên siyasî çi ji van encaman fêm kirine û tercîha wan a polîtîk dê teşe bide rojên pêş. Em ê di nava demê de bibînin bê ka dê têkoşîna demokrasiyê veguhere tiştekî çawa.” 
 
‘DÊ SEKNA MUXALEFETÊ TEŞE BIDE PÊVAJOYÊ’
 
Can, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî travmayan jî gel di vê hilbijartinê de li dijî îktîdarê li ber xwe da. Îktîdarê nekarî hilbijêrên xwe di dest xwe de bigire. Dê gavên îktîdarê yên ji vir û şûnde diyar bike bê ka dê hebûna xwe biparêze yan na. Heke CHP jî nekare siyasetê azad bike û gavên demokratîk biavêje, mîna berê dê niha jî nekare encamekî bi dest bixe. Bi kêmîna siyasî ya li Wanê jî îktîdarê hewl da xeta xwe ya berê ya li dijî DEM Partiyê bidomîne. Divê muxalefeta din vê weke pirsgirêkeke demokrasiyê bibîne û bike parçeyeke têkoşîna xwe. Rola berdevkên CHP’ê ya di vê mijarê de girîng bû. Heke wiha tevbigerin dê tayînkirina qeyûman bêencam bimîne. Ya ku dê pêvajoyê biguherîne ne îktîdar, sekna mulxafetê ye. Heke DEM Partî û kurd bi tenê bên hiştin, dê bandoreke neyînî li ser têkoşîna demokrasiyê bike. Divê berxwedaneke hevpar bê raberkirin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

09/04/2024
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da
16:12 Xizmên girtiyan: Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin
16:09 Îtîraza ji bo Qersê qebûl nekirin: Bi ‘hilbijêrên veguhestî’ îpotek danîn ser vîna gel
16:08 Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!
15:41 Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin
15:39 Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn
15:20 Egîtîm Sen: Xebata ku MÎT’ê li dibistanan daye destpêkirin li dijî mafê zarokan e
15:17 Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin
14:51 Almanyaya ku bi hevkariya qirkirinê tê sûcdarkirin parastina xwe kir
13:23 DEM Partî dê li cejnê serdana çar partiyan bike
13:05 Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
12:56 Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
11:37 Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê
11:35 Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir!
11:34 Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê
11:33 DMME’yê ji bo serlêdana Kavala biryar da ku zû lêkolîn bike
11:25 Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
11:15 Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
10:12 Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye
09:27 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî
09:04 Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin