Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin

  • rojane
  • 15:41 9 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Navenda Mafên Mirovan a Wanê, ÎHD û OHD’a Wanê binpêkirinên di protestoyên Wanê de eşkere kirin. Hat gotin ku gelek gaz, ava şid, guleyên plastîkê hatine bikaranîn û gelek welatî birîndar bûne û hatine binçavkirin. 
 
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di protestoyên Wanê de raporek amade kirin. Rapor li Eywana Konferansan a Tahir Elçî hate ragihandin. Gelek rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salih Coşkun pêvajoya biryara paşvegirtina îadekirina mafên qedexekirî ya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi bîr xist. Coşkun, da zanîn ku xelkê Wanê jî xespkirina îradeya xwe qebûl nekir û çalakiyên protestoyî li dar xistine. Coşkun, diyar kir ku dema gel çalakî li dar dixist, hêzên ewlekariyê bi awayekî tund mudaxile kirine, îşkence û muameleya xerab krine. Coşkun, got ku Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, OHD û ÎHD’ê jî ji bo şopandina rewşê maseya krîzê ava kirine û bi rêya parêzerên dilxwaz li qadê çavdêrî û tespît kirine. 
 
BINPÊKIRIN HATIN RÊZKIRIN
 
Bi domdarî Coşkun binpêkirinên mafan ên di çalakiyên di navbera 2-3’yê nîsanê de hatine kirin wiha rêz kir: 
 
“* Di 2’yê nîsanê de hemû kolanên ber bi avahiya DEM Partiyê ya Bajar ve diçûn bi TOMA, wesayîtên zirxî û komê polîsan ve hatin girtin. Bi sedan kes li baxçeyê partiyê bi awayekî fiîlî binçavkirî man û nehiştin ji wir derkevin. Gaza îsotê avêtin hundirê avahî, ava şid û fîşekên plastîk hatin avêtin. Gelek welatî ji ber kapsulên gazê birîndar bûn. Dorpêç di tevahiya rojê de dom kir. 
 
* Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û rêveberiyên partiyê tevî welatiyên li avahiya partiyê ber bi Cadeya Cumhuriyetê ve meşiyan. Hêzên ewlekariyê bêyî hişyariyê bikin gazên îsotê, ava şid û fîşekên plastîk êriş kirin. Di encama mudaxileya bêsînro de gelek welatî birîndar bûn û ji ber zêde bikaranîna gazê ser hişê xwe çûn. 
 
* Di 2’yê nîsanê de xelkê Wanê ji bo piştevaniya bi DEM Partî û Abdullah Zeydan re, li Kolana Cumhuriyetê, cadeyên Kazim Karabekîr, Îkî Nîsan, Zubeyde Hanim, Mîllî Egemenlîk, On Beş Temmuz Şehitleri, Kolana Valî, Qada Beşyolê û kolanên li derdorê çalakî li dar xistin. Di vê navberê de hema hema tevahiya artelên sereke yên bajar bi TOMA, wesayîtên zirxî û polîsan hatin girtin û li dijî welatiyan êrişeke tund hate kirin. Di encama mudaxileya bi gaza îsotê û ava şid de 26 kes bi lêdanê hatin binçavkiririn ku ji van 2 jê parêzer bûn. 
 
* Dema çalakî didomiyan, Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakî, xwepêşandan û meş di navbera 2’yê nîsanê saet 23.45’an heta 3’yê nîsanê hatine qedexekirin. Her wiha ketina bajar û derketin qedexe kir. 
 
* Di 3’yê nîsanê de bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterên DEM Partî, CHP û TÎP’ê, Leyla Zana û Başak Demîrtaş li Cadeya Cumhuriyetê daxuyanî û meş hat lidarxistin. Cade ji hêla TOMA, wesayîtên zirxî û polîsan hatibûn girtin û hêzên ewlekariyê bi hinceta biryara walîtiyê xwestin asteng bikin. Hêzên ewlekariyê bi gazên îsotê û ava şid mudaxile kirin, parlamenter û rêveberên partiyê jî gelek kes rastî muameleya xerab hatin. Her wiha 230 welatî bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
* Serokê TBB’ê Erînç Sagkan, serokên baroyên herêmê, hevserokên ÎHD, OHD û şaxên herêmê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl di 3’yê nîsanê de li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî dan û ber bi navenda bajar ve meşiyan. Li dijî wan êrişeke tund hate kirin, 7 jê parêzek, yek jê rojnameger û welatiyekê dimeşiya, bi giştî 9 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û ji pişt ve hatin kelemçekirin
 
* Di 3’yê nîsana 2024’an saet derdora 18.30’an de YSK’ê biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar betal kir û mazbata da Abdullah Zeydan. Li ser vê yekê protesto sekinîn lê dorpêça hêzên ewlekariyê dom kir. Welatiyên ku dixwestin vê biryarê pîroz bikin, li derdora Navenda Kar a Ezbercîlerê rastî êrişa bi gaza îsotê, ava şid û fîşekên plastîk hatin. Dîmenên van êrişan hatin parvekirin. 
 
* Li gorî daneyên di destê me de, di dema mudaxileya protesteyan de bi giştî 264 kes bi lêdanê hatin binçavkirin, ji van 27 jê hatin girtin, sedema girtinê jî bêdelîl in û tenê hincetên keyîf ê ne razber ên polîsan in, 134 kes rastî îşkence û muameleya xerab hatin.” 
 
Li ser navê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Burcu Şeber jî bendên xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan (PMME) a Ewropayê xwend. 
 
Hat diyarkirin ku dê hûrgiliyên têkildarî mijarê di demekî pêş de bên parvekirin.
 

Sernavên din

13/04/2024
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da