Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn

  • rojane
  • 14:02 20 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê yên aqûbeta Kadîr Keremoglû yê beriya 29 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve di bin çavan de hate windakirin pirsîn, diyar kirin ku çend sal derbas bibe bila derbas be dest ji daxwaza edaletê ya ji bo windakiriyan bernadin. 

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 995’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiya ku gelek parazvanên maf tev li bûn de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû (75) yê dema di 14’ê nîsana 1995’an de li mizgefata ku wî bi xwe çêkiribû de nimêj dikir ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin û pişt re agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ya daxuyaniya vê hefteyê xwend, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye her roja ku diçe êşa malbatên windakiriyan zêdetir bûne.  
 
‘NAVÊ WÎ DI LÎSTEYA MIRINE YA JÎTEMÊ DE HEYE’ 
 
Yolerî dû re çîroka Keremoglû wiha parve kir: Keremoglû ji Geverê bû û tevî malbata xwe li Wanê dijî. Malbateke halxweş bû û kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina  ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere jê xwestin. Dema malbatê ev yek red kirî jî bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglû ku 75 salî bû, di 14’ê nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglû ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîta Torosa Spî ya bi plakaya 01 EA 600 hate revandin. 
 
RADESTÎ YEŞÎL HATE KIRIN
 
Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Keremoglû revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Ji ewil birine navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre jî birin Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tev li bûyera revandinê bûn û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye. 
 
Malbatê bi Midûriyeta Polîsan a Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Midûriyeta Polîsan Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwestin bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglû ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hate vegotin. Malbata Keremoglû jî di 13’ê çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navên faîlan eşkere kir. 
 
HEWLDAN BÊENCAM MAN
 
Dosyaya Keremoglû di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hatin û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Doz di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bire DMME’yê.”
 
Çalakî bi danîna qûrnefîlan a li qadê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/04/2024
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn