‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’

  • rojane
  • 15:11 21 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Dayika U. G. ê ji sedî 50 astengdar ku piştî hedefgirtina trol û medyaya îktîdarê hate binçavkirin, Fatma G. bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe da û wiha got: “Kesekî ji sedî 50 astengdar çawa dibe rêveberê partiya siyasî?”
 
Duh li ser medyaya dijîtal hesabên trol bi hinceta “heqaret li nirxên Tirkiyeyê kiriye”, dest bi provakasyonekê kirin û hevşaredarên navçeya Sûr a Amedê û rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hedef nîşandan. Piştî parvekirinan, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal îdia kir ku rêveberên DEM Partiyê piştî merasîma wergirtina mazbatayê ya Hevşaredarên Sûrê, “heqaret li wêneyê Ataturk û Erdogan kiriye” û ji bo lêkolînkirina rewşê mifetîş hatiye peywirdarkirin. Yerlîkaya piştre jî ragihand ku ji ber heman sedemê kesê bi navê U.G. hatiye binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku U. G. yê hatiye binçavkirin ji hişê xwe ji sedî 50 astengdar e û ev yek di raporê de jî xuya dike. Hat zanîn ku U. G. di sala 2013’an de rapora “ji sedî 25 astengdar e” wergirtiye û ji ber vê rewşa xwe her du salan carekê diçe cem şandeyê. Lê di dema şerê Sûrê de U. G. tê girtin. Dema di girtîgehê de, li ser daxwaza dozgerî sewqî Beşa Psîkatriyê ya Nexweşxaneya Xarpêtê ya Dewletê hat kirin û wan jî sewqî beşa Psîkiyatriyê ya Navenda Tipê ya Tûrgût Ozal a Zanîngeha Înonu ya Meletiyê kir. Di encama kontrolê de bijîşkan ji bo U.G. tespîta “ji sedî 50 astengdarê zîhnî ye û hewce nake ji niha pê ve biçe cem şandeya bijîşkan” da. Piştî vê raporê jî U. G. tehliye bû.
 
Piştî hedefnîşandana hesabên trol, polîsan bi ser mala U. G. ya li Amedê de girtin. Malbata U.G. da zanîn ku kurê wan li derve hatiye binçavkirin û polîsan piştre bi ser malê de girtine. Dayika U.G., Fatma G. têkildarî bûyerê axivî. 
 
‘BI DAXWAZA DOZGER DIŞÎNIN NEXWEŞXANEYÊ’
 
Dayik Fatma G. bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe yê astengdar da û wiha got: “Ji sedî 50 astengdar e. Di demên berê de jî carekê hate girtin. Di dema girtinê de îşkence lê hate kirin. Du sal û nîvan girtî ma. Dema di girtîgehê de, bi daxwaza dozgerê girtîgehê sewqî Nexweşxaneyeke Xarpêtê hat kirin û li wir testa astengiyê kirin. Di testan de hat destnîşan kirin ji sedî 50 astengdarê zîhnî ye û rapora domdar dane. Kêmaqil e, xeberan dibêje û li me dixe. Ez nizanim kesekî wiha çawa dibe rêveberê partiya siyasî? Tu eleqeya kurê min bi wan re nîne û li ku qerebalixek hebe li wir e. Hemû gelê Amedê wî nas dike û dizanin ku astengdar e. Çi ji kurê min dixwazin?”
 
‘HEMÛ DEREWÊN MEDYAYÊ YE’
 
Fatma G., anî ziman ku ew nizanin niha kurê wan di çi rewşê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Duh saet di navbera 6 û şeş û nîvan de bi ser mala me de girtin. Mal ser û bin kirin û çûn. Kurê min astengdar e û diçe her derî. Em nikarin wî zeft bikin. Bila kurê min berd in, ma ew dê çi bi mirovekî astengdar bikin? Dibêjin rêveberê partiya siyasî ye. Bila lêkolîn bikin, heke cihekî de rêveber be wî demê çi dikin bila bikin? Lê ev tevek derewên medyayê ne. Kurê min hedef nîşan dan û li her derê belav kirin. Medya çawa kesekî astengdar weke hedef nîşan dide? Xwedê heqê kurê min li ba wan nehêle.”
 

Sernavên din

23/04/2024
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye