Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê

 
ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê ya “tecrîd nîne” da û wiha got: “Ev tecrîd zêdetirî 24 salan e berdewam dike. Divê demildest şandeyeke lêkolînê biçe giravê.”
 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, bi civîna çapemeniyê ya li Meclisê li dar xist geşedanên di rojevê de nirxandin. Temellî yê Amedspor a di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de bû şampiyan pîroz kir, wiha got: “Kesên ku digotin ‘Cihekî bi navê Amedê heye’ an jî ‘tîmeke bi navê Amedspor heye’ bawer im piştî şampiyontiyê zanîne ku Amed li ku ye.” Temellî yê Cejna Hidirellez pîroz kir, di salvegera darvekirina wan de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî. 
 
‘WEZARETA KARÊN HUNDIR DI 1’Ê GULANÊ DE SÛC KIR’ 
 
Temellî, bertek nîşanî binçavkirinên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê da û wiha berdewam kir: “Tişta li Stenbolê derkete holê di esasê xwe de ji bilî sûcekî mezin tiştekî din nebû. Sûc kê kir? Sûc Wezîrê Karên Hundir û hêzên ewlehiyê kirin. Tevî biryara Dadgeha Bilind dabû, li Saraçhaneyê 42 hezar polîs hatin peywîrdarkirin û hewldan bi van polîsan pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Taksîmê asteng bikin. Zêdetirî 200 mirovan hatin binçavkirin, mixabin ji wan 38 hatin girtin. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin kesên hatine girtin demildest bên berdan.”
 
BERTEK NÎŞANÎ BERSIVA ‘TECRÎD NÎNE’ DA
 
Temellî, bertek nîşanî bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Edaletê ya “tecrîd nîne” da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binêrin me di serlêdana xwe ya bi hemû parlamenterên xwe re li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de me diyar kir ku li Îmraliyê pêkanîna rejîmeke îstîsnaî heye. Komîsyonê nivîsa ku ji Wezareta Dadê hatiye bi heman awayî ji me re şandiye û dibêje ku; ‘tecrîd nîne’. Çawa nîne? Binêrin 4 sal û meheke hevdîtina bi malbatê re nîne. 4 sal û 8 meh in hevdîtina bi parêzeran re nîne. 38 meh in agahînegirtineke mûtleq heye. Dema komîsyonê ji me re nivîs nivîsandiye; weke ku henekê bi me bike dibêje ku ‘ji bo ku em bikarin qala tecrîdê bikin divê agahînegirtineke mûtleq hebe.’ Ê agahînegirtina mûtleq heye. 38 meh in tu qenalên ragihandinê vekirî nînin. Tu agahî nayên girtin.”
 
Temellî, axaftina xwe wiha domand: “Derbarê tenduristiya birêz Ocalan de em xwediyê tu agahiyan nînin. Di rapora hatiye de dibêje ku 3 hefteya carekê bijîşkê dahîliyeyê û psîkîyatrîstek diçe serdana wî û li giravê rewşa wî ya tenduristiyê kontrol dikin. Têkildarî vê vegerek tune ye. Ku em dizanin perîyodên 3 hefteya carekê jî gelek dirêj in. Belê sedema girîng a vê tarîtiyê, bêedaletiyê û hemû krîzan tecrîda li Îmraliyê ye. Em vê êdî gelek baş dizanin. Ev tecrîd zêdetirî 24 salan e didome û Tirkiye jî di nava krîzên siyasî, bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin de asê maye. Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe em careke din Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê vedixwînin peywîrê. Divê demildest şandeyeke lêkolînê biçe giravê.”
 
CIVÎNA KABÎNEYÊ 
 
Temellî yê qala rojeva civîna kabîneyê jî kir, ev tişt gotin: “Kabîne dê îro mamosteyên ku nayên tayînkirin bigire rojeva xwe. Û ev mijareke ku demekî dirêje li bendê ne. Hûn ê bibînin dîsa dê bi tayînkirineke gelekî kêm bendewariyên mamosteyan neyên pêşwazîkirin. Ji ber ku çavkaniyên wan ne ji bo mamoste, kedkarên tenduristiyê, karker, dikandar û cotkaran e, ji bo sermayeyê ne. Belavkirina dahatê ya li Tirkiyeyê jî baş nabe û nikarin bi xizaniyê re têbikoşin.  Ji ber vê yekê her tim êrişî DEM Partiyê dikin. Ji ber ku dixwazin dengê heqîqetê bêdeng bikin. Ji ber ku dixwazin partiya xizanan, karkeran, kedkaran, dikandaran, mamosteyan DEM Partiyê bêdeng bikin. Ji bo ku bêdeng bikin jî DEM Partiyê bi her cure bêhiqûqiyan sûcdar dikin.”
 
‘AXAFTINA QEYÛMÎ BÊEXLAQÎ YE’ 
 
Temellî, bertek nîşanî îdiayên ku qeyûm dê tayînî şaredariyan bên kirin da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mijara qeyûm, mijara şermê ye li vî welatî. Axaftina qeyûmî bêexlaqî ye. Ji ber ku îcraetên hemû qeyûman îcraetên bêexlaq in. Ez hem bi awayekî aborî hem jî bi awayekî siyasî vê bi lêv dikim. Hem vîna gel hatiye desteserkirin hem jî çavkaniyên gel hatiye xespkirin. Em ji vir bang li kesên qeyûman diaxivin dikin; bi taybetî jî bang li Wezareta Karên Hundir dikin, bila ji bo serdema qeyûman bê lêkolînkirin bi awayekî bilez mûfetîşan peywîrdar bikin. Bila sedemên vê îsraf, talan û şelandinê lêkolîn bikin. Her wiha ez bang li Wezareta Xezîneyê dikim; Bi destê qeyûman gelek kar û barên ku xezîne xistiye zirarê hatine kirin. Divê xezîne jî bêyî ku dereng bimîne di vê mijarê de mûfetîşan peywîrdar bike.”
 

Sernavên din

06/05/2024
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin