Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne

  • rojane
  • 09:00 10 Nîsan 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rêbaz Hesen ji bo rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û 6 meh in agahî jê nayên girtin bang li rojnameger, aktîvist û siyasetmedaran kir û got: “Heke em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.”

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla Asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ev 169 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite. Ehmed, hatiye binçavkirin heta niha asayîşa PDK'ê nahêle ku parezer jî bi miwekilê xwe re hevdîtin bikin. Fikarên der barê jiyana Ehmed de her ku diçin zêde dibin. 
 
 
Rêbaz Hesen ku li Herêma Federe ya Kurdistanê rojnamegeriyê dike, têkildarî rewşa Silêman Ehmed axivî û banga xwedîderketinê kir. 
 
'DI ŞEXSÊ EHMED DE MAFÊ MIROVAAN TÊN BINPÊKIRIN'
 
Rojnameger Hesen, diyar kir ku PDK bi awayeke eşkere qanûnan binpê dike û wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê bi salane têkoşîneke mezin tê dayin û bedelên giran hatin dayin. Ev têkoşîn ji bo welateke azad ku her kurdek tê de azad bije ye. Lêbelê îro kurd li vê derê ne azad in, rojnamegerên kurd ne azad in. Ji rojnameger Silêman Ehmed 6 ku meh in di zindanê de ye, tu agahî nayên girtin. Ehmed çûbû rojavayê Kurdistanê serdana malbata xwe û dema vedigeriya başûrê Kurdistanê tê binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê tune ne. Rêbazê binçavkirina wî û agahînediya derheqê wî de li dijî qanûnan e. Ji ber ku hin zagon li hemû cîhanê heman şêwazî ne. Li gorî zagonên cîhanê dema ku welatiyek tê binçavkirin mafê wî heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike. Lêbelê ev nêzî 6 meh in parezer hewl didin Silêman Ehmed bibînin lê hêzên Asayîşê destûrê nadin. Îro di şexsê Ehmed de mafên mirovan tên binpêkirin.” 
 
'ROJNAMEGERÎ NE SÛCE'
 
Bi domdarî Hesen anî ziman ku PDK dixwaze bi vî rêbazî rojnamegeriyê weke sûc nîşan bide û wiha got: “Divê tu kes li dijî vê neheqiyê xwe bêdeng neke. Herkes dizane ku Silêman Ehmed rojnamevan e. Ehmed hem li rojavayê Kurdistanê hem jî li Başûr rojnamegerî kiriye. Rojnamegerî ne sûce. Heke ku karê rojnamegeriyê sûc be bila vî sûcî ronî bikin û nîşanî me bidin. Heke ku sûcdar be bila hikûmet bihêle ku parêzer biçin pê re hevdîtinê bikin. Ev 6 meh in Silêman Ehmed di zindanê de ye lê kesek nizane sûcê wî çi ye. Rê bidin ku parezerên wî biçin pê re hevdîtinê bikin.” 
 
'HELWESTA PDK'Ê LI SER ROJNAMEGERIYÊ GEF E'
 
Di berdewamê de Rêbaz Hesen bi lêv kir kiryarên PDK'ê yên li dijî Ehmed ji bo azadiya rojnamegeran jî gef e û wiha pê de çû: “Bêguman hemû rojnamegerên li Başûr dixebitin û rexneyê li hikûmetê dikin di hedefê de ne. Ji ber van kiryaran di asta cîhanê de li dijî PDK’ê rexne hene. Hikûmeteke ku dibêje di welatê me de azadî heye, azadiya xebatkaran binpê dike. Gelê kurd bi hevre li Başûr û li Rojava li ber xwe da. Navê gelê kurd di cîhanê de weke geleke azadîxwaz û demokrasîxwaz belav bû. Lêbelê îro desthilatdariyeke kurdî rojnamegereke kurdî digire û derheqe jiyana wî de agahî nade û nahêle parêzer pê re hevdîtinê bikin. Divê em demildest agahî ji Silêman Ehmed bistînin.”
 
‘DIVÊ DENGÊ ROJNAMEGERAN ZÊDETIR DERBIKEVE’
 
Hesen bêdengiya li dijî rojnameger Ehmed rexne kir û ev bang kir: “Ji bo azadiya Silêman Ehmed divê her kes dengê xwe bilindtir bike. Em bang li hemû saziyên rojnamegeran dikin ku erka xwe pêk bînin û helwesta xwe nîşan bidin. Li başûrê Kurdistanê rojnameger ne azad in. Hêj niha jî gelek rojnameger girtî ne. Ev rojnameger ji ber bêdengiyê nayên berdan. Divê dengê rojnamegeran zêdetir derbikeve ku ev zextên li ser me bi dawî bibin. Banga me ji hemû rojnameger, aktivîst, siyasetmedaran ew e ku li dijî vê bihiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Heke ku em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.”
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 

Sernavên din

13/04/2024
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da