Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê

  • rojane
  • 14:05 28 Nîsan 2024
  • |
img
ÇANAKKALE - Di rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê de îdiayên îşkence û destdirêjiyê jî cih girtin û 6 pêşniyar hatin rêzkirin. 
 
Odeya Bijîşkan a Çanakkaleyê û şaxên Sendîkaya kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ên Çanakkaleyê têkildarî Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê “Rapora Çavdêriyê ya Komîsyona Koçberiyê ya Adara 2023 - Adara 2024’an” eşkere kir. 
 
ÎDIAYA DESTDIRÊJIYÊ
 
Di raporê de hat gotin ku di 21’ê tîrmeha 2023’yan de jineke navê wê nehat zanîn xwe li ser telefonê gihand komîsyonê û hevjînê wê li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê di nava şert û mercên nebaş de tê ragirtin. Di raporê de cih da van îfadeyên jinê: “Komeke zilaman, tecawizî zilamên din dikin. Hevjînê min ditirse ku biçe serê xwe bişo. Ji ber ku xetereya tecawizê heye. Her wiha xwarinê jî mîna ku bidin kûçikan didin, diavêjin erdê û jê re dibêjin ‘herin bixwin.’ Jinan hînî tiryakê dikin. Ji hêla hîjyenê ve jî şert û mercên nebaş hene û li jinan ferz dikin ku tevî zilaman di heman odeyê de bimînin.” 
 
PIŞTÎ BINPÊKIRIN VEGOTÎ HATE DERSÎNORKIRIN 
 
Bi domdarî di raporê de hat gotin ku jinekê di 15’ê îlona 2023’yan de xwe gihandiye komîsyonê û gotiye ku li Navenda Paşveşandinê di şertên nebaş de tên ragirtin. Hat gotin ku li jinan tê ferzkirin ku bi zilaman re di heman odeyê de bimînin û dema gilî dikin jî midûr jê re dibêje; “Ez dikarim we ji vir derxînim” û 100 hezar TL rûşwetê jê dixwaze. Piştî îdiayan jî agahî hat ku di 21’ê îlona 2023’yan de jinek hatiye dersînorkirin.  
 
GOTINÊN NEFRETÊ
 
Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku kesên li Navenda Paşveşandinê tên ragirtin rastî gotinên nefretê yên memûran ên weke “Efxanê herimî”, “Hûn çima na sekitin”, “We her tişt mehf kir” û hwd. tên. Bi domdarî wiha hate gotin: “Kesên li Navenda Paşveşandinê tên ragirtin ji liv û tevgerên nebaş ên bijîşkan, ragirtina pitik û kesên sere ya li heman cihên şert û mercên hîjyanê nebaş, kêmbûna betaniyeyan û kêmdayîna ava vexwarinê bi gilî ne. her wiha xurekên ji tên dayîn jî tenê ji bo danekî ye û hinek penîrî dixin nav nan û tenê vê didin.” 
 
PÊŞNIYARÊN KOMÎSYONÊ
 
Komîsyona Penaberan xwest ku binpêkirinên heyî bên lêkolînkirin, divê binpêkirinên hatine tespîtkirin tavilê ji holê bên rakirin û ji bo binpêkirinên wiha êdî neqewimin jî ev pêşniyar kir: 
 
“* Divê destûr were dayîn ku saziyên civaka sivîl li Navendên Paşveşandinê lêkolînê bikin û raporên peryodîk bi raya giştî re bên parvekirin. 
 
* Divê li gorî zirûfên demsalê hewadarî hebe, bên germkirin-hênikkirin û rêber, betaniye, balîf û hwd. bên dayîn, hejmara kesên di odeyan de zêde nebe. 
 
* Divê tavilê xwarin û vexwarina paqij û têr were dayîn. 
 
* Divê welatî ne bi awayekî komî, yek bi yek bên tedawîkirin, wergêr hebin û li gorî usûlan were kirin. Divê ji bo pitik û zarokan miamele û tedawiyeke taybet were kirin. 
 
* Divê ji bo bidawîkirina îdiayên îşkence, îstîsmarên zayendî, bertîl û hwd. bingeheke hiqûqî were avakirin. 
 
* Banga me ji bo tevahiya wezaretên têkildarî ew e ku têkildarî binpêkirinên heyî erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.” 
 

Sernavên din

28/04/2024
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin